'Dersim tê şewitandin, em bibin dengê Dersimê'

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Guner Yanliç diyar kir, şewata li Dersimê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate derxistin li qadeke berfireh belav bûye û got, "Dersim tê şewitandin. Em bibin dengê Dersimê."

Leşkerên dewleta Tirk bi hinceta 'operasyonên leşkerî' û 'herêmên qedexekirî' bênavber xwezaya Kurdistanê tine dike. Li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozad a Dersimê di encama topbaran û bombebarana helîkopter û balafirên şer ên dewleta Tirk de hefteyek berê şewat derketibû. Bi bê re şewat li gundên Degîrmender, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul berfireh bû û her ku diçe agir li qadeke berfirehtir berbelav dibe. Di encama şewatê de heta niha qadeke ji hezar hektarî şewitiye.

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Guner Yanliç, çû Dersimê û şewata daristanan li cihê wê lêkolîn kir. Yanliç li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'AGIR LI HER DEVERÊ BELAV DIBE'

Yanliç da zanîn ku hêzên desthilatdar bi salan e êrîşê dibin ser xwezaya Dersimê û got, "Xwezaya Dersimê her tim bi polîtîkayên cuda hatiye wêrankirin û welatiyên wê bi darê zorê hatine koçkirin. Di nava 40 salên dawî de çavkaniya jiyanê, daristanên Dersimê tên şewitandin. Xwezaya Dersimê bi hemû dewlemendiyên wê re dişewîtinin. Berî 13 rojan ji ber topbaran û bomberdûmanê şewat li daristanên herêmê derket. Agir roj bi roj gur dibe û li qadeke berfireh belav dibe."

'DERSIM DIŞEWITE, EM BIBIN DENGÊ DERSIMÊ'

Yanliç îdiayên Walitiya Tirk a li Dersimê ku înkar dike li Dersimê şewat heye bi bîr xist û got, "Weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, em bi şandeyek HDP'ê re çûn li cihê şewatê û me li wir lêkolîn kir. Şewat tenê li qadekê yan jî li herêmekê nîne, qadeke ji zêdeyî hezar hektarî şewitî ye. Li herêmê bi hinceta ewlehiyê destûr nayê dayîn ku dildarên xwezayê û gel şewatê vemirînin. Li gelek cihan jî ji ber qadên bi mayîn gel nikarin biçe herêmê û agir vemirîne. Daxuyaniyên Walitiya Dersimê ji rastiyê dûre û divê demildest agir bê vemirandin. Dersim dişewite, em bibin dengê Dersimê."

Yanliç da zanîn ku şewat ne gengaz e bi dest were vemirandin û bang li Saziya Parastina Daristanan kir û xwest, şewata li Dersimê ji hewayî de were vemirandin. Yanliç anî ziman ku li seranserî dinyayê, Tirkiye û Kurdistanê şewitandina daristanan dest pê kiriye û wiha got: "Li Tirkiyeyê daristan ji bo rantê tên şewitandin. Li Kurdistanê jî 40 sal in daristan bi hineta ewlehiyê tên şewitandin."

NAHÊLIN WELATÎ MUDAXELE BIKIN

Hêjayî gotinê ye ku ev herêmên ku şewat lê derketiye, ji hêla Walîtiya Dersimê ve weke herêmên ketin û derketina wan qedexe hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê welatiyên herêmê nikarin mudaxaleyê şewatê bikin. Tevî qedexeya li herêmê jî welatiyan xwest ku biçin agir vemirînin lê hêzên artêşa Tirk nehiştin ku tu welatî derbasî herêmê bibin.