Delal Nûrhak: Berxwedan neqediya, wê bidome

Endama Koordînasyona PAJK’ê Delal Nûrhan derbarê grevên birçîbûnê yên ku bi dawî bûne got ku “Berxwedana me neqediya, bi tenê awayê xwe guherand. Ev pêvajp wê bi çalakiyên cihê û berxwedanan bidome.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Delal Nûrhak peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand ên ku bi rêya parêzerê xwe şandibû.

RÊYA ÇARESERIYA SIYASÎ YA SÛRIYEYÊ

Di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de yek ji peyameke sereke, rêya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bû. Nûrhak derbarê vî tiştî got ku, “Ji bo nirxandina pêşveçûnên siyasî yên li cîhanê divê mirov nêziktêdayînên siyasî û polîtîkayên aktorên sereke û herêmê baş bizanibe. Ji bo fêmkirina polîtîka û siyasetên li herêmekê divê mirov polîtîkayên li cîhanê û herêmê baş fêm bike. Ji bo fêmkirina tiştên li Sûriyeyê pêk tê, divê polîtîkayên DYE û Rûsyayê baş were fêmkirin. Îroj şerê sar ji holê rabûye û kapîtalîzm globalîze bûye, ji ber vê jî têkoşînên siyasî tevlihev û nerm bûne. Di her kêlîkê de her tişt dikare biguhere. Biryara DYE’yê ya vekişandina ji Sûriyeyê, ji bo avakirina rojevê û diyarkirina rewşa hevsengan e. Nêziktêdayîna DYE ya vekişandinê, nêziktêdayîneke taktîkî bû. Yanî ne stratejîk e. Rûsya û DYE li Rojhilata Navîn şer dikin. Li hemberî van tiştan berxwedana têkoşîna gelan heye.

Rojava di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de îradeya xwe diyar kir û rêveberiya xweseriya demokratîk ava kir. Ji bo mayîndebûna van destkeftiyan divê Sûriye bibe welatekî demokratîk.Wekî ku Rêbertî jî diyar kiriye, divê yekparebûna Sûriyeyê were esasgirtin û divê hebûna Kurdan a siyasî jî bibe zagonî. Divê hemû gel karibin îradeya xwe di rêveberiyê de bibînin. Li Sûriyeyê gelek netewe hene. Ev jî dewlemendiya çandî û siyasî ya Sûriyeyê ye. Modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê bûye modelek xwe bi rê ve dibe.

Çareseriya Modernîteya Demokratîk a Rêbertî a niha dikeve pratîkê. Kurd, Ereb, Suryan û neteweyên din di bin banê rêveberiya hevpar de îradeya xwe temsîl dikin û tevlî xebatên îdarî dibin.Niha li hêrêmê fikra Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Netewe-dewletê li dijî hev şer dikin. Pergala kapîtalîst a ku xitimiye, dikare xwe bi veguherîneke demokratîk nû bike. Heta ku kêşeyan çareser neke, wê kêşe kûrtir bibe. Iraq ji bo vî tiştî mînakeke baş e, ji ber ku kêşeyên wê zêdetir bûne. Ev tişt herî zêde bandora li gelan dike. Bi demokratîkbûn û xwerêveberiya gelan ev tişt dikare were çareserkirin. Di heman demê de ev tişt tê wateya avakirina çanda demokrasiyê.”

‘TÊKOŞÎNA JINAN MOHRA XWE LI TÊKOŞÎNÊ XIST’

Nûrhak qala peyama rêzdar Ocalan kir û got ku “Armanca berxwedana me ya li hemberî tecrîdê, tê wateya xerakirina planên komployê û bi berxwedanê re tevgerên civakî werin avakirin û tecrîd ji holê were rakirin. Rêhevala me Leyla Guven pêşengî ji vê berxwedanê re kir. Piştre rêhevalê me Nasir Yagiz dest bi çalakiyê kir û li girtîgehan jî berxwedan hate destpêkirin. Piştre Koma Strasboûrgê bi awayekî plankirî dest bi çalakiyê kir.Armanca çalakiyan ev bû ku tecrîd were şikandin û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê were şikandin û pûçkirina planên hêzên komployî bû. Piştre di 30’ê Nîsanê û 30’ê Gulanê de 30 hevalan dest bi rojiya mirinê kirin. Ev helwest, tê wateya bêsînoriya îradeya mirovan. Xeta berxwedanê ya ku got “Teslîmîyet dibe îxanetê û berxwedan jî dibe serfiraziyê” bi ser ketiye. Grevên birçîbûnê ji bo tevgera me serdemeke nû û tarzeke berxwedanê îfade dike. Vî giyanê berxwedanê xwe, bandora xwe li qada navneteweyî kiriye û piştgiriya gel a demokratîk ava kiriye. 

Ev çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin ji bo tevgera me ya jinan encamên girîng derketin holê. Înîsîyatîf kete destê gelê me û milîtanên berxwedanê. Berxwedanê xwe li qadên navneteweyî jî diyar kiriye. Pêre di navbera gelan de tifaq hatine kirin û ji bo qelskirina faşîzmê çalakiyên hevpar hatine lidarxistin. Ji ber ku dijmin li her derê dijmin e. Faşîzm li her derê faşîzm e. Ji her dera dinyayê peyam ji Leyla Guven re hatine û giyanê berxwedanê yê hevpar hatiye avakirin. Careke din derket holê ku berxwedan bi ser ketiye. Di grevên birçîbûnê de jinên Kurd bi pêşengiya xwe li derdora xwe rêxistinbûna jinan ava kir. Ji  serê berxwedanê ve jinan mora xwe li têkoşînê dan.

Bi peyama Rêbertî re grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin. Berxwedana me neqediya, tenê awayê xwe guherand. Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertî bi dawî nebûye. Her roj li ser gelê me êrîş tê kirin. Ev pêvajo wê bi çalakî û berxwedanên cihê bidome.”

Nûrhak derbarê peyama Ocalan ya li ser jinan jî got ku “Qirkirina li ser jinan tevî qirkirina civakê didome. Ji ber ku pergala kapîtalîst civakê dirizîne, li her derê kêşeyên mezin pêk hatine. Divê tevgerên neteweyî,çînî û civakî werin ba hev û têkoşîna azadiyê geş bikin. Siyaseta netewe-dewletê jinan dike hedef. Li Tirkiyeyê bi zêdekirina olperestiya fanatîk, dixwazin bi rêya tundî, perwerdehî û zagonan şêwejiyana civakê biguherînin.

Di bernameya me de şoreşa jinan û ya civakî heye. Rêbertiya me girîngiyeke mezin da artêşa jinan. Ji ber ku yên nikarin xwe biparêzin wê tasfiye bibin. Şoreşa Jinên Kurd anî Rojhilata Navîn û pêşiya şoreşa demokratîk vekir. Li gorî vê bernameyê em bûn artêş û partî.  Hemû desthilatdarî û AKP dijminên jinan in. Aloziya li Rojhilata Navîn bi şoreşa jinan dikare biguhere. Wê girîng be ku zemînên rêxistina hevpar werin avakirin û geşkirin.

Em dikarin bibêjin ku di rastiya AKP’ê de jin tune.Kontrola civakê tê wateya bêîradetiya jinan. Divê jin zemînên têkoşînê baş binirxînin ji ber ku faşîzm ji bo hemû jinan xetere ye. Ji ber vê jî çalakbûna di hilbijartinan de tê wateya qelskirina tifaqa AKP û MHP’ê. Qelskirina AKP’ê tê wateya çûna Erdogan. Ji ber vê jî girîng e ku jin zemînên têkoşînê yên hevpar ava bikin.”