Dayikên girtiyan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin

Dayikên di Nobeta Edaletê de ku zarokên wan 25 roj in di greva birçîbûnê de gotin, “Gelê Kurd paşve gav navêje. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin di roja xwe ya 25’an de dewam dike. Di heman demê de çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê dayikan ve li gelek bajaran hatine destpêkirin jî didome.

Çalakiya dayikan rastî eleqeyek mezin tê û rojane gelek kes ji bo piştgiriyê diçin serdana wan. Dayikan destnîşan dikin ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê çalakiya nobetê bidomînin.

‘HETA KU TECÎD HEBE EM Ê LI BER XWE BIDIN, EM Ê PAŞVE GAVÊ NAVÊJIN’

Dayika girtiyê bi navê Muhammed Kartal Afîfe Kartal, da zanîn ku heta tecrîda li ser Abdullah ocalan bi dawî nebe, tecrîda li ser civakê jî wê dewam bike û wiha got, “Heta ku zarokên me di greva birçîbûnê de bin em ê çalakiya xwe bidomînin. Kengî daxwazên me bên bi cih kirin, wê demê em ê dawî li çalakiya xwe ya nobetê bînin. Em weke dayikên girtiyan hemû li vir in, em dixwazin dengê zarokên me bê bihîstin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heya ku li ser Serok Apo tecrîd hebe em ê li ber xwe bidin. Nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Ez hemû dayikên ku dest bi çalakiya nobetê kirine silav dikim. Dayikên li Tirkiye û Kurdistanê û heta li tevahiya Ewropayê divê bibin dengê zarokên xwe û li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin. Ez ji vir bang li her kesî dikim; Divê êdî Kurd bêdeng nemînin, dengê zarokên me yên li girtîgehê bên bihîstin."

‘EM GIRTÎGEHAN BI TENÊ NEHÊLIN’

Dayika Gulîstan Dag a girtî Emîne Dag jî wiha axivî, “Zarokên me dixwazin dawî li tecrîdê bê anîn. Em jî dixwazin tecrîda ku di şexsê Rêbertî de destpêkirî û li ser hemû girtîgehan û gelê Kurd belav bûye bi dawî bibe. Em dixwazin zarokên me di nava şert û mercên mirovî de bijîn. Heta zarokên me di grevê de bin, em ê jî li vir di nobetê de bin. Ez hemû dayikên ku tevlî çalakiyê bûne silav dikim. Ez dayikên girtiyan, şehîdan û gerîlayan silav dikim. Em bibin dengê girtîgehan û wan bi tenê nehêlin.”

‘BAWERIYA ME BI RÊBER APO Û CIWANÊN KURD HEYE’

Xizma girtî Mûşeher Ulker jî, anî ziman ku ew bi mehan e agahî ji Abdullah Ocalan negirtine û wiha got, “Parêzer jî nikarin hevdîtinê pêk bînin û agahiya me derbarê tenduristiya wî de nîne. Dixwazin bi van pêkanînan me jî bidin tirsandin. Dixwazin em li malê bin û dernekevin kolanan. Rêbertî li çiyayên Kurdistanê gavek avêt û di nava 45 salan de ew gav bû deh hezaran. Kes nikare me bitirsîne. Ez hemû ciwan û zarokên me yên ku di şert û mercên zehmet de berxwedana xwe didomînin û serî li ber zextan natewînin silav dikim. Ez serkeftinê ji çalakiya wan re dixwazim. Nikarin vî gelî biqedînin. Her bihar, em bi xwezayê re ji nû ve jîndar dibin û ji nû ve ji dayik dibin. Ew ne mirov in, mirovatiyê nas nakin. Cenazeyên me nadin, cenazeyên me tên teşhîrkirin, cenazeyên me di sindoqan de tên şandin, cenazeyên me tên şewitandin. Komkujî tên kirin. Ciwanên Kurd li pêş çavên gelê Kurd tên kuştin û tinekirin. Em li dijî wan li vir in. Tevî van hemûyan jî em netirsiyan û me gavek jî bi paş ve neavêt. Gelê Kurd baweriya xwe bi çiyayên Kurdistanê heye, baweriya xwe bi ciwanên Kurd heye, baweriya wan bi Serok Apo heye. Ev bawerî wê me ber bi azadiyê ve bibe. Ez jî hatibûm girtin û rastî her cure êşkencê hatim. Me dev ji têkoşîna xwe berneda, em ê bernedin. Gelê Kurd wê bi paş ve gav navêje. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

‘EM Ê ZAROKÊN XWE BI TENÊ NEHÊLIN’

Dayika girtî Halîme Topuz, diyar kir ku cerga dayikan şewitiye û destnîşan kir ku, xweza, çand, dîrok, jin, ciwan, zarok û hemû zindî hatine tecrîdkirin û wiha domand, “Em ê piştgirî bidin berxwedana zarokên xwe. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em şer û mirinê naxwazin. Daxwaza zarokên me, daxwaza me ye jî. Rêber Apo, Rêberê vî gelî ye. Bila tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin destpê bike. Her kesî xwedî wîjdan divê guh bide van daxwazan. Em edaletê dixwazin. Bila dengê me bê bihîstin. Li Wanê, Stenbol, Edene û gelek bajaran dayikan dest bi çalakiyê kirine. Ez di serî de çalakiya girtiyan û tevahiya dayikan silav dikim.”