Başûrê Kurdistanê xwedî dahateke navxwe û neftê ye. Ji ber sîstema rêvebirinê û têkiliyên bi dewletên dijminê gelê Kurd re, civaka wê sûdê jê nagire û dewlemendî digihêje dijminên gelê Kurd.
Em destpêkê binêrin bê ka dahat û talana li Başûrê Kurdistan û Iraqê çawa ye û piştre em ê bikevin nava civakê û bazarê bizanin rewşa gel çawa ye.
Bihayê petrol û dolar bandoreke mezin li jiyanê dike û bi taybetî herî zêde li Başûrê Kurdistanê dike. Li gorî daneyên Duşemê li bazara cîhanê 1 varêl nefta xav bi bihayê 73,23 dolar e. 100 dolarê Emerîkî li beramber 166 hezar û 250 dînarê Iraqî ye.
DAHATA NEFTÊ YA 2022’AN A IRAQÊ
Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Iraqê, bi rêya Kampanya Somo sala 2022’an 1 milyar û 208 milyon û 531 hezar û 119 varêl neft hatiye firotin. Ev yek jî miqabilî rojane 3 milyon û 311 hezar û 416 varêl petrol hatiye firotin. Li gorî vê yekê her varêlek bi nirxê 95,53 dolarê Emerîkî hatiye firotin. Ev yek jî bi giştî dike bihayê 115 milyar û 466 milyon û 245 dolar.
DAHATA NEFTÊ YA 2O22’AN A HERÊMA KURDISTANÊ
Li gorî saziya Rûbîn a zelalî li proseya neftê jî raporek belav kiriye û li gorî wê ew dahata herêma Kurdistanê ji kampanyayên neftê digire eşkere kiriye. Li gorî raporê dahata Herêma Kurdistanê ji 10 bîrên petrolê yên bi rêya 11 kampanya sala 2022’an bi dest xistî 3 milyar û 115 milyon û 800 hezar dolar e.
Herêma Kurdistanê li meha Çileya îsal 11 milyon û 825 hezar varêl neft bi rêya bendera Tirkiye gihandiye cîhanê. Her varêlê neftê bi bihayê 70 dolar firotiye, ev yek jî dike 832 milyon û 953 hezar dolar. 466 milyon dolar xerca derxistinê ye. 366 milyon jî ji bo xizîneya hikûmetê maye.
DOLAR JI TIRKIYE Û ÎRANÊ RE BI DIZÎ TÊ ŞANDIN
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Diyalayê dest danîn ser milyonek dolarê Emerîkî. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo şandina parêzgehên Herêma Kurdistanê ew dolar hatibû amadekirin.
Parlementerê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku tenê 1’ê Sibatê ji parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Dihokê nêzî 80 milyon dolar dibin navê hewalekirinê de bi awayek ne yasayî ji bo sê welatan hatiye şandin.
Parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê Iraqê Soran Omer jî ragihand ku kompanyekek veguhestina pere ji bajarê Hewlêrê rojane bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl 15 milyon dolar bi wesayîtê dibe Tirkiyeyê.
GELEK KAMPANYA PEYMANÊN XWE YÊN BI HERÊMÊ RE BETAL KIRIN
Ji ber biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser firotina neftê ya serbixwe ya li ser Herêma Kurdistanê gelek kampanya peymanên xwe yên neftê yên bi Herêma Kurdistanê re betal kirin. Di vê çarçoveyê de Kompanyayên Kompanyaya Exxon-Mobîl ya Emerikayê û Baker Hughes, Kompanyaya Schlumberger a Emerîkayê û Kompanya Trafîgora vekişîna ji proseya nefta Herêma Kurdistanê eşkere kiribûn.
DAHATEKE BAŞ HEYE, LÊ JI BER DIZÎ Û GENDELIYÊ BERÎKA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ VALA YE
Her çendî Herêma Kurdistanê xwedî dahateke serbixwe ya ji bîrên petrolê heye û dîsa di çarçoveya hiqûqî ya li gel Bexda ji dahata giştî para xwe digire, lê dîsa jî di dayîna mûçe û dîsa xizmetê de pir li paş e û civak ji ber nebûna kar û xizmetê rewşa wan nebaş e. Ji xwe rojane çalakiyên cihê ji bo nebûna xizmetguzariyê tê kirin.
Parlementer Elî Heme Salih 5’ê Sibatê daxuyaniyek da û got, dahata neftê ya bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl tê şandin, bi nirxê 450 milyon dolar li xizîneya giştî zêde dike. Serê her 100 dolarê Emerîkî 10 hezar dînarê Iraqî zêde dike; ev jî dibe ji vê dahatê 45 milyar dînar zêde dike. Ji bo mûçeyên mamoste û karmendên hikûmetê pêwîstî bi 910 milyar dînar heye.
BI MILYONAN DOLARÊN HATIBÛ DIZÎN LI IRAQÊ HATIN VEGERANDIN
Di dema hikûmeta Mûstefa El Kazimî de gendelî û dizî li Iraqê pir zêde belav bû û bi milyonan dolar hatibûn dizîn. Bi hatina hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî ku yek ji daxwazên wî ew bû ku dijî gendel û diziyê rabe. Gendelî û diziya 2 milyar û 500 milyon dolar ku weke ‘diziya sal salê’ hate binavkirin, ji vî pereyî bi giştî 317 milyar û 535 milyon û 532 hezar û 525 dînar hatiye vegerandin. Herî dawî jî 80’ê milyon dolar hatibû vegerandin.
XIZMET NÎNE, BAZAR GIRAN E; REWŞA CIVAKÊ NE BAŞ E
Di 24’ê Çileyê de şêniyên bajarokê Derbendîxanê çalakiyek lidar xistin û ji bo danîna projeya parzûngeha avê, çêkirina rêyên Derbendîxanê, dayîna ava vexwarinê û zêdekirina saetên elektrîkê hefteyek dem dan hikûmetê. Di heman demê de ragihandin ku eger di nava hefteyekê de daxwazên wan neyên bi cihanîn, wê dakevin kolanan.
Çalakvanê siyasî Doktor Hakim Ebdulkerîm ê yek ji wan kesan e ku aktîf li Derbendîxanê di nava çalakiyê de ye û daxwazên gel tîne ziman.
'XELK DAXWAZA MAFÊ XWE YÊ REWA DIKE'
Li ser rewşa çalakiya li Derbendîxanê Ebdulkerîm anî ziman ku xelkê Derbendîxanê xwedî îradeyeke mezin û ji ber nebûna xizmetguzarî û daxwazên esasî yên jiyanî yên mîna av, elektrîk û nebûna rê daketine kolanan û daxwaza xwe dike. Çavdêrê siyasî got: “Xelkê Derbendîxanê tim ji bo daxwazên xwe û dijî şêwazê ne baş ê hikûmetê helwesta xwe aniye ziman. Xelkê Derbendîxanê tîne ziman ku nebûna xizmetê ji bo civakê, çavkaniya xwe ji şêwazê rêvebirina hikûmet û welat tê.”
Çavêdêrê Siyasî Hakim Ebdulkerîm anî ziman, ji ber qirêjiya ava vexwarinê rêjeya nexweşiya penceşêrê li Derbendîxanê ji herêmên din zêdetire.
‘DAHAT JI BO DAGIRKERAN E NE JI BO CIVAKÊ YE’
Ebdulkerîm destnîşan kir herêma Kurdistanê xwedî dahat û dewlemendiyeke ser erd û bin erdê ye, lê mixabin ji bo civakê nabe xizmet û got: “Dewlemendiya Başûrê Kurdistanê tim bûye para welatên cîran. Dahata neftê bûye para kompanyayên cîhanî yên neftê. Şêwazê hikumkirin û rêveberina herêmê ya li gel dewleta Tirkiyeyê dahata vî welatî ji bo dewleteke dagirker biçe. Ev dewlet jî naxwaze aramî û wekhevî li vî welatî çêbibe. Eger ew dahata neft û deriyên sînor ên navxwe û dîsa para ji Iraqê tê, ji bo gel bê xerckirin wê xizmet bê kirin û aramî xweşî pêk bê. Lê ji ber ku ev yek pêk nayê, ciwan koç dikin, navçe û bajarok vala dibin. Beşek di destê dagirkeran û beşek jî ji bo dagirkeran û beşek pir biçûk ji bo gel vedigere.”
‘GENDELÎ Û DIZÎ’
Çavdêrê Siyasî Dr. Hakim Ebdulkerîm bal kişand ser gendelî û diziya li Başûrê Kurdistanê û got: “Ev yek bi dehan car ji aliyê raporên navneteweyî ve hatine piştrastkirin ku di serî de li Iraq û Herêma Kurdistanê gendelî û diziyek mezin heye. Hemwext ev du partiyên hikûmet jî li beramber hev qala dizî û gendeliyên hev dikin. Li Başûrê Kurdistan gendelî û dizî rastiyeke ku ji aliyê her kesê ve tê zanîn.
‘GEL HETA ASTEKÊ DIKARE TEHMÛL BIKE, HIŞYAR E; WÊ BITEQE’
Li ser helwest û çalakiyên gel jî Ebdulkerîm axivî û diyar kir ku yek ji sedemê ku civaka herêmê nikare bigihêje armancên xwe ew e ku civak nerêxistin kiriye û wiha domand: “Di vê pêvajoya hikumraniyê de ya herêmê vê desthilatê bi rengekê wisa kar kiriye ku civak bê îrade kiriye. Heman demê para dahata digire gelek carî ji bo kirîna dengên nerazî bikar tîne. Kesên xwe çalakvan, rewşenbîr dizanin bêdengin. Zanîngeh bêdeng in. Şênî ji her derê tên piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya Derbendîxanê tînin ziman, lê rewşenbîr, akademîsyen bêdeng in. Çi dibe bila bibe, gel heta astekê dikare tehemûl bike, bi vî rengê demokratîk çalakî bike. Wiha ev sîstem dom bike, wê hêrsa gel biteqe, gel hişyar e.”
Bazar her çendî qelebalix jî be, lê ji ber giranî û bihabûnê welatî hema li bazarê dinêrin û dest vala vedigerin malê. Nêrînên gel rastiya bazar û rewşê nîşanî me dide.
Karker Sidiq Mihemed: Rewşa hejaran pir xirab e, li bazarê her tişt giran bûye. Gelek kes li vê bazarê betal in bê kar in. Hinek dikan li vê bazarê hene heqek pir zêde bi qasî 3-5 milyon dînarê Iraqî ji bo wî hatiye. Ji ber bazar biha ye, ev dikandar nikare kirêya xwe bide û dukana wî ji ber deyn tê girtin.
Di nava vê şert û mercên zivistanê de xelk nikare bîdonek gaz bikire. Ji bo jiyana xwe welatî hemalî dike. Her roja diçe jiyana welatiyan zehmetir dibe. Rewş gihaye wê astê nikare kirêya xaniyê xwe bide.
Fêkîfiroş Hadî Osman Reşîd: Her roja diçe rewşa gel xirabtir dibe. Ji fêkîbigire heta goşt û hêkên mirîşkan biha bûye. Xelk ji vê dilgiran. Bihayê fêkî, şînatiyên xwarinê û xorekan biha bûye. Vê bihabûnê ji sedî 50 bazar valakiriye. Sedemê vê yekê hikûmet e. Hikûmet mûçe nade, direng dixe. Ev yek bandorê li civakê û bazarê dike. Pere tine, xelk nizane êdî bi dû çi biçe, çi bigire çi negre. Hemû jiyan li ser mûçeyê mehane maye. Ne kargehek heye ku mirov lê kar bike. Sê xwendekar hatin gel min perê 1kg mûz nebû bikirin.
Dahat û nefta li vî welatî ne zelale. Hikûmetê gaz nedaye min, min varêlek gaz bi 255 hezar dînarê Iraqî kiriye. Ez fam nakim çima xelk bêdeng e? heta kengê wiha be? Her kes ji rêveberî û şêwazê hikûmetê nerazî ye, lê dema tê gotinê kes dengê xwe dernaxe.
Dayika Eyşê Ebdurehman: Hemû tiştên bazarê giran bûye tiştek ji destê me nayê. 1 kg goş bi 17 hezarî bû niha bûye 20 hezar. Min xwest serûpê bigirim, nekirî ji ber giranî. Daxwaza 25 hezarî dikir. Her tişt giran bûye. Fêkî gira bûye. 1 kg fêkî 2-3 hezar dînare.