Dagirkeran êrîşî gerîlayan kir: Gerîlayek şehîd bû

Artêşa Tirk a dagirker êrîşê hêzên gerîla ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dabû, kir. Di êrîşa ku dagirkeran 9’ê Sibatê bi çekên giran pêk anî de, gerîlayê bi navê Mazlûm şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got: “Ji bo ku gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn birînên xwe yên ji ber karesatê hilweşîner bipêçin, tevî ku biyara ku Tevgera me ji bo parastina rewa girtî, artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe, tank û çekên giran êrîşên xwe li ser çeperên me yên berxwedanê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker roja 9’ê Sibatê bi çekên giran êrîşê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê kir û di encamê de hevrêyê me Mazlûm şehîd bû. Wê nasnameya hevrêyê me Mazlûm ê şehîd bû, piştre bi gel û raya giştî re bê parvekirin. Hêzên me jî li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker neçar man xwe biparêzin, dagirkerek hat cezakirin û derb li helîkopterek a êrîşê hate xistin.”

Agahiyên berfireh ên têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 10’ê Sibatê di saet 08.00’an de dagirkeran bi çekên giran çeperên me yên berxwedanê yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê bombe kirin. Hêzên me li dijî dagirkeran xwe parastine û di encamê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Roja 10’ê Sibatê di saet 20.00’an de hêzên me li dijî helîkoptera êrîşê ya ku çeperên me yên berxwedanê ya derdora herêma Çemço ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê bombe dikir, xwe parastine û derb li helîkopterek êrîşê hatiye xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî pêk anîn;

9’ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên derdora gundê Sîda ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê carekê hatiye bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

10’ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.

9 û 10’ê Sibatê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amediyê bi tank û çekên giran bi dehan caran hatiye bombekirin.”