BI DÎMEN

Ciwanên Başûr: Qendîl ji bo me şeref û nasname ye

Bi sedan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, bi mebesta ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û nokeriyê, destekê bidine gerîlayan çûne Qendîlê. Ciwanan gotin, ‘’gerîla em in, em gerîla ne’’

Bi sedan ciwanên ku ji Germiyan, Silêmanî, Kerkûkê, Şarezor, Raperîn, Hewlêr û Koy Sancakê gihaştin hev, duh li Qendîlê civiyan.

Ciwanên ku ji ANF’ê re axivîn, li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên bi ser Qendîl û Şengalê de helwesta xwe nîşan dan.

Şemal Îsmaîl ku ji Qendîlê tevlî meşê bûyî, ev peyam da: Em bi armanceke mezin tevlî vê çalekiyê bûn. Em weke ciwanên Başûrî, ji bo xwedî li têkoşîna Kurd a ku tê xwestin were astengkirin li vir in. Li vir em bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd dikin ku di bin yek banî de bigihijin hev. Qendîl cihekî pir stratejîk e û ji bo Kurdan weke kelehekê ye. Ji bo vê jî divê em hemû devera Kurdistanê bikin weke keleha Qendîlê. Qendîl ji bo Kurdan şeref û nasname ye. Ji bo vê jî em tim serbilind in û em rûvekirî ne.’’

Karwan Mahmûd jî ku ji Silêmanî tevlî meşê bûyî, armanca meşê wiha got: ‘’Em ji bo ku bang li hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bikin hatin Qendîlê. Gerîla jî weke me Kurd in û ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin. Em ji partiyên siyasî re dibêjin, ‘Em gerîla ne, gerîla em in. Gerîla li her deverê ne û li her deverê Kurd hene.’’

Huseyîn Muhammed ku ji Kerkûkê tevlî meşê bûyî, got, ew weke ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, bi mebesta ku polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk şermezar bikin hatine Qendîlê û wiha got: ‘’Di heman demê de em hikûmeta Başûre Kurdistanê, polîtîkayên PDK’ê jî şermezar dikin. Polîtîkayên PDK’ê yên li dijî PKK’ê û welatiyên Başûr pir qirêjî ne. Ji bo ku em li dijî polîtîkayên PDK’ê yên li dijî PKK’ê û Şengal û Qendîlê bibêjin, ‘êdî bes e’ li vir in.’’