Ciwanên Şengalî li dijî komployê meşeke dirêj lidar xistin
Jin ên ciwan ên Şengalê û yekîtiya Ciwanan a Êzidxanê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşeke dirêj lidar xistin.
Jin ên ciwan ên Şengalê û yekîtiya Ciwanan a Êzidxanê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşeke dirêj lidar xistin.
Meşê bi pêşengiya rêxistinên ciwanan ên Şengalê li ser rêya mam Zekî ya li Sinûnê bi dirûşma "Ciwan fedaiyên Rêber Ocalan in" destpê kir.
Ciwan wê heta Geliyê Kersê, bi 10 kîlometreyan heta bexçeyê "Rêber Apo" bimeşin.
Piştî meşê wê ciwan daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.