Ciwan ji bo alîkariya hejarên Kerkûkê pêngavekê didin destpêkirin

Li bajarê Kerkûkê Koma Hişyarî ya Ciwanan di pêvajoya cejnê de dest bi pêngavek ya komkirina alîkariyê ji bo malbatên hejar yên Kerkûkê kirin.

Îro li bajarê Kerkûkê pêngavek ya komkirina alîkariyê ji bo alîkarîkirina malbatên hejar yên bajêr dest pê kir. Di pêngavê de alîkariyên tên komkirin ji bo dabînkirina pêwîstiyên cejnê yên malbatên hejar e. Pêngav ji aliyê Koma Hişyarî ya Ciwanan pêk tê û alîkariyên wek cil û berg, pere û pêdiviyên cejnê tên komkirin.

Yek ji endamên rêxistinê yê bi navê Mihemed Elî di derbarê pêkanîna vê pêngava komkirina alîkariyê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir: “Me di wê demê de guncav dît ku pêngaveke wiha ragihînin ji bo alîkarî dayîna malbatên hejar yên bajêr di dema cejnê de. Ji ber ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê û berdewambûna qedexeya hatin û çûnê ku bûye sedem hejmarek zêde ji malbatên hejar yên bajêr nekarin pêwîstiyên sereke yên jiyanê dabîn bikin.”

Mihemed Elî bal kişand ser çawatiya komkirina alîkariyê û wiha pê de çû: “Alîkariyên ku em berhev dikin, dabînkirina cil û berg, hindek pere û pêwîstiyên cejnê ne ji bo wan malbatên ku hejar in. Şêwazê komkirina alîkariyan jî weke em ji bo komkirina alîkariyê li çend cih û taxên diyar ên bajêr bigerin.”

Elî di dawiya axaftina xwe de got: “Em bang li hemû welatiyên bi şeref yên bajarê Kerkûkê dikin ku ji bo êşên malbatên hejar ya di vê pêvajoyê de kêm bibe, alîkariyê bidin.”