BI DÎMEN

Cismekî ronak li asimanên Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin

Cismekî ronak li çend bajarên Îran, Iraq û Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin û ev yek di nav xelkê de bûye sedema zêdebûna fikaran ku şer dest pê kiriye.

Îşev cismekî ronak li ser asimanên bajarên wekî Pîranşar li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Ranya û Hewlêrê yên Başûrê Kurdsitanê, li bajarê Qûm, Erak û Zencan li Îranê û li Diyaleyê li Iraqê hatiye dîtin. Gelek wêne û dîmenên vî cismî li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin.

Ev yek jî bûye sedem ku xelk bitirse û bikeve nav fikaran.

Heta niha ti aliyeke fermî behsa wê cisma ronak nekiriye. Lê belê hin çavkaniyan diyar kirine ku ew cisma ronak, ceribandina mûşeka balistîk a welatbir a Rûsiyayê ye.

Hêjayê gotinê ye, li gel aloziyên van dawiyan yên li Rojhilata Navîn bi taybetî rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de, tevlîheviya li Iraq û Tirkiyeyê, guherîna hevsengiya hêzan û dîtina cismekî wiha, li ser destpêkirina şer û pevçûnan gumanan zêdetir dikin.