Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê hate birîn
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt hate birîn.
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt hate birîn.
Di Mijdara 2019’an de hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt ên HDP’yî hatibûn girtin û qeyyûm li şûna wan hatibû peywirdarkirin. Rûniştina 3’em a doza wan li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 7’emîn hate kirin.
Dadgehê 7 sal û 3 meh ceza li Yacan û 6 sal û 3 meh jî ceza li Kûrt birî.
Dadgehê tevî qedexeya derketina derveyî bajar û welat biryar da ku Şehzade Kûrt were berdan û daxwaza berdanê ya Yacan jî hate redkirin.