Çeteyên AKP'ê ji Cerablûsê êrîşî bajarokê Şêxlerê kirin

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, ji çeperên xwe yên li Cerablûsê êrîşî bajarokê Şêxler ê Kobanê kirin.

Çeteyên ji aliyê AKP û artêşa Tirk ve tên birêvebirin, ji Cerablûsê êrîşî Kantona Kobanê kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "Duh bi şev, komên çete yên ser bi artêşa Tirk, ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê ye, kirin."

Balkêş e ev êrîş, êrîşa yekemîn e ku çeteyên pişta xwe dispêrin artêşa Tirk ji ser axa Rojava yek ser êrîşî çeperên YPG'ê dikin.