Çeteyê DAIŞ’ê li xwe mikur hat: Polîsan xwestin ku em bi tedbîr bin
Li Amedê, ji doza ku endamên çeteyên DAIŞ’ê dihatin darizandin biryara serbestberdanê hate dayîn.
Li Amedê, ji doza ku endamên çeteyên DAIŞ’ê dihatin darizandin biryara serbestberdanê hate dayîn.
Li Amedê, doza 4 jê girtî der barê 18 endamên çeteyên DAIŞ’ê bi sedema ku ‘endamên rêxistinê ne’, ‘madeyên taloke hilgirtine’, ‘Muxalefeta li Qanûna Çekên kujer’’ li Dadgeha Cezayê Giran ê 5. a Amedê, bi daxwaza ku her yekê 15 sal ceza bidin wan, hate ditin. Li gor îstîxbarata ku hatî standin ku di amadekariya êrîşê de ne, 26’ê Cotmeha 2015’an li Kayapinarê bi ser malekê de girtibûn, di şer de polîsên bi navê Sadik Ozcan û Gokhan Çakici hatibûn kuştin, çeteyên bi navê Veysel Argunaga, Cahît Olmez, Serhat Seyîthanoglu, Ergun Gul, Sidik Bunul, Orhan Genç û Ersel Gerguy hatibûn kuştin û 4 polîs jî birîndar bûbûn.
Di rûniştina Cotmehê ya dozê de 12 kes serbest hatibûn berdan. Di rûniştinê de 2 bersûc û hin bersûcên ku bê ku girtî bin dihatin darizandin û parêzer amade bûn. 2 bersûc jî ji SEGBÎS’ê, ji girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tevlî rûniştinê bûn.
Di rûniştinê de weke şahid li xwediyê xênî yê ku bi kirê xaniyê xwe yê li Huzurevlerî dabû hate guhdarîkirin.
'POLÎSAN GOT, XWE BIPARÊZIN'
Di rûniştina dozê de Mustafa Deniz diyar kir ku ji bo xwe ji PKK'ê biparêze çek bi xwe re digerand û wiha got: "Me serî li polîsan da, polîsan got tedbîrên xwe bigirin. Çeka ku li ser min hat girtin ji bo ez xwe ji PKK'ê biparêzim min li ser xwe gerand. Ji ber ku em nêzî Partiya Hur Dava (HUDA-PAR) bûn xwestin mala me bişewitînin."
Piştî parastinê, heyeta dadgehê biryar da. Heyetê der barê Emrah Emren ê girtî dihat darizandin de biryara tahiyê da. Der barê Mahmut Demirtaş, Mustafa Deniz û Nihat Turan de jî berdewamiya girtinê da.