Cengîz Holdîng a AKP'ê Şemrexê talan dike

Şîrketa Etî Bakir A.Ş. a ser bi Cengîz Holdîngê, di dema çêkirina rê de daran radike û li deverên nêzî gund dînamîtan diteqîne.

Li gundê Şemîka yê navçeya Şemrex a Mêrdînê, şîrketa Etî Bakir a Cengîz Holdînê ku nêzî AKP'ê ye, ji bo karê xwe rê çêdike û herêmê vala dike.

Tê gotin, li gundê Şemîkayê birka siyanurê hatiye çêkirin. Makîneyên kar ên Cengîz Holdîngê darên berû û gihujî yên gundiyan ji kokê ve radikin. Gundî li ber vê yekê rabûn. Xebatkarên şîretê gotin, ew fermana ku ji wan re hatiye dayin bi cih tînin û karê wan tenê vekirina rê ye.

Tevî vê talanê, şîrketê nîvê şevê li cihekî ku bi 150 metreyî dûrî gund e dîmanît teqand û herêm vala kir. Gundiyan diyar kirin ku ji ber teqînê dîwarê xaniyên wan derizîne û tehtên ji ber teqînê parçe bûne li ber xaniyên wan ketine. Gundiyan gotin, ji bo ew ji gund derkevin bi zanebûn dînamît bê kontrol tê teqandin û diyar kirin, wê cih û warê xwe neterikînin.