Cenazeyê şervanê QSDʹê Îsa hate veşartin
Bi sedan welatî cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd Îsa (Baran Kobanê) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi sedan welatî cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd Îsa (Baran Kobanê) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî û gundên wê bi armanca wergiritina cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd Îsa (Baran Kobanê) li xaçerêya Ilim El-Kayîn kom bûn. Girseya gel ji vir jî çûn nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî û cenazeyê şervanê QSDʹê Baran Kobanê wergirtin. Girseya gel heta Goristana Şehîd Mehmûd Tehma ya li gundê Tenhûz meşiyan.
Li goristanê ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve marasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdela axivî û got ku cangoriyên azadiyê rêya wan ronî dikin û soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya cangoriyan bin.
Piştî axaftinê nasmaneya şevanê QSDʹê Kobanê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê QSDʹê bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.