Cenazeyê endamê Asayîşê li Qamişlo hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşa Sotoroyê Gabî Dawûd li bajarê Qamişlo hat veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşa Sotoro Gabî Dawûd (Cûdî) dema ku bi erka xwe ya leşkerî ya radibû, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê têkoşer li goristana Şehîdên El-Mîladê veşartin.

Di merasîmê de, nûnerên Rêveberiya Xweser, Endama Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Elizabeth Koreyî û Endamên Hêzên Asayîşê amade bûn.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pişt re jî Endamên Sotoroyê merasîmek leşkerî lidar xistin û soz dan hemû têkoşerên azadiyê ku ew ê şopdarên riya wan bin.

Di dawiya merasîmê de, şêniyan di nav tilîliyên dayikan de, cenazeyê têkoşer spartin axê.