Cenazeyê 3 şehîdên Başûr ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Gelhat Gabar, Soran Tolhildan û Aram Kerkûkî yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê Hîzop ê girêdayî bajarokê Çarqûrne ve hatin pêşwazîkirin.

Di saetên êvarê de cenazeyê her 3 şehîdên Berxwedana Rumetê gihiştin çerxerêya gundê Hîzop a ser bi bajaroka Çarqurne ya Ranya.

Girseya ku li wir li benda cenazeyê şehîdan bûn, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” cenazeyê şehîdan pêşwazî kirin.

Li vir merasîmek ji bo her sê şehîdan hate lidarxistin. Merasîm bi deqyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Di destpêkê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec axivî. Ferec got: “Ger îro ciwanên welatê me li dijî dagirkeriya Tirk nebin mertal wê wekî civaka Êzidî komkujî lê bê kirin. Eger Tirkiye li Rojava bigihêjin armanca xwe wê sibe êrîşî ser parçên din ên Kurdistanê jî bike. Lê gelê me xwedî îradeyek xurte û wê serkeftin her ya gelê Kurd be.”

Li ser navê Tevgera Azadî Xalid Mistefa axivî û got: “Ev şehîdên kerameta mirovahiyê ne. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê helwesta gelê Kurd li her çar parçan kire yek. Ji bo vê banga me li hemû aliyane çawan ku gel di vê qonaxê de bû yek, pêwîste hûn jî xwedî li şehîdan û destkeftiyên wan derkevin û bibin yek. Ev ne şehîdên, malbatek, eşîrek yan jî hizbekî ne, ev şehîd şehîdên xak û netewê ne.”

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriye Mesûd axaftinek kir û got: “Em sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin. Wekî ku em hemû dizanin Rojavayê Kurdistan di qonaxekî pir hestiyar de derbas dibe. Armanca dewleta Tirk tunekirina nasnameya gelê Kurd e. Cihê serbilindiyê ye ku van malbatan wisan zarokên xwe perwerdekirine ji bo kerameta mirovahî û gelê Kurd canê xwe fedakirin.”

Li ser navê malbata her sê şehîdan jî Yusuf Omer axivî. Omer got; “Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in. Ji bo parastina kerameta gelê xwe canê xwe feda kirin. Wan serê malbat û gelê Kurd bilind kirin. Ev şehîd nirxên netewî ne.”

Piştî axaftinan cenazeyê her sê şehîdan ku her yek ji bo Ranya, yek ji bo Kerkûkê û yek jî ji bo Hewlêrê hatin şandin daku bispêrin xakê.

Nasnameya her sê şehîdan wihaye;

Delîl Xalid, bi nasnav Gelhat Gabar. Li Kobanê şehîd bûye.

Karzan Xurşîd, bi nasnav Soran Tolhildan. Li Dêrezorê şehîd bûye.

Mihemed Nizar, bi nasnav Aram Kerkûkî li Serêkaniyê şehîd bûye.