Cejna Vejînê li Wanê hate pîrozkirin

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS-JIN'ê li Wanê 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS-JIN'ê li navçeya Elbak a Wanê 15'ê Tebaxê saet di 23:00 de Cejna Vejînê bi fîşekên hewayî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedêrên xwerêveberiyê ku hebûna xwe di nava Pêngava 15'ê Tebaxê de dîtin, di çarçoveya berpirsyariyên vê pêngavê de wê xwedî li 15'ê Tebaxê derkevin. Bi vî rengî wê li hemberî rejîma faşîst têkoşîna pêwîst bimeşînin, ziman, nasname û nirxên gelê Kurd biparêzin û ti carî serî li ber zexta rejîma faşîst netewînin.

Rejîma faşîst baş zane ku dawî lê hatiye, lewma heta jê tê êrîşî têkoşîna azadiyê dike. Rejîma faşîst hebûna xwe di nava tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo têkoşîna li dijî vê rejîma faşîst divê gelê me xwe bi rêxistin bike û cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de bigire."