Dezgeh û saziyên Elewiyan, ji bo ji nû ve vebûna TV 10 a bi biryarnameya Rewşa Awarte hate girtin li Qada Galatasarayê, cara 15'an li hev civiyan. Di çalakiyê de gelek kesên demokatîk, rêxistinên girseyî û partiyên siyasî amade bûn. Li ser navê Saziyên Elewiyan di destpêkê de Serokê Desteya Rêveber a qenala TV 10 Velî Buyukşhanîn axivî.
'EV 60 ROJ IN BERSIV NAYÊ DAYÎN'
Buyukşahîn diyar kir, ev 15 hefte ne ew têdikoşin, ji bo TV 10 a ku bi destê Elewiyan hatibû vekirin, ji nû de dest bi weşanê bike. Buyukşahîn destnîşan kir, tevî ku wan bi dehan caran serlêdan kirine jî têkildarî girtina TV 10, ev 60 roj in ti bersiv nehatiye dayîn. Buyukşahîn got, ne ji hikûmetê û ne jî ji RTUK'ê ti bersiv nehatiye dayîn.
'DEV JI ÇAVSORIYA XWE BERDIN'
Serokê Dergeha Garîp Dede Celal Firat jî axivî û destnîşan kir, ku ji berê ve Elewî li gel biratiyê cih girtine û got: "Em Elewî ne û heta dawiyê jî em ê Elewî bin. Hûn nikarin me bikin; em Elewî ne û em ê Elewî bimînin. Me weke heyî qebûl bikin û dev ji çavsoriya xwe berdin."
'EM SERÊ XWE LI BER WE NATEWÎNIN'
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolû ya Hacî Bektaş Walî Tûncer Baş jî anî ziman ku wê li dijî zext û bêhiqûqiyê heta dawiyê têbikoşin. Cîgira Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Sevîm Yalinçakoglû jî wiha got: "Em vê hişmendiyê baş dizanin. Wek duh û îro jî em li hemberî wan serê xwe netewînin."
Çalakî bi helbestan ve bi dawî bû.