Bircên Amedê dîrokê vedibêjin

Bircên Amedê ku beriya 5 hezar salî hatine avakirin û piştre ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatine nûkirin, hîn jî li ser piyane. Bedenên Amedê şahidiyê ji dîroka bajêr re dikin.

Dîroka destpêkê ya bedenên Amedê nayê zanîn lê bêlê li gorî hinek agahiyan dibêjin ji P.Z. di sala 349'an de ji aliyê împeretoriya Romayê ve ji gelek aliyan ve hatiye fireh kirin û sazkirin, li gorî şeklê niha yên bedenên Amedê ji aliyê împaratoriya Justinianus ve ji gelek aliyan ve hatiye sazkirin. Bircên Amedê B.Z. di sala 3000'an de ji aliyê Huriyan ve hatiye çêkirin. 4 deriyên bingehîn Deriyê Çiyê, Deriyê Rihayê, Deriyê Mêrdînê û Deriyê Nû yên bircên Amedê hene û li ser bircên Amedê jî 82 birç hene. Bilindiya dîwarê wê jî 12 metre, firehî jî 12 metre û dirêjiya wê jî 5 kîlometre ye. Bircên heya roja me ya îro jî girîngiya xwe winda nekiriye jî ev in: "Birca Bizina, Birca Heft Bira û Birca Ben û Sen." Bircên Amedê tê payîn ku di nava 350 salan de hatiye çêkirin û heta roja me li ser lingan maye. 

Bircên Amedê di sala 2015’an di dema rêveberiyên xweser de bûn hedefa artêşa Tirk û ev bircên dîrokî ji aliya hêzên Tirk ve hatin gule barankirin. Hêzên dewletê aliyê bircan yên Hz Suleyman bi makîneyê kar xirab kirine. Bircên dîrokî her sal ji aliyê gelek turîstan û dîroknasan ve têne ziyaretekirin. Bircên Amedê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Bircên Amedê bi şopên van bûyeran tijî ne. Ew bedenê ku bajarê Amedê jî pêk tîne, bêguman navenda dilê tevahî amediyan dagir dike. Gelê Amedê jî şanazî û serbilindiyek mezin bi Bircên Amedê dike.