Bîlgen: Erdogan û kesên hêviya xwe ji wî hene, wê têk biçin

Berdevkê HDP'ê Bîlgen li Wanê di panelekê de axivî û got, "Erdogan û kesên hêviya xwe ji wî hene, wê têk biçin."

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê, li avahiya VATSO'yê, panelek bi mijara "Li dijî polîtîkayên şer û kaosê, lêgerîna li çareseriya demokratîk" lidar xistin. Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, Hevserokên û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hevşaredar, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê û şêniyên bajêr tevlî bûn.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun di destpêka panelê de axivî û bal kişand ser girîngiya civînên bi vî rengî di vê pêvajoya giran de.

GUVEN: EM XWEDÎ LI HEV Û RÛMETA HEV DERKEVIN

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, AKP'ê temamiya Tirkiye daniye aliyekî û hewl dide welêt bi keyayan bi rê ve bibe. Guven bal kişand ser zext û zordariya li gelê Kurd tê kirin, girtina hevserok û parlamenterên xwe bibîr xist û got, "Weke gel em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê vebêjin bê gelê Kurd çi dixwaze. Çi dibe bila bibe em her tim li hev bicivin. Pêwîstiya Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed bi hev heye. Em xwedî li hev û rûmeta xwe derkevin. Lewma civînên bi vî rengî gelekî girîng in."

Guven işaret bi serketinên li Kobanê û Şengalê kir û destnîşan kir, bêyî Kurdan kes nikare li Rojhilata Navîn sînoran xêz bikin. Guven got, "Yên hewl didin bêyî Kurdan li dora maseyê rûnên, divê baş li rewşa xwe bifikirin. Gelê Kurd li Rojava statuya xwe ava kir û êdî dem hatiye ev statu bê naskirin. Guven gefên Erdogan û Bînalî Yildirim ên li Rojavayê Kurdistanê dixwe bibîr xist û got, "Tu bixwaze jî nexwezayek jî korîdora Kurdan wê pêk bê."

'NAVNÎŞAN BIRÊZ OCALAN E'

Guven êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê bibîr xist û got, "Vîna gelê Kurd neceribînin. Gelê Kurd vîna xwe li Girtîgeha Amedê nîşan da. Sakîne Cansiz li girtîgeh tû li rûyê Esat Oktay kir. Jinan ti carî teslîmiyet qebûl nekirine û wê qebûl nekin. Lewma êrîş dikin û hewl didin jina tesfiye bikin."

Guven destnîşan kir, çareya yekan Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan e û got, "Em weke navnîşanê Birêz Ocalan nîşan didin." Guven diyar kir, di vê serdemê de nepêkane ku Kurd bê statu bimînin.

BÎLGEN: WÊ ERDOGAN TÊK BIÇE

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî anî ziman, AKP polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê li ser astengkirina statuya Kurdan dimeşîne û got, "Welatekî ku pirsgirêkên xwe nikare çareser bike, gelo jê tê ku pirsgirêkên welatekî din çareser bike? Armanca yekane ya li El Babê ev tirs e; di dema ji nû ve dîzayna Sûriyeyê de Kurd wê tiştna bi dest bixe."

Bîlgen helwesta AKP'ê ya beriya niha li hemberî Iraq û Rûsyayê nîşan dida bibîr xist û got, "tûka xwe alastin e'. 

Bîlgen bal kişand ser Rewşa Awarte û got, "Rêveberiyek ku bi polîtîkayên zextê dimeşe, li ser kar e. Li Afrîka û Asyayê ev rêbaz bi kêr enhatin. Aramî û aştî nehat. Ji bo dîtina vê rastiyê, têrê dike ku mirov tenê li 10 salên dawî binêrin."

Bîlgen wiha dewam kir: "Erdogan û kesên hêviyê ji wî dikin, wê têk biçin. Em dixwazin gelên Tirkiyeyê winda nekin. Lê belê wan ev yek dane pêş çavên xwe. Tiştên em li dijî vê bikin, divê zelal bin. Divê em li ber rabin. Yên serî ditewînin, teslîm dibin, wê bi her awayî winda bikin. Yên bi ser bikevin jî em in."