Bîlanço giran dibe: 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan

Bîlançoya erdheja li Bakurê Kurdistanê kêlî bi kêlî giran dibe. Li gorî daneyên dawî yên AFAD'ê 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Erdhejên li Bazarcixa Mereşê û Dîlokê pêk hatin, bandor li deh bajaran kirin. Li nav kavilên bi hezaran avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Her wiha her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe. 

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest daye û 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.

Li Bazarcixê ji duh ve qismek jê di ser 6'î re zêdetirî 130 erdhejên biçûk çêbûne.