'Bi tecrîdê jî wê nikaribin bikin, ji ber ku em êdî xurtir in'

Dayika Sûad a ji Kobanê ku sala 1994'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, diyar kir ku tişta bi komployê nekarîn bikin niha hewl didin bi tecrîdê bikin, lê belê wê nikaribin vê yekê pêk bînin.

Sûad Eldîmer a ji Kobanê qala dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku piştre jiyana wê çawa hate guhertin. Her wiha têkoşîna li dijî komplogeran ji ajansa me re nirxand.

DÎTINA DESTPÊKÊ Û ÇÛYÎNA LUBNANÊ

Sûad diyar kir ku sala 1994'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir û got, "Min li Kobanê weke milîs kar nedikir. Piştre çûma Lubnanê li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî dewreya perwerdeyê ya 3 mehan bûm. Em nêzî 25 jin bûn. Hin hevalên jin ên li perwedeyê derbasî çiyayên azad bûn, hinek jî mîna min li nava bajaran belav bûn ji bo karên rêxistiniyê bikin. Li Şamê dema ku me kar dikir, Rêber Apo bi me re timî civîn çêdikir. Dîtina Rêbertî û tevlîbûna li perwerdeya wî ji bo me pîroz bû, rewşeke dîrokî bû."

Sûad li ser hevdîtina Ocalan got, "Me texmîn nedikir ku wî bibînin. Ewqasî qalê dikirin ku dîtina wî mîna xeyalekê bû, bûbû hêviyek. 24 saetan di nava civakê de tevdigeriya. Ji me re timî qala rewşa jinan dikir. Ji me re digot, 'Di şexsê dayika xwe de min dît ku jin dikare malê jî, şoreşê jî bi rê ve bibe' û digot, 'Dema ku bala xwe dide ser dîrokê, dibîne ku jin timî hatine helandin û tunekirin, lewma dixwazim li gel jinan bisekinim'. Digot, 'Dema ku me dest bi fikrê PKK'ê kir, keça malbateke dewlemend a Dersimî Sakîne Cansiz gava li zanîngehê dixwend tevger û fikrê me nas kir û tevlî tevgera me bû'. Diyar dikir ku bi tevlîbûna Sakîne re bi hezaran jin û mêr tevlî bûn. Rêbertî ji rêberê gelên din cudatir bû. Bi şev û roj dixebitî. Gel hemû hembêz dikir. Hurmet nîşanî her kesî dida. Fikrên wî yên têkildarî jinan gelekî bandor li me dikir. Me nedixwest ji gotinên wî qut bibin. Me bi hev re xwarin dixwar, rûdinişt, sohbet dikir."

'XWESTIN GELÊ KURD Û TÊKOŞÎNA WAN TUNE BIKIN'

Sûad ragihand ku komploya navneteweyî ji bo tunekirina gel û têkoşîna Kurdan hate kirin û got, "Bi komploya navneteweyî re ya li hemberî Rêberê me hate kirin, bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan hebû ku wê karibin fikrê gelê Kurd têk bibin û tevgera PKK'ê ji bingehê ve hilweşînin. Rêbertî dema ji vir çû digot, 'Naxwazim ku Sûriye ji ber min zerarê bibîne'. Ji ber ku dewleta Tirk zext li Sûriyeyê dikir, êrîş dikir. Bi vê komployê re ku bi zexta dewleta Tirk a li ser rejîma Sûriyeyê destpê kir, bi derxistina Rêbertî ya ji vê derê xwestin ku Kurdan îmha bikin. Ji ber ku her êrîşa li hemberî gelê me ji aliyê tevgera PKK'ê û bi saya fikrên wî dihatin pûçkirin. Piştî ku Rêbertî ji Sûriyeyê derket ji welatekî derbasî welatekî dikirin. Hêzên navneteweyî li hemberî Rêbertî komployek pêk anîn. Rêbertî dema ku li balafirê siwar bû got 'Bêhna xiyanetê tê. Pê hesiya bûm ku komplo hatiye kirin'. Bi dîlgirtina Rêbertî re xwestin ku tevgera PKK'ê ji bingehê ve tune bikin. Lê belê bi saya hêza ji fikrên Rêbertî wergirtî, em Kurd êdî ne Kurdên berê bûn, mîna raperînên Dersim, Şêx Seîd, Mahabad û Agiriyê nedihatin tasfiyekirin."

'DI MEJIYÊ ME DE ZINDÎ YE'

Sûad destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a ku komplogeran nekarîn tune bikin fikrên Abdullah Ocalan e û got, "Rêbertî bi fikrên xwe gelê Kurd, şervan û jin hemû perwerde kir. Em jî îro bi rêya vê tevgerê neketin. Rêbertî 24 saetan di mejiyê me de zindî ye. Bi pirtûk û gotinên xwe roj bi roj hîn mezin li ber xwe dide, tevgera me mezin dibe. Dijmin ji bo vê tevgerê tune bike Rêberê me dîl girt. Îro li gel komplo û tecrîdê nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber ku Kurd roj bi roj bi fikrê Rêbertî, bi projeya neteweya demokratîk bi pêkhateyên gel hîn bêhtir xurt dibe. Armanceke komployê jî projeya neteweya demokratîk bû. Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser gelê Kurd e. Her ku tecrîd li Îmraliyê giran dibe li hemberî me jî giran dibe. Divê em bi têkoşînê xwedî li Rêberê xwe derkevin."

Sûad diyar kir ku gel û jinên Kurd wê paşve gavê neavêjin, timî li qadan bin û got, "Em dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin."