'Bi rêya destavêtina li zarokan dixwazin civakê tine bikin'

Hevserokê ÎHD'ê yê Êlihê parêzer Bagatir, li dijî îstîsmarkirina zarokan a li Êlihê bang li civakê kir ku bala xwe li ser mijarê be û bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Bi îfadeya zaroka bi navê G.a 14 salî re, îstîsmara zayendî û xefika fûhûşê ya li ber zarokan li Êlihê hatiye danîn, eşkere bû. Nerazîbûna li vê yekê dewam dike. Kûaforê bi navê Yildiz Ç. beriya niha bi çend mehan dest avêtibû zaroka bi navê G. ku li cem wî dixebitî, ew xistibû nava gemara fûhûşê û piştî ku G. ducanî bû, ev rastî derkete holê.

G. a 14 salî, ku ji ber êşa li zikê xwe çû nexweşxaneyê, li vir pê hesiya ku ducanî ye. Piştî ku îfade da dozgeriyê, di 15'ê Nîsana 2017'an de lêpirsînê hate destpêkirin û biryara nepenîtiyê ji bo dosyayê hate dayin.

Yildiz Ç., dikandar Şakir A., keya û esnaf Abdulkadîr T. ku li Êlihê nêzî AKP'ê tê naskirin û kesê bi navê Heves, ku zarok xistin nava fûhûştê, ji aliyê 2. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Êlihê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Êlihê parêzer Mehmet Bagatir li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'EV BÛYEREKE ŞEXSÎ NÎNE'

Parêzer Bagatir got, "Divê qedera zarokên li herêmê, kuştin, îstîsmar, narkotîk nebe. Lê mixabin ev rû didin. Li Êlihê bûyereke destavêtinê rû da, ku navê dosya G. lê hate kirin. Ev bûyer nayê qebûlkirin û ne exlaqî ye. Bi agahiyên li ber dest, eşkere ye ku ev yek ne bûyereke şexsî ye. Ji ber vê yekê divê bûyer ji her alî ve were eşkerekirin. Bûyer çûye ber destê dadgehê. Meqamên edlî lazim e tavilê ji aliyê madî manewî, ji her alî ve lêkolînê bikin, berpirsyaran eşkere bikin û derxînin pêşberî dadgeriyê. Weke hiqûqnasekî, eger aliyê mexdûr di vî warî de daxwazekê ji min, ya jî ji saziya me bike, amade me ku li her qada jiyanê bi hemû derfetên xwe li gel wan bim, desteka hiqûqî bidim wan."

'EM HEMÛ BERPIRSYAR IN'

Bagatir ragihand, di bûyerên bi vî rengî de berpirsyarê sereke sîstem bi xwe ye û wiha dewam kir:

"Em xwe jî berpirsyar dibînin. Ramangerekî hêja Jean Paûl Sartre, ji ber ku li dijî kiryarên rêveberiya Fransayê yên li Cezayîrê derneket digot, 'em hemû kujer in, em hemû ji mirinan berpirsyar in'. Pêwîste em jî helwesteke bi vî rengî nîşan bidin. Bêguman ji mirinê, ji sûcên hatine kirin bersûc, kiryar berpirsyar in. Lê weke civak lazim e em jî xwe berpirsyar bibînin. Ji bo careke din ev rû nede, ji bo pêşî li mexdûriyetan bê girtin, ji bo berpirsyar werin darizandin lazim e her kes, her hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan û parêzer bi erka xwe rabin."

'PÊWÎSTE HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE, TÊBIKOŞE'

Bagatir di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku bi rêya destavêtin û van êrîşên li zarokan tên kirin, hewl tê dayîn siberoja civakekê were tarîkirin û got, "Dosya G. ji aliyê naverokê ve bûyereke gelekî tirsnak û cihê êşê ye. Lazim e zarok bi vî rengî neyên mezinkirin. Eger bi armanceke bi vî rengî nêzî siberoja civakê zarokan dibe, hingî siberoja wê civakê ji zûdeyî tarî bûye. Weke şexs, civak û mirovan divê em xwedî li zarokên xwe, li siberoja xwe derkevin. Pêwîste em pêşî li wan destên qirêj ên dirêjî zarokên me dibin, bigirin. Di vî warî de divê her kes baldar be û bi berpirsyariya xwe rabe."

'DIVÊ CEZAYÊ HERÎ GIRAN LI SÛCDARAN BÊ BIRÎN'

Hevserokê ÎHD Şaxê Êlihê parêzer Mehmet Bagatir herî dawî got, "Hê jî me nekariye bi mexdûr û malbata wê re yekser têkiliyê deynin. Ji ber ku di asta pêwîst de em nikarin alîkariya têrker bidin, wijdanê me dêşe. Bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê em careke din dibêjin; bi rêya telefonê jî be eger li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê bigere, çi pêwîst be, bê şik û guman em ê desteka pêwîst bidin wan. Belê, ev yek sûc e. Sûcekî gelekî giran e. Berpirsyarên bûyerên bi vî rengî divê bê ceza nemînin. Divê ev mirov werin deşîfrekirin û bi rengekî herî giran li pêşberî edaletê bên cezakirin. Ji bo bên cezakirin, hem weke parêzerekî hem jî weke ÎHD'ê em amade ne her tiştî bikin."