Bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7.8 û 7.7 pileyî yên li Bakurê Kurdistanê bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatin eşkerekirin, di encama erdhejên mezin ên 6'ê Sibatê de yên li Bakurê Kurdistanê rû dan, heta niha 5 hezar û 894 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê çavkaniyên li herêmê dibêjin, hejmara rastî ji ya hatiye eşkerekirin qat bi qat zêdetir e. Li Hatay, Mereş, Dîlok, Semsûr û gelek bajarên li derdorê, ku erdhejê bandor lê kir, bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin. Li gelek avahiyan ên li herêmê xera bûne, karê lêgerîn û rizgarkirinê hînê nehatiye destpêkirin. Gel hewl dide bi derfetên xwe û bi piştevaniyê birînên xwe bipêçe.

Li herêma erdhejê ku xisareke mezin li nexweşxaneyan jî bû pirsgirêka alavên tibî û dermên jî rû da. Cihên emeliyatê xera bûne, malzemeyên emeliyatê kêm in. Li herêma erdhejê malzemeyên ji bo destwerdana tibî kêm in, ambûlans nikare sotemeniyê werbigire.

HATAY

Li navçeyên Skenderûn, Arsûz, Belen, Antakya, Defne, Samandag, Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê, bi sedan avahî hilweşiyane. Li Skenderûnê ji ber ku cih li morgên 2 nexweşxaneyan nema ye, cenazeyên ji binê xirbeyan têne derxistin bi saetan di hundirê wesayita veguhastina cenaze de têne hiştin.

Xelkê herêmê ya li binê konên ku bi derfetên xwe vedane, yan jî li qadeke vala li dora êgir şeva xwe derbas dike.

Yên li Skenderûnê cihê xwe di nava tîma lêgerîn û rizgarkirinê de girt, gotin "Malzeme nîne, pisporê vî karî nîne. Em ji binê xirbeyan tenê miriyan derdixînin. Her der bûye xirbe."

Li Bendergeha Skenderûnê jî şewata ku piştî erdhejê li depoya konteynerê rû da, dewam dike. Nava rojê bi helîkoptera vemirandina şewatê dest li şewatê hate werdan lê belê bi êvarê re karê vemirandinê bi dawî bû.

Tîma AKÛT'ê jî destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya hilweşiya dest bi kar kir.

SEMSÛR

Li Semsûrê karê lêgerîn û rizgarkirinê hînê destpê nekiriye. Şêniyên taxan bi derfetên xwe bi kepçeyan hewl didin xwe bigihînin mirovên di binê xirbeyan de mane. Tîmên AFAD'ê şeva Sêşemê gihîştin bajêr û hîn li gelek avahiyên hilweşiyayî dest bi kar nekiriye.

Li bajêr elektrîk ji gelek taxan re nayê dayin, operatorên înternetê jî naxebitin. Ji bo rizgarkirina kesên di binê xirbeyan de mane projektorên pêwîst jî nînin.

Li navçeya Sergolanê tevî ku demeke dirêj di ser rûdana erdhejê re derbas bû, yekemcar tîmekê li avahiyeke xisareke giran lê bû, dest bi karên lêgerîn û rizgarkirinê kir.

Li navçeya Sergolan a Semsûrê rewş giran dibe. Ji ber erdhejê rêya bingehîn a bajêr û rêyên din qelişîne. Qelşên li rê ketin bûn sedem ku xisara li avahiyên din ên li bajêr girantir bibe. Piştî erdhejên li dû erdheja mezin rû dan, bi dehan xanî hilweşiyan. Ji ber xisara mezin, malbatên herêmê şev li derve derbas kir. Malbatên ku derfetên xwe hene li hundirê wesayitan, yên nîne jî li derve li dora êgir şeva xwe derbas kirin.

MEREŞ

Li Mereşê ku 941 avahî bi temamî hilweşiyan, rewş ne cuda ye. Li Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, gelek kes hîn ê di binê xirbeyan de ne û karên lêgerînê dewam dikin. Cenazeyên ku ji binê xirbeyan hatin derxistin û du rojan li korîdorên nexweşxaneyê dihatin hiştin, radestî malbatan hatin kirin. Her wiha gelek cenazeyên nû jî anîn nexweşxaneyê. Ji ber ku navê kesên jiyana xwe ji dest dane nikare bêne tespîtkirin, malbat neçar dimînin ku yek bi yek li cenazeyan binihêrin, ku ev yek jî gelekî zehmet e ji bo wan. Cenazeyên ku têne teşhîskirin ji bo veşartinê radestî malbatên wan têne kirin.

AMED

Li Amedê li 7 avahiyên hilweşiyayî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Apartmana Işik karê lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar destpê kirin. Tê texmînkirin ku bi giştî 28 kes di binê xirbeyê vê avahiyê de ye ku li navçeya Rezanê li kolana Sentoyê ye. Cenazeyê zarokekî û jinekê ji binê xirbeyê vê avahiyê hatin derxistin.

Li navçeya Yenîşehîrê jî li enqazê Navenda Kar a Diyar Galerîa ku 12 qatî bû, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Tê texmînkirin ku 78 kes di binê enqazê de ne û ji bo wan serî li saziyên pêwendîdar hate dayin.

DÎLOK

Li Dîlokê, gel ji bo xwe bigihîne xizmên xwe bi şev li ber enqaz man. AFAD jî piştî 17 saetan dest bi kar kir.

Li Dîlokê 533 avahî hilweşiyan û hate eşkerekirin ku herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Xisara herî giran jî li navçeyên Îslahiye û Nûrdagi bû.

Li navçeya Şehîtkamîlê li Apartmana Golgeler a li taxa Încîrlerê ku 15 daîre û dikan lê bû, lê hilweşiya, tê texmînkirin ku 50 kes di binê xirbe de mane. Li avahiyê ku destpêkê şêniyên herêmê dest bi kar kir, doh serê sibehê 5 kes hatin rizgarkirin. Lê belê heta êvarê kes nehate dîtin.