Berhem Salih: Em ê serxwebûnê ne bi Enqereyê lê bi Bexdayê re nîqaş bikin
Dr. Berhem Salih diyar kir, serxwebûn mafê herî sirûştî yê gelê Kurd e û got, ev mijar divê ne bi Tehran, Enqere yan jî Washîngtonê re lê bi Bexdayê re were guftûgokirin.
Dr. Berhem Salih diyar kir, serxwebûn mafê herî sirûştî yê gelê Kurd e û got, ev mijar divê ne bi Tehran, Enqere yan jî Washîngtonê re lê bi Bexdayê re were guftûgokirin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih li kongreya "Danûstandinên bi Bexdayê re" ku îro bi tevlêbûna rayedarên payabilind ên Iraqî dest pê kir, gotara xwe da û got, serxwebûn mafê rewa yê Kurdan e. Salih di kongreyê de got, "Tevlêbûna Kurdan a ji bo danîna Destûra Iraqê kir ku Kurd gelek mafan bi dest ve bînin. Lê li hin derdorên Kurdan tê axaftin ku ev maf kêm in û divê werin zêdekirin. Dîsa hin derdorên Ereb dibêjin, 'Kurdan têra xwe heq bi dest ve anîn'. Ev rewş arîşeyeke rasteqîn e di navbera rêveberên Kurd û Bexdayê de."
Berhem Salih diyar kir, "Babeta girîngtirîn ew e bê ka Kurd wê bi Iraqê re bimînin yan na wê serxwebûnê ragihînin" Berham Salih diyar kir, Kurd di nav çarçoweya mafê birêvebirina çarenûsê yê Kurdan e û dikarin vê ragihînin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Salih got, "Kurd ji bo ronîkirina vê babetê, dixwazin lihevkirinek çêbibe. Lê ev lihevkirin divê bi Bexdayê re bibe, ne bi Enqereyê, Tehran an jî Washîngtonê re" û helwesta xwe ya di vê babetê de diyar kir.