Bayik: Armanca bingehîn hilweşandina faşîzmê ye

Cemîl Bayik: Armanca bingehîn a serdema bê; hilweşandina faşîzmê û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Dirûşma ku wê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê hemûyan bigihîne hev, 'Em faşîzmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin' be.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatin, hilbijartinên Stenbolê û pêngava "Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" bersiv da pirsên me. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê wiha ye:

Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê, her wiha berxwedana civakî ya li dora wê neçar hişt ku hikumeta Tirk gavê biavêje. Destûr hate dayin ku parêzer û malbata Ocalan pê re hevdîtinê bikin. CPT eşkere kir ku çûye Îmraliyê. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Di çarçoveya pêngava em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin de greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir li hemû zindana belav bû, di serî de Nasir Yagiz li Başûrê Kurdistanê, li Mexmûrê greva birçîbûnê dest pê kir, li Ewropayê gelek hevrêyên me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin, gelê Kurd li dijî tecrîda li Îmraliyê rabû, hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê û dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdê bang kirin, bi vî rengî destek dan berxwedêrên li zindanan; wekî din rewşenbîr, nivîskar, hunermendên ku wijdanê mirovahiya dinyayê ne ji bo bidawÎbûna tecrîdê bang kirin, hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, CHP jî di nav de hin derdorên siyasî ji bo dawîbûna tecrîdê daxuyanî dan, bi taybetî dayikên laçik spî li dijî her şêwe zordarî û zextê li ber deriyên zindanan ketin nobedê, li her deverê li ber xwe dan. Vê yekê desthilatdariya AKP'ê gelekî tengav kir. Li pêşberî rewşeke ku bi hezaran kesî bedena xwe dan ber mirinê, eger desthilatdarî bêdeng bima bêguman wê lawaz bibûya. Desthilatdariya ku dest li mirina bi hezaran kesî wernede, çavê xwe lê bigire ne li dinyayê ne jî li Tirkiyeyê îtibara xwe namîne. Desthilatdariya ku qîmetê nede mirovan, eleqeya xwe bi mafên mirovan re nîne, bi taybetî li pêşberî mirina li girtîgehan bêdeng bimîne eşkere ye ku wê teşhîr bibe. Ji xwe desthilatdariya AKP'ê di nava 4-5 salan de li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û qada navneteweyî gelekî teşhîr bû. Her kesî dît ku ev desthilatdarî demokratîk nîne, dîktatoriya şexsekî ya Tayyîp Erdogan serdest e, her gotina ji devê wî derdikeve mîna qanûnê bi cih tê anîn, dadger, dadgeh bi Tayyîp Erdogan ve girêdayî ne, lewma demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê li gorî welatên din ên dinyayê gelekî paşdemayî ne, di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de yek ji welatên herî dawî ye. Her wiha grevên birçîbûnê rê li ber hêrseke mezin a gelê Kurd a li dijî desthilatdariya AKP'ê vekir. Ji xwe encama yekser a vê nerazîbûnê jî ew bû ku li bajarên ku Kurd lê zêde ne di hilbijartinên 31'ê Adarê de desthilatdariya AKP'ê winda kir.

Bajarên ku rewşa siyasî, civakî, aborî, çandî ya Tirkiyeyê diyar dikin, ew bajar in ku Kurd lê zêde ne û di hilbijartinên dawî de AKP'ê lê winda kir. Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene, Mersîn, Hatay ew bajar in ku siyaseta Tirkiyeyê li wan deveran diyar dibe. Yên ku li van deveran nebin hêza yekemîn nikarin bibin desthilatdar. Ya jî yên li desthilatdariyê bin û li wan bajaran bi ser nekevin wê ji desthilatdariyê bikevin. Partiyên li wan deveran neyên hilbijartin nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Nikarin bibin xwedî wê hêzê ku Tirkiyeyê bi rê ve bibin, wê ji hêza rêveberiyê bikevin. Lewma li van bajaran Kurdan hêza xwe bi rengekî vekirî nîşan dan. Helweta Kurdan kir ku desthilatdariya AKP'ê di nava 17 salan de têkçûna herî mezin bibîne. Van rastiyan hemûyan desthilatdariya AKP'ê hejand. AKP'ê yekemcar metirsiya windakirina desthilatdariyê dît, ji nêz ve ev yek hîs kir. Bi taybetî dît ku windakirina van bajaran wê dawî li desthilatdariya wê bîne. Ji ber ku diyalektîka rêveberbûna li Tirkiyeyê, qanûna wê ew e ku li wan bajaran piştgiriya civakê werbigire. Hikumeta ku li wan bajaran destekê wernegire, şensê xwe yê mayina li desthiladariyê nîne. Desthilatdariya AKP'ê ku di rewşeke wiha de hejiya, bi nêzîkatiya 'gelo çawa dikarim vê helwesta Kurdan nerm bikim' kir ku hevîtin bi Rêber Apo re pêk were û ji bo bidawÎbûna van çalakiyan gavek avêt. Ji ber ku armanca van çalakiyan bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo bû. Lewma hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re dihate wateya vekirina deriyên Îmraliyê. Tecrîd bi temamî nehatibe bidawîkirin jî atmosfera ku bi vê berxwedanê derkete holê, nîşan da ku meşrûiyeta hiqûqî ya tecrîdê nîne û bêhiqûqî ye. Wan bi xwe jî gotin ku qedexe bi dawî bûye. Van hemûyan nîşan dida ku zemînê domandina tecrîdê lawaz bûye, mîna berê nikare bê domandin. Bixwazin jî wê êdî mîna berê nikaribin bidomînin.

Vekirina deriyên Îmraliyê bûye gaveke girîng. Bi giştî nebe jî bersiv ji daxwaza berxwedêran re hatiye dayin. Piştî hevdîtina 2'ê Gulanê ya bi Rêbertî re çalakgeran dest ji çalakiyê bernedan, lê belê 22'ê Gulanê bi peyama bi nivîsa destan a Rêbertî re piştî ku Rêbertî xwest dawî li çalakiyê bê anîn, dawî li vê berxwedanê anîn. Bêguman hikumeta AKP'ê bi avêtina gaveke bi vî rengî xwest hem li hundir hem li derve zexta li ser hilkumetê sivik bike. Di vê demê de CPT jî çû Îmraliyê.  Li derveyî naveroka hevdîtinê, dibe ku hikumet bixwaze ji bo hilbijartinên Stenbolê payekê ji vê hevdîtinê derxîne, ya jî bi nermkirina tecrîdê re dibe ku difikire ku nerazîbûna Kurdan kêm bike. Lê belê hevdîtinên ku pêk hatin ti eleqeya xwe bi hilbijartinên Stenbolê re nîne, ji aliyê Rêber Apo ve ti eleqeya xwe bi hilbijartinê re nîne. Encameke ku bi têkoşînê derketiye holê. Di encama têkoşînê de desthilatdariya AKP'ê neçar maye ku li gorî qanûnên xwe tevbigere. Eger di helwesta xwe de israr bikira, eger bi rojiya mirinê re şehadet rû bida ev yek wê desthilatdariya AKP'ê gelekî tengav bikira, hem jî bibûya sedem ku nerazîbûnên li nava civakê zêde bibe. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP'ê bi nêzîkatiya 'ji ku derê wê vegerim ew bi fêde ye' neçar ma ku bihêle parêzer Rêber Apo bibîne. Piştre bi wesîleya cejnê malbata wî jî hevdîtin pê re kiriye.

Gelo dînamîkên derve hene ku neçar hişt hikumet gavê biavêje?

Hikumet ji xwe bi polîtîkayên xwe, nêzîkatiyên xwe yên aborî, bi gotin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk li pêşberî dinya derve zehmetiyan dikişîne, bi gelek hevalbendên xwe re di nava pirsgirêkan de ye. Bi DYE re, bi Fransa re, bi Yekîtiya Ewropayê re pirsgirêkên xwe hene. Li aliyê din bi welatên Ereb re gelek pirsgirêkên xwe hene. Lewma polîtîkaya derve ya hikumetê xitimiye. Di encama vê de jî bi Rûsyayê re hewl dide tengaviya xwe ya di polîtîka derve de çareser bike. Ev têkilî ji bo dema kurt fêdê lê bike jî, ji bo dema dirêj dikare rê li ber encamên giran ji bo wê veke. Ji ber ku dewleta Tirk sed sal in bi piştgiriya welatên Ewropayê, bi piştgiriya NATO û Yekîtiya Ewropayê polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne. Bi piştgiriyeke wiha polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan didomîne. Eger ev piştgirî bi dawî bibe, Tirkiye ne tenê li nava Tirkiyeyê wê li Rojhilata Navîn jî bikeve nava rewşeke zehmet. Têkoşîna tevgera me ya azadiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku li her qadê dimeşîne, kir ku ev desthilatdarî hîn bêhtir teşhîr bibe. Piştî ku li hemberî berxwedana gelên Tirkiyeyê hîn bêhtir zext û zilm kir, karakterê xwe yê rastî hîn bi rengekî vekirî derkete holê. Lewma di dema berxwedanê de li derve zehmetî kişand, tengav bû. Bi vê berxwedanê re li dinyaya derve bêhtir teşhîr bû.

Li aliyê din Kurdan li Rojava DAÎŞ têk birin. Îtibara Kurdan a li nava gelên dinyayê zêde bû. Hesreta azadî û demokrasiyê ya Kurdan ji her demê bêhtir êdî li her deverê meşrû tê dîtin. Di rewşeke wiha de şerekî li dijî Kurdan wê AKP'ê bêhtir lawaz bike. AKP'ê di polîtîka hundir û derve de dixitimîne. Lewma bandora vê rewşê heye ku rê li ber gavavêtina desthilatdariya AKP'ê vekir. Ji bilî vê yekê bandoreke derve heye yan na, em nikarin tiştekî berbiçav bêjin. Lê dikarin vê bêjin; polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan zorê dide polîtîkayên hevalbendê wê yên li Rojhilata Navîn.  Ji ber vê yekê hêzên nanveteweyî-Yekîtiya Ewropa, DYE û Îngilîstan jî di nav de, hêzên dixwazin li herêmê bi bandor bin, dibe ku dixwazin şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan nerm bikin. Ji ber ku tengezariya navbvera Kurdan û dewleta Tirk, şerekî di navbera wan de zorê dide polîtîkaya gelek hêzan a li Rojhilata Navîn. Mînaka vê ya berbiçav jî em li Sûriyeyê dibÎnin. Li Sûriyeyê Kurd bi hêzên koalîsyonê re di nava têkiliyê de ne, lê li aliyê din Tirkiye hevparê hêzên koalîsyonê ye. Kurd dixwazin li Bakurê Sûriyeyê jiyaneke demokratîk û azad hebe, Sûriye jî demokratîk bibe. Lê belê Tirkiye ji demokratîkbûna Sûriyeyê, ji jiyana azad û demokratîk a Kurdan aciz e. Jê heye ku eger Sûriye demokratîk bibe, Kurd bibin xwedî maf, wê ev yek ji bo wan nebaş be. Lewma dewleta Tirk li dijî demokratîkbûna Sûriyeyê, li dijî jiyana azad û demokratîk a Kurdan li nava Sûriyeya demokratîk derdikeve. Ji ber vê yekê li dijî Kurdên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê derdikeve. Ev rewş herî zêde DYE'yê dixe nava zehmetiyê. Hem bi Tirkiyeyê re mutefîk e, hem jî bi Kurdan re li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke hevpar meşandiye. Lewma ji ber vê yekê em dibêjin; dibe ku; hin hêz ji şerekî dijwar ê navbera Kurdan û Tirkiyeyê aciz bûne.

Kurd di berxwedana greva birçîbûnê de li dijî dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê gelekî bi hêrs bûn. Lewma em nizanin ku hin hêzên şerekî wiha weke rewşeke zehmet ji bo polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn dibînin, şîret li Tirkiyeyê kiribin an na. Ev spekulasyon e. Bêguman em di wê nêrînê de ne ku ev encam encama berxwedêran e. Ji ber ku em zanin ku tifaqa AKP-MHP bi çi rengî nêzî Kurdan dibin. Em zanin ku li Sûriyeyê çawa nêzîk dibin, li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê çawa nêzîk dibin, êrîşên wan li pêş çavan e. Bi hezaran siyasetmedar girtin. Polîtîkayeke qirkirina Kurdan dimeşîne. Yanî dijminatiya li Kurdan di asta herî bilind de dimeşîne. Pêkhatina hevdîtina parêzeran bi Rêbertî re encama vê berxwedana mezin e. Berxwedan bi rastî jî gelekî mezin û bi bandor bû. Eger hinekî din bidomiya dibe ku desthilatdariya AKP'ê bi temamî hilweşandibûya. Hêrsa li nava civakê zêde dibû. Ji bo hêrsa li nava civakê rê li ber teqînekê veneke dibe ku gaveke wiha avêtibin. Di heman demê de teşhîrbûna wan a li dinya derve, her wiha zexta raya giştî ya derve bi bandor bû ku hikumeta AKP'ê gaveke wiha biavêje.

Hikumet, spekulasyonên der barê hilbijartinên Stenbolê de dinepixîne. Tevî ku helwesta HDP'ê û ya we tê zanîn jî, çima spekulasyoneke bi vî rengî tê kirin?

Hevdîtin beriya hilbijartinên Stenbolê pêk hat û peyama Rêbertî ya ji 7 xalan bi derengî hate dayin û di roja betalkirina hilbijartinên Stenbolê de hate eşkerekirin ku vê yekê di nava hin derdoran de rê li ber nîqaşê vekir. Gotinek heye; devê kesî ne kîs e ku tu karibe bigire! Bi taybetî di medyaya ku em jê re 'medyaya asosyal' dibêjin de, her kes hin tiştan dibêje. Desthilatdariya AKP'ê peyama Rêber Apo bi derengî radest kir û rê li ber wê vekir ku di roja betalkirina hilbijartina Stenbolê de bê eşkerekirin. Ji ber vê yekê hin derdoran ev yek kirine mijara spekulasyonê. Ji ber ku di serdema heyî de mirovên kesan nas nakin, rêxistinan nas nakin bêyî ku pêvajoyê rast fêhm bikin, her kes tiştekî dibêje. Vê berxwedanê çiqasî zor da desthilatedariyê, berxwedan di kîjan rojê de bû, eger berxwedan bidomiya wê çiqasî zehmetî bida desthilatdariyê; bêyî ku li van bifikirin, bêyî ku hêza berxwedanê bibînin, spekulasyonan dikin. Lê em di wê baweriyê de ne ku li pişt vê spekulasyonê MÎT heye, navneda şerê taybet a gladyoya qesrê heye. Halbûkî MÎT û gladyoya qesrê bi çêkirina nûçeyên bi vî rengî dixwaze atmosfereke welê biafirîne û nîşan bide ku 'di navbera desthilatdariya AKP'ê û tevgera Kurd de têkilî heye, li ser Stenbolê bazariyê dikin' û civakê bixapînin. Bi vî rengî dixwaze di nava hin hêzan de li dijî HDP'ê û Kurdan nerazîbûnekê biafirînin, hem jî dixwazin bidin nîşandan, mîna ku desthilatdariya AKP dikare bi Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd re dikare pêvajoyeke nû bide destpêkirin, bi vî rengî hêrsa Kurdan a li dijî desthilatdariya AKP'ê kêm bike. Lê belê rewşeke wiha nîne.

Di hevdîtinên Îmraliyê de bi ti awayî li ser hilbijartinên Stenbolê nehatiye axaftin. Tenê di hevdîtina duyemîn de parêzeran diyar kirin ku peyam bi derengî hate dayin, ji ber vê yekê neçar man ku 6'ê Gulanê eşkere bikin. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo bal kişandiye ser AKP'ê. Divê mirov bala xwe bidin ser vê yekê; Rêber Apo li Îmraliyê çi dibêje? Qala lihevkirina civakî dike, qala xwevegirtina ji dijberiyê dike, qala siyaseta demokratîk dike, qala wê dike ku divê pirsgirêk ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, bi aqil, çandê û hêza nerm bê çareserkirin. Yên ku li dijî van gotinên Rêbertî polîtîkayê dimeşîne kî ye? Desthilatdariya AKP'ê û dijminên Kurdan hemû ne. Rêber Apo di vê hevdîtinê de bi rengekî vekirî ji desthilatdariya AKP'ê re got ku polîtîkayên wan şaş e, bi van polîtîkayan li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabin. Eger wê di vir de işaret bi helwestekê bê kirin hingî divê dikare bê gotin ku ev helwest li dijî polîtîkayên AKP'ê yên heta niha hatiye nîşandan. Siyaseta demokratîk, aştiya bi rûmet, ne dijberî lê lihevkirina civakî; ev hemû bi kîjan zîhniyetê dikare pêk were? Bêguman bi zîhniyeta demokratîk, bi hêzên demokratîk û demokratîkbûnê. Wê demê peyama Rêber Apo ji bo kê ye; ji bo hêzên demokrasiyê ye. Ewqasî vekirî ye.

Wekî din HDP'ê ragihand ku di 31'ê Adarê de bi çi rengî deng da wê bi heman rengî deng bide. Yanî eşkere kir ku wê helwesta xwe ya ji bo têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê bidomîne. Diyar kir ku wê bi hêzên demokrasiyê tevbigere. Hêzên demokrasiyê li dijî kê ne; li dijî tifaqa AKP-MHP'ê ne. Ev eşkere ye. Lewma ji bo namzetê tifaqa AKP-MHP'ê têk biçe dixebitin. Helwesta HDP'ê bi vî rengî ye. Helwesta Kurdan jî bi vî rengî ye. Ev yek ne ew e ku Kurd wê dengê xwe bide kîjan partiyê bide kîjan şexsî. Polîtîkaya têkbirina AKP-MHP'ê ye, polîtîkaya Kurdan a ji bo dengdana ji bo xwe û demokrasiyê ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe.  AKP ne xwedî vê zîhniyetê ye. AKP berê ji bo desthilatdariya xwe xurt bike ji bo deng ji hin derdoran werbigire, ji bo dengan ji Kurdan werbigire hin gotinên demagojîk kir, lê belê piştî ku desthilatdariya xwe xurt kir bi zîhniyeta dewletê ya klasîk a qirker û dijminê Kurdan re bû ye. Ji xwe bi MHP'ê re tifaq kir ku parêzvanê herî tund ê qirkirina Kurdan e, ev rastî li holê ye.

Helwesta kurdan wê çi be? Li holê desthilatdariya AKP'ê heye ku Efrîn dagir kiriye, dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike û her roj gefê lê dixwe, bajarên Kurdan xera kir û hilweşand, her roj li her derê êrîşî Kurdan dike, li Şengalê û Mexmûrê êrîşên hewayî dike, Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û hêzên leşkerî yên tifaqa AKP-MHP'ê de her roj şer diqewime. Leşker jiyana xwe ji dest didin, gerîla jî. Di rewşeke wiha de, ku dibêjin wê vê polîtîkaya xwe bi israr bidomînin; gelo çi ji gelê Kurd û HDP'ê tê hêvîkirin? Helwesta me wê çawa be? Gelo Kurd dikare dengê xwe bide kujerên xwe, dikare dengê xwe bide yên êrîşî wan dike û wan tine dibîne? Ev yek wê ehmeqî be. Gelo çêdibe ku Kurd biçe dengê xwe bide desthilatdariyek ku dixwaze wan biqedîne? Kurd wê çima dengê xwe bide desthilatdariyeke welê ku Efrîn dagir kiriye, dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike, bombeyan li Şengalê û Mexmûrê dibarîne, her roj êrîş dike, ji ber polîtîkayên wê yên şer leşker û gerîla jiyana xwe ji dest didin, bajarên Kurdan hildiweşînin, parlamenter, hevşaredar û bi hezaran siyasetmedarên demokratîk digire û di nava HDP'ê de xebatkar nehiştiye?! Gelo wê Kurd dengê xwe bidin dijminê xwe, bidin kesên ku dixwazin wan tine bikin? Kî niha dijminatiyê li Kurdan dike? Êdî li holê dewleta klasîk a salên 1930-50, 60, 80 heye.

Li tevahiya dinyayê rastiyek heye; kînga ol veguherî masekeya neteweperestiyê li wê derê polîtîkaya qirkirinê hatiye meşandin. Niha Erdogan, AKP ji her demê bêhtir ol kiriye maskeya neteweperestiyê. Hêzên Îslamî berê bi giranî piştgirî nedidan polîtîkayên qirkirinê, ya jî bê alî diman. Erdogan yekemcar hêzên Îslamî di dîroka Tirkiyeyê de tevlî qirkirina Kurdan kir. Yê ku ev kir Erdogan e, desthilatdariya AKP'ê ye. Bêguman Kurd wê li dijî vê helwestê nîşan bidin. Divê helwesteke xwe hebe. Ji vî alî ve helwesta Kurdan vekirî ye, polîtîkaya wan vekirî ye. Polîtîkaya HDP'ê li pêş çavan e. Kiryarên desthilatdariya AKP'ê yên 5-5 salên derbasbûyî li pêş çavan e. Yê ku dijminatiya Kurdan li Tirkiyeyê sor dike, xwedî dike desthliatdariya AKP'ê ye. Bi qasî desthilatdariya AKP'ê heta niha kesî tim û daîm negotine yek milet, yek dewlet, yek al. Beriya Erdogan ên di nava vê nêzîkatiyê de bûn nebûn. Belê desthilatdarên dijberê Kurdan hebûn, polîtîkaya dewleta klasîk der barê pirsgirêka Kurd de hebû, lê ne Demîrel, ne Yilmaz, ne Çîller ne Ecevît ne jî yên din her sibeh êvarê negotin yek milet, yek welat, yek al.

Pirsgirêka Kurd bi nêzîkatiya vê desthilatdariyê ya wê desthilatdariyê çareser nabe. Bi têkoşîna demokrasiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser dibe. Desthilatdariyên ku polîtîkaya xwe ya demokratîk nîne, nikare çareser bike. Desthilatdariyeke ku armanca xwe ya demokratîkbûnê tine be nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Desthilatdariya AKP'ê ya heyî dijminê demokrasiyê û dijminê hêzên demokratîk hebûyane. Kî qala demokrasiyê dike, kî vê rejîma zordar rexne dike yekser digire. Li devereke wiha hêvî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gengaz e?  Berevajî, neçareseriya pirsgirêka Kurd girantir dibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd li aliyekî, di pirsgirêka Kurd de sibeh heta êvarê qala qirkirin, eciqandin, tinekirinê dikin. Di rewşeke wiha de ku ev rastÎ hemû tên dîtin, hewl didin nîşan bidin ku qaşo Kurd wê biçin deng bidin AKP'ê, wê helwesta xwe ya di hilbijartinên 31'ê Adarê de biguherînin. Em careke din destnîşan bikin, hewldaneke bi vî rengî ya afirandina atmosfera xapandinê karê gladyoya qesrê ye. Bi vê yekê re dixwazin Kurdan û hêzên demokrasiyê li dijî hev rakin. Dixwaze polîtîkaya Kurdan a ji bo têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê biderizînin.

Kurd ne ji bo xatirê CHP'ê ne jî ji bo xatirê Îmamoglû deng didin, Kurd ji bo xwe deng didin. Ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê deng didin. Jİ ber vê yekê helwesta xwe naguherînin. Ji xwe têkçûna desthiladariya AKP-MHP'ê ji bo Kurdan serketineke mezin e, eger desthilatdariya AKP-MHP têk biçe wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe. Lewma hêzên demokrasiyê li ku bin HDP û Kurd jî wê li wir bin. Nabe ku hêzên demokrasiyê li aliyekî HDP li aliyê din be. HDP ne ew partiye ku armanca xwe 12 ji sedî yê dengan e. Mîna ku Rêber Apo got, partiyeke ku dikare herî kêm 30 ji sedî yê dengê civaka demokratîk werbigire. Di vê çarçoveyê de dikare dengekî zêde ji bingeha CHP'ê werbigire. Wekî din hêzên deng didin AKP'ê dikarin ji wan jî deng werbigire. Eşkere ye ku civata HDP'ê hêzên demokrasiyê, kedkar, jin, ciwan, bindest û civakên zext û zordariyê dibînin. Lewma partiyeke ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê sekna herî hevgirtî nîşan dide. Lewma çavkaniya spekulasyona 'Kurd wê deng bidin AKP'ê' AKP bi xwe ye, ji aliyê wan ve di rojevê de tê hiştin. Li aliyê din hin derdorên neteweperest ên di mijara pirsgirêka Kurd de ji AKP û MHP'ê cuda nafikirin, xwe li îdîayên gladyoya şer a AKP-MHP'ê digirin. Îmamoglû têk biçe yên ku dixwazin sedema vê têkçûnê bixin stuyê Kurdan, bûne parçeyek ji vê spekulasyonê. Lê belê Kurd û HDP wê guh nedin gladyoya qesrê, guh nedin nêzîkatiyên MÎT'ê û guh nedin gotinên 'Kurd nêzî AKP'ê dibin' ên hêzên cuda, wê di rêya xwe ya rast de bimeşin. Rêya ku zanin û rast e, rêya 31'ê Adarê ye. Di wê rêyê de pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê dikare bê vekirin, li Tirkiyeyê zîhniyet û rêbazeke nû ya siyasetê dikare bê afirandin. Ji ber vê yekê Kurd wê di 23'ê Hezîranê de teredût nekin û biryardariyeke mezin dengê xwe bidin. Nêzîkatiya 'em qebûl nekin jî em ê dengê xwe bidin' şaş e. Qebûlnekirin çi ye? Kurd deng ji bo xwe didin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd didin. Jİ ber vê yekê, divê bi biryardarî, kêfxweşî û bi daxwaz helwesta xwe ya 31'ê Adarê nîşan bidin.

Bînalî Yildirim di demeke kurt beriya niha de çû Amedê, qala Kurdistanê kir. Diyar kir ku li meclîsa destpêkê mebûsên Kurdistanê hebûn, yên Lazîstanê hebûn. Wekî din qala komkujiya Dersimê kir. Diyar kir ku di nava wê de berpirsyariya CHP'ê hebû. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Bînalî Yildirim çima ji nişka ve çû Amedê û bi vî rengî axivî?

Zarokek jî ji axaftina Bînalî Yildirim fêhm dike. Çima çû li Amedê axivî. Çima beriya hilbijartinên Stenbolê axivî? Her kes fêhm dike. Ji bo fêhmkirina wê pêwîstî pê nîne ku mirov siyasetmedarekî şareza bin. Mirovên li taxekê, li qehweyekê, li malekê, li civatekê zane ku ev axaftin ji bo hilbijartinên Stenbolê ye. Ji bo xapandina Kurdan e, ji bo wergirtina dengê Kurdan e. Gelo aqlê Kurdan ewqasî kêm dibînin? Kurdan nezan dibînin. Heqaretê li Kurdan dikin, henekê xwe bi wan dikin. Tu yê êrîşî parlamenteran bike yên ku li meclîsê gotin Kurd-Kurdistan, tu yê sixêfan lê bike, tu yê nehêle kes qala Kurd û Kurdistanê bike, piştre jî li Amedê tu yê bêje Kurdistan. Bi serokatiya Bînalî Yildirim li meclîsê bi rengekî vekirî hate gotin ku gotina Kurd û Kurdistan qedexe ye. Cezayê derxistina ji meclîsê li parlamenteran birî. Ev yek wê li meclîsa ku bi serokatiya te rû bide, piştre jî tu yê biçe li Amedê qala Kurdistanê bike. Kî wê te cidî bibîne? Di demeke kurt beriya niha de Erdogan beriya hilbijartinên 31'ê Adarê got, 'Kurdistan nîne, yên dibêjin Kurdistan bila biçe Iraqê'. Parlamentera jin a AKP'ê qaşo yek ji parlamenterên wan ên lîberal e û wekÎltiya serokatiya meclîsê kir, pirsa 'Kurdistan li ku derê ye kir?' Osman Baydemîr wê demê di çapemeniya wan de hate lînçkirin. Niha jî li her derverê tabelayên li ser Kurdîtiyê radikin, dixwazin her tiştên bi navê Kurdistanê ji holê rakin, lê Bînalî Yildirim ji bo hilbijartinên Stenbolê dibêje Kurdistan û jê heye ku wê bi vî rengî karibe ji Kurdan deng werbigire. Gelo ev pêkan e? Li aliyê din dibêe ku CHP'ê li Dersimê komkujî kir. Lê di dema nêz de meclîsa şaredariya Dersimê biryar da ku tabelaya 'Dersimê' daliqîne, li dijî vê yekê medya AKP'ê nerazîbûn nîşan da. Wezîrên desthilatdariya AKP'ê walî û dozger xistin nava liv û tevgerê. Dersimî kirin hedef. Hema bêjin ku ji ber gotina Dersimê bi kar anîn, wê li dijî Dersimê dest bi sefereke din bikin. Di nava rastiyeke wiha de Bînalî Yildirim û yên aqil didin wî bi gotina Kurdistanê li Amedê, bi du peyvên Kurdî nikare kesî biaxpîne. Dogan Gureş ku berpirsyarê şerê qirêj ê salên 1990'î yê li Kurdistanê ye, çû Şirnexê û bi du gotinan Kurdî axivîbû.

Kurd ji Bînalî Yildirim re vê dibêje; 17 sal in tu li ser desthilatdariyê ye, karê te kiriye çi ye? Ji bilî zilma li Kurdan, ji bilî girtina siyasetmedarên Kurd, ji bilî êşkencekirina Kurdan te çi kir? Ewqas parlamenter, hevşaredar çima girtî ne? Tu çima îradeya Kurdan tine dibîne. Di nava 6-7 salên dawî de çima derketina zozanan li Kurdistanê qedexe ye. Çima her roj li çend bajarokan derketina derve qedexe ye, derketina çiyê qedexe ye. Deh bajarên Kurdan hate hilweşandin û şewitandin, Efrîn hate dagirkirin, yê ku ev kir ne desthilatdariya AKP'ê bû? Ev desthilatdarî dixwaze koka Kurdan ji holê rake. Lewma kes gotina Bînalî Yildirim cidî nabîne. Gotinên serokê giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li holê ne, eşkere ye ku dema ew serokê meclîsê bû kesên li meclîsê gotin Kurd û Kurdistan çi hate serê wan, çi heqaret li wan hate kirin. Lewma ya ku hate kirin propagandayeke erzan e. Jİ ber ku ev dîtin; ne tenê li Stenbolê, li Antalya, Mersîn, Edene, Hatay, Enqere yanî li metropolên Tirkiyeyê Kurdan kirin ku AKP têk biçe. Ji ber vê yekê qezençkirina şaredariya Stenbolê ji bo AKP'ê gelekî girîng e. Hilbijartinên Stenbolê jî gelekî girîng e. Ji bo di vê hilbijartinê de bi ser bikevin wê her tiştî bêjin. Ji bo serketinê wê her derewê bikin. Ji bo qezenkirinê dikarin bêjin ku wê deryayê bînin Amedê. Sibe Erdogan dikare rabe derewan bike, hinekî din derewan bike. Ji ber ku di desthilatdariya AKP'ê de çi nehate gotin, çi nehate jibîrkirin!

Di dema berxwedanê de nameyên girtiyan, peyam û nivîsên wan hatin weşandin. Gelo derfetên we çêbû ku bişopînin. Dema ku dilsozî û biryardariya xwe nîşan didan hem rexnedayina xwe dikirin hem jî rexne dikirin. Bi taybetî di mijara rêxistiniya civakî û çalakiyan de rexne dikirin. Rexne hinekî li kadroyên derve bû. Hûn vê çawa dibînin?

Bi taybetî rexneyên girtiyan ên di mijara rêxistiniya civakî û têkoşîna civakî de kirin mafdar in. Ji ber ku tevî ku berxwedaneke mezin nîşan dan, tevî ku tecrîdeke giran li ser Rêbertî hebû, tevî ku desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê meşand, Efrîn dagir kir û gef li Bakurê Sûriyeyê xwar, tevî ku li dijî Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriyê dike, li Bakurê Kurdistanê hem li qada siyasî hem jî têkoşÎna civakî ya rêxistinbûyî kêm bû. Ji ber vê yekê rexneyên hevrêyên li zindanan ên li ser qada siyasî, rêxistiniya civakî û çalakiyên civakî mafdar in. Rêber Apo di hevdîtina parêzeran û hevdîtina malbatê re ev kêmasî rexne kir. Bi rengekî vekirî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê heta deverekê bandor û encamên xwe heye, lê belê ya esasî têkoşîna civakî ye, encamên têkoşîna civakî ye. Ji ber vê yekê berpirsyariya her kesî ye ku kêmasiyên çalakî û rêxistinî ya dema vê pêngavê bibînin, li gorî wê rêxistinî û çalakiyên xwe xurt bikin, ji bo bidawîkirina tecrîdê têkoşîna demokratîkbûnê xurt bikin û di vê çarçoveyê de tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin. Piştî ku hevalên di rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê de şehîd bûn, gelê Kurd, gerîlayên li derve û kadroyan wiha fikirîn; eger hevalên li zindanan jiyana xwe feda dikin, di nava wan şertên zehmet de têdikoşin, derfetên me yên li derve zêdetir e, divê em bêhtir têkoşînê xurt bikin. Ji ber vê yekê piştî berxwedana 14'ê Tîrmehê lêpirsîna li nava civakê dest pê kir, ku ev yek veguherî rêxistinbûn û têkoşînê. Her wiha kadroyên li derve gotin, eger yên li zindanan ewqas fedakariyê dikin û jiyana xwe fedad ikin, derfetên me li derve zêdetir in û dest bi têkoşîna gerîla kirin. Di vê çarçoveyê de têkoşîna azadiyê bi pêş ve çû.

Di vê demê de jî eger bi hezaran hevrêyên me li zindanan ketin greva birçîbûnê, eger Leyla Guven bedena xwe heland, wê demê yên li derve, ciwan, jin, her kes dikarin hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin. Ya ku divê were kirin ev e. Zext û zordarî divê weke hincetekê neyên nîşandan. Li dinyayê bêyî têkoşînê azadî, demokrasî, maf û hiqûq bi dest neketiye. Bêyî dayina berdêlan, bêyî têkoşînê azadî û demokrasî bi dest nakeve. Mafekî herî nerm jî bêyî têkoşînê bi dest nakeve. Hemû pêşketinên demokratîk bi têkoşînê afirîne. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, eger pêşketineke demokratîk hebe, ev yek bi têkoşîneke bi berdêlan afiriye. Ji ber vê yekê bêyî ku zehmetî weke astengî bê dîtin, divê rêxistinbûn hebe, divê ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîn bê geşkirin. Ji xwe sekna hevrêyên li zindanan, sekna Leyla Guven, sekna hevalên li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, banga ji bo jin û ciwanan û tevahiya civakê ye ku xwe bi rêxistin bikin, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê çalakiyan xurt bikin. Ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê banga hilgirtina berpirsyariyê ye, banga liv û tevgerê ye.

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bû, zor û zehmetiyan derdixînin pêşiya tedawîkirina wan. Lê belê rastiya girtîgehên Tirkiyeyê tevî hebûna bi sedan girtiyên nexweş didome. Di 'pêvajoya diyalogê' de jî di mijara girtiyên nexweş de gav nehate avêtin. Gelo sedema vê helwesta dewleta Tirk çi ye?

Pirseke girîng e. Bi rastî jî karakterê dewleta Tirk bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Sala 2013'an tevî ku me polîs û leşkerên dîlgirtî berdan, dewleta Tirk girtiyekî nexweş jî berneda. Eger bi rastî jî diyalogeke, çareseriyek hebûya ev dikarîbû bihata kirin. Ji xwe nekirina vê bi xwe nîşan da ku desthilatdariya AKP'ê di pêvajoyê de ne samîmî ye. Ya rast mehek du meh piştî sala 2013'an eşkere bû ku desthilatdariya AKP'ê xwedî polîtîkayeke çareseriyê nîne, samîmî nîne. Tevî ku me hêzên xwe yên leşkerî vekişand, leşkerên dîlgirtî berdan jî desthilatdariya AKP'ê gavek neavêt. Her wiha gotin, 'diçin bila biçin heta dojehê'. Di wê demê de gelek derdoran ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin, lê belê desthilatdariya AKP'ê di vê mijarê de gavek neavêt. Lewma polîtîkaya dewleta Tirk a der barê zindanan de nêzîkatiya li Kurdan e. Ji xwe girtina bi hezaran siyasetmedaran li zindanan encama nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li Kurdan e. Encama dijminatiya li Kurdan e. Desthilatdariya AKP'ê veguheriye desthilatdariyek ji ya zîhniyeta 12'ê Îlonê jî paşdetir. Di desthilatdariya 12'ê Îlonê de jî hin kevneşopiyên dewletê didomiyan. Qet nebe hewl didan li gorî qanûnên xwe tevbigere. Di desthilatdariya AKP'ê de dijminatiyeke hişk û tund heye. Feraseta tolhildanê heye. Di şer de jî aliyên şer hurmetê nîşanî hev didin. Lê belê di desthilatdariya AKP'ê de nêzîkatiyeke wiha jî nîne. Herî dawî li Xelfetiyê piştî kuştina polîsekî teror li Xelfetiyê rakirin ku ev yek feraseta AKP'ê nîşan dide. Ji bo hilanîna tolê êşkence li jin, mêr û ciwanan kirin. Tundiya dewletê kir. Li girtîgehê jî tolê hiltîne. Cezayên ku dadgehan dane têra wan nake, li her deverê zext û zilmê li girtiyan dikin, bi nedermankirina girtiyan tolê hiltînin. Rastiyeke bi vî rengî ya dewletê li hemberî me heye.

Desthilatdariya AKP'ê jî di nava rastiyeke wiha ya dewletê de dijwar bûye, bûye xwedî karakterekî zordar. Em dikarin vê bêjin; Desthilatdariya AKP'ê veguheriye wê desthilatdariyê ku polîtîkayên zilm û zextê ya li Tirkiyeyê di nava xwe de gihandiye hev. Polîtîkaya ku niha li Kurdistanê hem li derve hem jî li zindanan tê meşandin wiha ye. Ji xwe çiqas dijminê Kurdan hebe piştgiriyê dide AKP'ê. MHP çima ewqasî destek da AKP'ê, çima hêzên ku di dijminatiya Kurdan de ispatkirî ne xwe li Erdogan girtin. Erdogan weke nûnerê xwe dibînin. Hin neteweperestên ku berê piştgirî didan CHP'ê, niha piştgiriyê didin AKP'ê. Dibêjin ku 'CHP bi terorîstan re li heman refî ye'. Çima, ji ber ku desthilatdariya AKP'ê dijminatiya li Kurdan gelekî dijwar kir. Bi qasî ku ji MHP'ê neyê wan di asteke bilind de dijminatiya li Kurdan kir. Bi qasî ku hêza bi navê Ergenekon nikaribe bike, AKP'ê kir, gihand asteke bilind. Li zindanan jî bi tolhildanê, bi hêrsê dike. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP'ê bi rastî jî di nava nêzîkatiyeke polîtîk a metirsîdar de ye, ti nirxan nas nake. Siyaset jî ji rêya wê derxistiye. Ji feraseta 'her tişt dikare bê kirin' jî derbas kiriye. Jİ ber vê yekê polîtîkaya di şexsê zindan û girtiyan de dike karaktera vê desthilatdariyê nîşan dide.

Parêzeran du hevdîtin bi Ocalan re kirin, 30'ê Gulanê careke din serlêdan kirin lê belê bersiva erênî wernegirtin. Lê belê destûr hate dayin ku malbat Ocalan bibîne. Di van hevdîtinan de hin nuqteyên pîvanî hene ku nehatine guhertin. Sê pênase; 'lihevkirina civakî', 'danûstandinên demokratî' û 'hêza nerm'. Mûxatabê vê kî ne?

Rêbertî di van hevdîtinan de diyar kir ku ew bi deklarasyona Newroza 2013'an ve girêdayî ye û di vê çarçoveyê de careke din destnîşan kir ku divê pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin. Rêbertî li zindana Îmraliyê timî vê nêzîkatiyê nîşan dide. Di çarçoveya danûstandinên demokratîk de, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze pirsgirêk çareser bibin. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Rêbertî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd eşkere ye. Di nava sînorên Tirkiyeyê de çareseriyeke bi danûstandinên demokratîk. Di vê mijarê de dibêje ku ew kûrtir bûye. Lewma Rêbertî peyam da gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya dinyayê. Ji ber ku di nava 3-4 salên dawî de desthilatdariya AKP'ê bi MHP'ê re ji bo Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd, ji bo Kurdan got 'dijminê herî nebaş ê li Tirkiyeyê' û bi vî rengî hewl da atmosferekê biafirîne. Di nava gelê Tirkiyeyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hin pêşketin hebû, di vê mijarê de nêzîkatiyeke nerm hebû. Lê belê desthilatdariya AKP'ê bi gotinên xwe yên salên dawî, bi polîtîkayên xwe re ev yek têk bir û polîtîkayeke welê meşand ku kes nema qala demokratîkbûnê û pirsgirêka Kurd bike. Welê lê bû ku ji bo mirov qala demokrasiyê û pirsgirêka Kurd bike divê xwedî cesareteke mezin be. Bi çavtirsandinê hewl da nêrînên bi vî rengî ji serê mirovan derxîne. Rêber Apo derfeta hevdîtinê ya ku berxwedêrên zindanan afirand nirxand û bi rêya parêzerên xwe careke din nîşan da ku ew, Tevgera Azadiyê, gelê Kurd bi çi rengî nêzî demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd dibin. Xwest ku pirsgirêka Kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de bi lihevkirina demokratîk çareser bibke. Gelên Tirkiyeyê careke din bi rengekî vekirî dîtin ku projeya Rêbe Apo ya ji bo Tirkiyeyê çi ye, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke çawa dixwaze, Rêber Apo kesayetekî çawa yê siyasî ye, Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke çawa ye.

Gotin; lihevkirina civakî gelekî girîng e. Desthilatdariya AKP'ê civak gelekî li dijî hev rakiriye ku ev yek di dîroka Komara Tirkiyeyê de ewqasî nehatiye dîtin. Belê, berê jî polîtîkayên li dijî Kurdan hebû, komkujî hatin kirin. Qirkirina Dersimê bû; zext, zilm hebû. Lê belê ew polîtîkayeke dewletê bû. Di asta civakî de dewletê nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Ji bilî çend hêzên neteweperest, nekarî derdorên Îslamî, gelê Tirk, kedkar û gundiyên Tirkiyeyê û Kurdan li dijî hev rake. Li Tirkiyeyê mirovan deng bida partiyên cuda jî li taxê ji ber ku deng dane partiyên cuda nebûn dijminê hev. Ewqasî li dijî hev bi hêrs nebûn. Li Tirkiyeyê partîzaniyeke mîna niha nebû. Li daîreyên delwetê karmend, burokratên ji nêrînên cuda yên siyasî ji nasnameyên cuda hebûn, karker hebûn. Niha ji bo yek bibe karmend û karker divê AKP'î û MHP'î be. Yanî parçebûna civakî li Tirkiyeyê ti carî di vê astê de nebû. Rêbertî anî ziman ku ev yek bi kêrî Tirkiyeyê nayê, hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê qala lihevkirina civakî kir ku pêşî li vê parçebûnê bigire.

Wekî din destnîşan kir ku pirsgirêk ne bi şer, lê bi danûstandinan dikarin bên çareserkirin. Eger pirsgirêk hebe divê mirov nîqaş bikin û çareser bikin. Maf, mafarî, wijdan, exlaq û nirxên demokratîk hene. Dema ku ev pîvan esas bên dîtin gelo kîjan pirsgirêk nayê çareserkirin? Divê mafê kesî neyê xwarin kes zextê li kesî neke. Kes ji kesî zêdetir maf nexwaze. Her kes ji mafê xwe razi be. Gelo zehmet e ku mirov vê yekê di nava maf, wijdan, edalet, mafên mirovan û pîvanên demokrasiyê de tespît bikin? Ji vî alî ve Rêber Apo qala danûstandinên demokratîk kir. Mijara hêza nerm jî deh salên dawî gelekî tê bikaranîn. Ji ber ku şer gelekî zerar dide, ji bo şer nebe amûreke ji bo çareseriyê, piştî Şerê Duyemîn ê Dinyayê rêxistnên mafên mirovan, çapemeniyê û hin hêzan zext li siyasetê kirin û xwestin pirsgirêkan çareser bike. Nêzîkatiyeke bi rengê 'demokrasiya tevlîkar' derkete holê. Deh salên dawî jî hêza nerm hate bilêvkirin û meyleke ji hêza çapemeniyê, çandê, aboriyê, nêrînê, entellektuel derkete holê ku dixwaze pirsgirêkan bêyî şer û tundiyê çareser bike. Rêber Apo dema ku got hêza nerm, mebesta xwe rêbaza li derveyî tundî û zordariyê ye. Rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jinan, yanî ev hemû hêz weke hêza nerm dibîne ku dikare bandorê li rêbazên li derveyî şer bikin. Dixwaze çareserî bi vê hêza nerm; hêza çapemeniyê, çand, huner, wêje, nêrînê bê kirin. Rêber Apo bi gotina aqil, çand, siyaseta demokratîk nîşan dak u ev hêz çi ne.

Niha beşek ji hêza nerm jî çapemenî ye. Eger çapemenî rast bê bikaranîn li Tirkiyeyê ji her alî ve wê fikir û nêzîkatiyeke erênî derkeve holê. Di dema agirbestê de daxwaza ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zêde bû. Demekê Erdogan qala demokratîkbûnê dikir. Wê demê rêjeya mirovên ku dixwestin tevlî nava Yekîtiya Ewropayê bibin gihîştibû 80 ji sedî. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa weke qadeke aştiyê û demokratîkbûnê dihate dîtin. Dema ku dijberiya Kurdan derkete pêş, ew nêzîkatî û têghiştin jî guherî. Dijberiya li Kurdan tê wateya dijberiya li demokrasiyê. Dema ku dijberî li nirxên demokratîk tê kirin hignî pirsgirêk bi dinyayê re derdikevin holê. Lewma rêjeya mirovên dixwestin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe kêm bû. Rêjeya yên dixwestin bikevin nava Yekîtiya Ewropayê jî kêm bû. Bêguman ketina nava Yekîtiya Ewropayê çiqasî kêrhatiye, çiqasî nekêrhatiye ew mijareke din a nîqaşê ye. Ji xwe di nava Yekîtiya Ewropayê de jî pirsgirêk hene. Li Tirkiyeyê dijberiya li Ewropayê di çarçoveya van nîqaşan de nayê kirin. Ji ber ku tê gotin ku divê pirsgirêka Kurd ne bi rêbaza şer bê çareserkirin, ya jî mîna şertê xweseriya rêveberiya xwecihî divê hin nirxên demokratîk hebe, dijberî li Yekîtiya Ewropayê tê kirin. Ji Yekîtiya Ewropayê re tê gotin, 'hûn çima van dixwazin, ev ê bi kêrî Kurdan were lewma hûn dixwazin, ji ber vê yekê jî hûn dijberê Tirkiyeyê ne' bi vî rengî dijberiya li Ewropayê tê sorkirin. Naxwe ne ji ber meseleya aborî ya jî serxwebûna siyasî dijberî li Ewropayê tê kirin.

Rêber Apo qala lihevkirina demokratîk, aştiya bi rûmet dike. Dixwaze ku ev yek bi hêza nerm, lihevkirina civakî û danûstandinên demokratîk bên kirin. Dema ku dest ji şer bê berdan û pirsgirêk bi hêza nerm; yanî bi aqil, çand, siyaseta demokratîk bê çareserkirin hingî pêşî li aştiya bi rûmet û lihevkirina civakî vedibe. Naxwe wê di şer de israr bike. Rêber Apo di hevdîtina dawî de ya bi malbatê re diyar kir ku bi şer dewleta Tirk nikare tiştekî çareser bike. Rêber Apo berî çend salan gotibû, 'eger hêza dinyayê di destê me de hebe em ê êrîşî kesî nekin, lê dinya jî bi ser me de bê em ê xwe biparêzin'. Bi vê gotinê nêzîkatiya xwe nîşan dabû. Wekî din gelek caran diyar kir ku 'em çareseriya bi şer naxwazin, di dawiya dawî de ya bê kirin danûstandina demokratîk e, çareseriya demokratîk e'. Bi vî rengî ji dewleta Tirk re got ku divê dest ji polîtîkaya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya bi şer berde. Îro jî vê nêzîkatiya xwe nîşan dide.

Bêguman mûxatabê van bangan hêzên demokrasiyê ne. Alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd a li derveyî şer e. Bêguman ji bo vê jî divê hebûna pirsgirêka Kurd bê qebûlkirin. Heta ku hebûna pirsgirêka Kurd neyê qebûlkirin, heta ku dest ji polîtîkaya qirkirina Kurdan neyê berdan, yanî dest ji aramnca qirkirina çandî ya Kurdan û hewldana Tirkkirinê neyê berdan, ne danûstandinên demokratîk dikare pêk were, ne prisgirêka Kurd bi hêza nerm dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê bi rastî jî divê zîhniyetek li Tirkiyeyê bi cih bibe ku hebûna Kurdan nas dike, Kurdan weke gel û neteweyekî nas dike û qebûl dike ku mafên wan ên bingehîn xwezayî hene. Ji ber ku zîhniyeteke wiha derneketiye holê pêvajoya ku Rêber Apo dibêje pêk nayê. Rêbe rApo bi van hewldan, nêzîkatî û helwesta maqûl dixwaze vê zîhniyeta tund a li Tirkiyeyê biguherîne. Dixwaza têgihiştina cihêkariyê ya li nava civaka Tirkiyeyê biguherîne û di nava yekîtiya Tirkiyeyê de pirsgirêkan çareser bike. Divê hêzên demokrasiyê hemû bibînin ku çarçoveya hewldanên Rêber Apo bi vî rengî ye û ji bo guhertina zîhniyetê bikevin nava hewldanan.

Mijareke bingehîn a her du hevdîtinan Sûriye, bi taybetî QSD bû. Ji ber ku di vê mijarê de jî spekulasyon hene, hûn dikarin qala detayan bikin?

Rêber Apo hem di her du hevdîtinên parêzeran hem jî hevdîtina bi birayê xwe re bal kişand ser mijara Sûriyeyê. Eşkere kir ku pirsgirêkên li Bakurê Sûriyeyê çawa dikare çareser bibe û nêzîkatiya wî çawa ye. Der barê van daxuyaniyên Rêber Apo de hin spekulasyon jî hatin kirin, mîna; 'Gelo bi Rêbertî re der barê mijara Sûriyeyê de bazarî tê kirin'. Bêguman ev spekulasyon in, di vê mijarê de nepêkane ku em tiştekî bêjin. Lê belê gotinên ku Rêbertî ji bo Sûriyeyê, Bakurê Sûriyeyê, Rojava û Kurdan got, ji bo afirandina zemîna çareseriya demokratîk li Sûriyeyê ye. Ji ber ku Rêber Apo Sûriyeyê baş nas dike. Civaka Sûriyeyê, gelên li Sûriyeyê, zîhniyeta dewletê baş nas dike, karakterê rewşenbîrên wê baş nas dike. Her wiha Kurdan baş nas dike, pêwîstiyên Kurdan baş zane. Wekî din hesabên hêzên navneteweyî yên der barê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê dibîne. Bi rewşa mûxalefeta Sûriyeyê zane. Bi qasî 20 salan li Sûrieyyê ma û di nava siyaseta Sûriyeyê de bû. Lewma rewşa siyasî, civakî, çandî, hevsengî û têkiliyên li Sûriyeyê baş zane. Li aliyê din kûrbûna wî ya der barê Sûriyeyê berfireh û hevgirtî ye. Kûrbûna ji bo Kurdan berfireh e. Tirkiyeyê baş nas dike. Di çarçoveya van rastiyan de Rêber Apo dixwaze di çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê de cih werbigire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê ji Rêber Apo bêhtir aktorekî baştir nayê dîtin. Nêrîn û nirxandinên Rêber Apo rê li ber çareseriyê vedikin.

Ji xwe niha li Bakurê Sûriyeyê ya jî li gelemperiya Sûriyeyê yekane rêbaza çareseriyê rêveberiya Bakurê Sûriyeyê ye. Hêzên demokratîk û gelên li Bakurê Sûriyeyê hen. Ew jî di çarçoveya xeta Rêber Apo de tevdigerin. Dibêjin neteweya demokratîk, demokratîkbûna Sûriyeyê, di çarçoveya demokratîkbûna Sûriyeyê de qala xweseriya demokratîk, xwerêvebirina xwe dispêre demokrasiya herêmî dikin. Dixwazin jin di qada civakî û siyasî de bi bandor bin. Dixwazin bawerî, nasname, nirx hemû bi hev re di nava xwerêveberiyê de hebin. Ev hemû nirxandin û nêzîkatî hevpariya çareseriyeke li Sûriyeyê ye. Di rewşa heyî de bi nêzîkatiyên rejîma Sûriyeyê gelo pirsgirêkên li Sûriyeyê dikarein çareser bibin? Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûnê dikare çareser bibe? Çeteyên pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê re hene, hêzên OSO ji wan re dibêjin, gelo çareserî ji wan tê? Bi rêxistinên mîna DAÎŞ'ê li Sûriyeyê kîjan pirsgirêk dikare bê çareserkirin? Her yek ji wan xwe ferz dikin. Tirkiye xwe ferz dike. Nêzîkatiyeke hêzên navneteweyî ya lihevkirinê nîne. Jİ ber ku ew jî li berjewendiyên xwe difikirin. Di çarçoveya berjerwendiyên xwe de polîtîkayê dimeşînin... Di çarçoveya demokratîkbûna Sûriyeyê de divê hurmet li mafê her kesî bê nîşandan. Vê yekê jî gelên Bakurê Sûriyeyê, Rêbe Apo nîşan dide.

Rêber Apo dixwaze pêşî li şer bigire. Ne dixwaze ku dewlet û Kurd şerê hev bikin, ne jî Kurd û dewleta Sûriyê û û dewleta Tirk şerê hev bikin. Armanca Rêber Apo ew e ku Kurd û hemû gel, bawerî bê şer bijîn. Projeya Sûriyeya Demokratîk datîne holê ku ti hêz şerê hev nekin, her kes bi heqê xwe razî be. Rêbertî di hevdîtinê de ev ramana xwe ya li ser Sûriyê daniye holê. Ev dîtiye; li Sûriyê di navbeyna Kurdan û dewletê de, di navbeyna Tirkiyê û Kurdan de, di navbeyna hêzên navnetewî û Tikriyê û Kurdan de rageşî heye. Di navbeyna van gelek hêzan de, rewşeke hevkişkişandinê heye ku rageşiyê tîne û çareseriyê bi xwe re nayîne. Rêber Apo dixwaze ji vê re çareseriyekê bîne.

Bi nêzîkatiya xwe dixwaze vê rewşê ji holê rake. Du hevdîtinên Rêber Apo jî têkilî rewşa siyasî ya berdest a Sûriyê ye. Bi îhtîmaleke mezin dewlet çûye nerazîbûna xwe ya ji polîtîkaya Kurdan a li ser Sûriyê aniye ziman. Rêbertî helbet ji her hevdîtinê, ji her axaftin û nerazîbûnê, ji her nirxandinê encamekê derdixîne. Tu dixwazî tiştekî dî bibêjî lê Rêbertî ji axaftinan niyet û nêzîkatiyan fêhm dike. Ji vî alî ve, dibîne ku li wir rewşeke tengezar heye, her kes ditengije û dixwaze wiha nêzîktêdayineke bi çareseriyê deyne holê. Lê dema ku vê dike jî helbet dixwaze hurmet ji mafê kurdan û gelên din re jî were girtin.

Dibêje li Bakurê Sûriyê bi rejîmmê re, bi dewletê re lêgerîna aştiyê dibe, lê divê ev bi mîsogeriya bi çarçoweya destûra demokratîk be. Çareseriya xweseriya demokratîk pêşniyar dike. Pêşniyar dike ku demokrasiya xwecih bi mîsogeriya destûrî be. Naxwe naxwaze ku Kurd dev ji heqê xwe biqerin, Sûriyê li gorî dile xwe çareser bike, an jî çareseriyeke li gorî dilê Tirkiyê ku mafê Kurdan neyê naskirin naxwaze, an jî çareseriyeke ku vîna demokratîk gelên din nebe, an jî rejîmeke otorîter, bi zextê ku çeteyên bi ser Tirkiyê ve dixwazin, pêk were, naxwaze.

Rêber Apo pergaleke ku mafê Kurdan mîsoger nebûyî qebûl nake. Ji bo vê jî dema ku dibêje li Sûriyê bi rejîmê re, bi dewletê re heke wê çareserî bibe divê bi çarçoweya destûrî be, dema ku dibêje divê mafên Kurdan mîsoger bibin, dibêje, divê ev li  her deverê derbasdar bibe. Li Tirkiyê jî divê mafên Kurdan bi mîsogeriya destûrî bin, li her deverê divê bi mîsogeriya destûrî bin. Heke mîsoger nebe,  hişmendiya wan rêveberiyên ku bi parametereyên sedsala 20'an ava bûne û difikirin, bi dijminatiya  Kurdan e û qirkirina Kurdan e.

Vê baş dizane. Di sedsala 20'an de mirovên ku li  Rojhilata Navîn di nav netew-dewletan de dijîn dijberê Kurdan in. Hişmendî, polîtîka û hişmendiya rêveberî ku Kurdan ji holê rakin gihaye. Ev hişmendî, sepandin û polîtîkayên taloke ne. Ev nayên qebûlkirin. Ji ber vê jî, bi destûrên demokratîk divê maf werin mîsogerkirin, bi vî rengî nêzîktêdayin kiriye. Dema ku vê datîne holê jî,  dixwaze ku di nav sînorên siyasî yên dewletên berdest de çareserî bibe.

Têkilî pirsa jorê, hevsenga ku hem hesasiyetên Tirkiyê û hem jî yên Kurdan bi çareseriyeke destûrî, çawa dikare were danîn; pêkan e ku Tirkiye dev ji deverên ku dagir kiriye, biqere? Ji bilî hêzên herêmî, rola hêzên navnetewî wê çi be?

Bêguman ne rehet e ku mirov bi nêzîktêdayinên berdest hevsengeke li gorî berjewendiya her kesî deyn. Ji bo vê hewceyî bi hişmendiya demokratîk heye. Rêbertî ji ber vê jî li ser hişmendiya demokratîk radiweste. Dema ku behsa çareseriya destûrî dike behsa çareseriya demokratîk dike. Heke çareseriya destûra demokratîk bibe, hevsengeke ji hêla her kesî ve were qebûlkirin dikare were danîn. Ji ber vê jî her kes wê ji proje û polîtîkayên xwe hinekî deyne. Wê nebêje, tişta ku dibêjim, wê bibe. Rejîm jî nikare bibêje bila weke berê be. Tirkiye jî wê nikaribe bibêje bila li wir kUrd nebin xwedî xwerêveberiyê, xweseriyê. An jî komên cuda yên muxalîf nikarin bibêjin ew li dij in ku Kurd bibin xwedî maf.

Ango li vir hêzên navnetewî nikarin bibêjin heke li vir wê pergalek hebe divê pêgirê me be, li gorî berjewendiya me be. Ji vî alî ve, polîtîkayên her kesî yên ku heta niha danîne ji ber ku tenê neçareserî anîne, naxwe wê demê divê dev ji polîtîkayên xwe yên berdest biqerin. Tirkiye helbet divê dev ji dagirkirina Efrînê biqere. Divê Tirkiye li ser Sûriyê ti hesabî neke. Tekane hesabê wê divê ew be ku têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê baş bin. Sûriyeya ku wê nû bi dirûv bibe ne dijmin û dijberê Tirkiyê be. Divê ti hêviyeke dî ya Tirkiyê nebe. Bêguman pergaleke ku têkiliyên aborî, siyasî, civakî baş be, hewce ye, dikare wer xwestin ku Sûriye ne dijberê Tirkiyê be.  Lê heke demokratîkbûn weke dijberê Tirkiyê were dîtin, heke xwedîmafbûna Kurdan weke dijberiya Tirkiyê were dîtin, helbet, hevsengeke li gorî hesasiyên her kesî çênabe.

Rêbertî dibêje ji bo ku tirba Şah Silêman biçe cihê berê Kurd wê astengiyan dernexin. Heke dewleta Tirk dixwaze vê bi şer bike ev şaş e, li şûna vê bi Kurdan re li hev bike, bi axaftinê dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Jixwe Kurd ti bêhurmetiyê li nirxê netewî û çandî ya ti neteweyê nakin. Ji nirxê her kesî, her welatî re hurmetdar in. Kurd tenê azadiya xwe, jiyana xwe ya demokratîk dixwazin, bi xwerêberiya xwe, statûyeke siasî ya ku dikarin xwe pê rê ve bibin, dixwazin. Heke hurmetê bidin vê Kurd jî bi Tirkiyê re dikarin bi dostanî, bi xwîşk û biratî bijîn, bi rejîma berdest re jî, di nav sînorên Sûriyê de bi xwîşk û biratî dikarin bijîn. Jixwe ti pirsgirêka Kurdan bi gelên Ereb û Sûryan re tine. Bi Ereban re, îro li Bakurê Sûriyê pergaleke hevpar hatiye danî, bi xwîşk û biratî dijîn.  Tirkiye, DAÎŞ û hêzên cuda her çendî xwestibin ku Ereb û Kurdan bi hev bidin şerkirin jî bi ser neketine. Yekîtiya Kurd û Ereban, yekîtiya Kurd û Suryaniyan çêbûye.

Hişmendiya neteweya demokratîk geş dibe. Ji vî alî ve bi hişmendiyeke demorkatîk mirov dikare hesasiyetên hemû hêzan bifikire. Tirkiye û Kurd li bara hev dikarin guh bidin hesasiyetên hev.  Kurd dikarin guh bidin hesasiyên hêzên Sûriyê yê, yên rejîmê. Ji ber ku Kurd car caran têgihiştineke wiha çêidkin wek ku wê Sûriyê dabeş bikin. Hin derdor dixwazin li ser Kurdan têgihiştineke wiha çêbikin. Naxwe ti nêzîktêdayineke Kurdan ku ne Sûriyê, ne Tirkiyê, ne Iraq û Îranê dabeş bikin, tine ye. Li ser demokratîkbûna van welatan, li ser demokratîkbûna Rojhilata Navîn dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heke demokratîkî bibe, sînor wê nerm bibin. Kurd ne bi wê nêzîktêdayina avakirina dewletê ne. Ya ku wê pêşî li her cure milliyegiriyê bigire demokratîkbûn e. Heke demokratîkî bibe, dewletên berdest wê dev ji fikara dabeşbûnê biqerin. Heke demokratîkbûn bibe, meyla dewletxwazî, milliyetgiriyê ya di nav Kurdan û hêzên din de wê rabe.

Bêguman niha li herêmê Şerê Cîhanê yê 3'yan heye, ji ber vê jî bandora hêzên navnetewî zêde ye. Bandora DYE û Rûsyayê zêde ye. Têkiliya DYE'yê bi Tirkiyê re heye, dîsa bi Misir, Siûdî re heye. Têkiliya Rûsya bi Îran û Sûriyê re heye. Têkiliyên Rûsya û  Îranê berfireh in. Ji ber vê jî, di polîtîkayên herêmê de Rûsya û Îran bi hev re dimeşin. Li ser Sûriyê her çendî carcaran pirsgirêk çêbibin jî diyar e ku Rûsya û Îran polîtîkayeke hevpar dikin. Ji ber ku Rûsya û Îran hema welatên sînorên wan digihin hev. Ji ber vê jî, Îran li Rojhilta Navîn ji bo Rûsyayê welatekî girîng e. Rûsya dixwaze vê têkiliyê bidomîne, kûr bike. Rola hêzên herêmî jî heye, lê hêzen herêmî jî, weke parçeyek ji hêzên derve polîtîkayê dikin.

Ji ber ku hê jî ji hêla aborî, leşkerî û siyasî ve potansiyela Rûsya û DYE'yê zêde ye. Di rewşeke wiha de ne ku dikarin geşedanên siyasî diyar bikin, bandorê li ser bikin. Ji ber vê jî, polîtîkaya wan girîng e. Dema ku ew bi risteke negatîf rabin, çareserkirina pirsgirêkan ne hêsan e. Ji vî alî ve, divê hêzê navnetewî jî, di çareseriya pirsgirêkan de, ne bi helwestê bin, ku tim bibêjin, ez û ez û pirsgirêkan nexetimimînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan dikarin bi risteke erênî rabin. Lê dema ku tenê behsa berjewendiyên we bikin bi rastî jî wê ne rehet be ku pirsgirêk çareser bibin.  Di vê rewşê de jî divê hêza gelan derkeve holê. Heke hêza gelan, rêxistiniya wan, têkoşîna wan a hevpar sazkar bibe, polîtîkayên hêzên herêmî û navnetewî ku tenê li ser berjewendiyê ne û dibine sedema ku pirsgirêk kûrtir bibe, dikarin werin çareserkirin.

Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan li ser tiştên ku van çar salên dawî  hatine jiyîn dibêje, ''Pir kambax/pir nebaş'' û biryardariya ku Danezana Newrozê ya 2013'an zêdetir kûr bike, zelal bike û didomîne. Hêviya wî çiye, bi vî karakterê desthilata berdest re pêkan e?

Bi vê helwesta xwe datîne holê ku polîtîkayên şer ên ku van 4 salên dawî hatiye jiyîn Tirkiye aniye çi rewşê, sedema ku Tirkiye niha xitimî ye ev polîtîka ne. Dibêje, alternatîfa wî, ew raman in ku di danezana Newrozê ya 2013'an danîbûn holê û dikare vê alternatîfê kûrtir bike û bêhtir dahurîne. Ev vê dibêje; ji bilî demokratîkbûnê li Tirkiyê pirsgirêk çareser nabin. Tekana rêya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê li ser demokratîkbûnê çareseriya pirsa Kurdan e, bang ev e. Ev bang li hêzên demokrasiyê ye. Li wan hêzên siyasî ye ku bi potansiyela demokratîkbûnê ne û ev meyla wan heye.

Ji ber ku heta ku demokratîkbûn û nêzîkatiya demokratîk nebe, pratîkkirina danezan Newroza 2013'an, kûrkirina vê, ji bo ku bibe rewşa alternatîfbûnê ne pêkan e. Heke hêzên demokrasiyê li danezana Newroza 2013'an xwedî derkevin, ên ku dixwazin ku pirsgirêk ne bi şer lê bi hêza nerm çareser bibe, lê xwedî derkevin, dikare pratîk bibe. Hêzên ekonomîk ên Tİrkiyê jî di nav vê de ne. Di polîtîkaya berdest de ekonomiya li Tirkiyê jî xitimiye. Ji ber ku heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, krîza siyasî, civakî, çandî jî didome. Di vê rewşê de pirsgirêkên aborî girantir dibin. Ji vî alî ve, helbet bi desthilata berdest nabe. Desthilata berdest bi hişmendiyeke demokrasiyê ye? Pir hişkere daniye holê ku ne bi hişmendiyeke demokratîk e. Ha mirov ji vê deshtilatê demokratîkbûnê hêvî bike ha jî mirov li bendê bimîne qantir bize. Lê ku hêzên demokrasiyê têkoşîneke karîger bikin, têkoşîna demokrasiyê geş bikin, wê demê ji bêgavî dikare gavên demokratîkbûnê bavêje.

Zehmet e ku ev desthilat ji ber xwe ve gavên demokatîkbûnê bavêje. Bi vê polîtîkaya şer ti pirsgirêk çareser nabin. Heke bi asta ku were gotin, bi van polîtîkayan Tirkiyê hildiweşînî, di bin vê de tu yê jî bimînî, têkoşîna demokrasiyê were dayin, vîna demokratîk derkeve holê  û demokratîkbûn were ferzkirin, dibe ku hin geşedan çêbibin. Lê ji bo vê divê hêzên demokrasiyê xurt bibin. Divê hêzên demokrasiyê têkoşînê geş bikin. Ji ber vê jî, ji desthilata berdest  hêviya çareseriya demokratîk û gaveke bi vê çarçoweyê şaşî ye. Ji hêla Rêber Apo ve, ji hêla me jî hêviya me ew e ku hêzên demokrasiyê bi hevparî têbikoşin. Li danezana 2013'an, li wî giyanî xwedî derkevin. Û hêzên demokrasiyê, şoreşer dikarin li vê xwedî derkevin. Li Tirkiyê heta ku hişmendiya demokratîk çênebe, meseleya Kurdan çareser nabe.

Kîjan desthilat dibe bila bibe, bi rûniştin û axaftinê pirsgirêk çareser nabe. Bêyî avakirina hişmendiya demokratîk, bêyî avakirina demokratîkbûnê ne pêkan e ku pirsgirêk werin çareserkirin. Heke çareser bibûna van 10 salên derbas bûyî wê çareser bibûna. Li gel krîz û şerê giran jî gav nehate avêtin. Ji ber ku hişmendî li ser hîmê dijminatiyek hişk a li Kurdan ava bûye. Divê ev were şikandin. Ev jî encex bi hişmendiya demokratîk dikare wer şikandin. Heta ku hişmendiya demokratîk çênbe, ev hişmendiya dijî Kurd, dijminê Kurd a li Tirkiyê nayê şikandin, ji ber vê jî, heta ku ev hişmemndî neyê şikandin, ti pirsgirêk çareser nabe. Ji vî alî ve jî bêyî têkoşîna demokratîkbûnê, bêyî danîna tifaqa hêzên demokrasiyê, bêyî yêkoşînê, ji desthilatekê bendewariya çareseriyê xwexapandin e. Ji alî Kurdan ve ev tê maneya ku xwe bidin ber kêra qirkirinê.

Têkane rêya ku xilasiyê ya ji ber kêra qirkirinê têkoşîna demokratîkbûnê ye. Mirov nikare ji filan û bêvan deverê tiştekî hêvî bike. Bi têkoşîna demokrasiyê ev pirsgirêk wê çareser bibe. Bêguman tenê bi têkoşîna Kurdan nabe. Têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Kurd û hêzên demokrasisyê yên Tirkiyê, giyana danezana Newroza 2013'an dikare pratîk bike. Danezana 2013'an wê demê jî berê wê li hêzên demokrasiyê bû niha jî berê wê li hêzên demokrasiyê ye. Hemû helwdana Rêbertî ya li Imraliyê ew e ku têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê, zemîna vê têkoşînê xurt bike. Berê hemû gotin û hewldana wî li vê bû. Ji ber ku, dizane heta ku reşweke wiha neyê afirandin pirsgirêk çareser nabe.

Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinan de dibêje, ''aştiyeke birûmet'' û ''çareseriya siyaseta demokratîk'' ya esas e. Bi maweyeke kurt hûn nîşaneyên vê dibînin?

Derfetên aştiyeke birûmet, çareseriya bi siyaseta demokratîk a Rêber Apo li gorî berê zêdetir bûne. Li Tirkiyê giranbûna pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî, xitimandineke mezin, çareseriya vê pirsgirêkê nêzî dike. Ji ber ku, ya ku kirî ev hemû pirsgirêk werin vê rewşê neçareseriya pirsgirêka Kurdan e. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî, dîplomatîk ên Tirkiyê bi îstîkrar nabin. Neçareseriya pirsgirêka Kurd qeyd û bendê lingê Tirkiyê ye. Ev her ku diçe zêdetir tê fêhmkirin. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe bide şer û bixwaze wiha çareser bike jî nikare çareser bike. Ev jî çareseriya lezgîn a pirsgirêkê hewce dike.

Ya ku asteng e, hişmendî ye. Ji hêla objektîf ve, zemîna çareseriyê ya pirsgirêka Kurd giha ye, ji her alî ve giha ye. Lê hişmendiya klasîk a dewletê, derdora olîgarşîk ku hê jî dewletê di dest de digire, li ser hişmendiya qirkirina Kurdan li ser şer radiweste. Lê biya me ku têkoşîn were dayin çareserî ne dûr e. Têkoşîn çendî were geşkirin çareserî jî wê ew çend nêzîk bibe.  Heke em têbikoşin, hêzên demokrasiyê lê rawestin, siyaseta demokratîk wê sazkar bibe û aştiya birûmet wê bibe, wê mecbûr be ku bibe. Dibe ku têkoşîn bi rengekî tund didome, dewleta Tirk hemû derfetên xwe daye şer, jê weye ku bi zext û zilmê vê pirsgirêkê çareser bike, ji vê pirsgirêkê xilas bibe. Êdî ne pêkan e ku têkoşîna azadiya  Kurdan a ku bi dehan salan e têkoşîna azadiyê dide, li ser nasnameya xwe bûye xwedî fikrekî kûr, hîn bûye ku jiyana azad û demokratîk çiye, heq û hiqûq çiye, ne pêkan ek u Kurd ji daxwazên wan werin dûrxistin.

Giranbûna pirsigrêkên siyasî, aborî, civakî û çandî, giranbûna pirsgirêkan a di polîtîkaya derve de, ji aliyekî ve bi xwe re tîne ku çareserî radîkal be. Her ku pirsgirêk giran dibin, çareserî jî radîkal dibin. Ji vî alî ve dibe ku êş, tengezarî, zehmet hebin, lê heta ku têkoşîn hebe, şertên ku mirov pirsgirêkan bi ji kokê ve çareser bike, bi berfirehî û kûrbûyî çareseriya demokratîk deyne holê, zêdetir bûne. Her ku diçe ev zemîn xurtir dibe. Bêguman ev çareserî, tenê bi giranbûna krîzan ji ber xwe ve nayên. Lê di rewşên wiha de dema ku têkoşîn were geşkirin, çareserî jêneger dibe. Ji vî alî ve, em bi gotina, êrîş giran in, zehmetî pir in, em ne bi wê nêzîkatiyê ne ku xwe ji têkoşînê dûr bigirin. Berevajî, her ku têkoşîn hebe, em bawer dikin ku ev êrîş wê werin şikandin û çareseriyeke ji kokê em ê pêk bînin.  Têkoşîna Kurdan a bi dehan salan, zemîn û tecrûbeyeke wiha çêkiriye. Jixwe li derveyî pêşniyar û projeyên ku Rêber Apo û gelê Kurd danîne holê ne pêkan e ku pirsgirêkên Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn werin çareserkirin.

Ocalan di hevdîtina dawî de got ew li bendê ye ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê were qedandin û got, ''Ez bi putepêdanî diyar dikim ku  ya esil ji niha û pê de hûn bi lêhûrbûneke têrkar û vînekê gel min bin û vê hêvî dikim.'' Li vir, ji ''ya esil ji niha û pê de'' divê mirov çi fêhm bike?

Hêviya Rêber Apo ya ji hevrêyên zindanan mezin e. Ji ber ku bi hezaran in. Mirovên wiha ne ku ji nav têkoşînê hatine û berdêl dane. Heke ev bigihin ser xeta Rêbertî, li ser xeta Rêbertî kûrbûneke îdeolojîk û polîtîk pêk bînin, lê difikire ku ev ê ji zindanê bibihure, di demokratîkbûna Tirkiyê de, di çareseriya  pirsa Kurdan de û demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bi risteke girîng rabe. Ji ber ku guherînên mezin ên di dîrokê de  yên xwedî hêza ramanê pêk anîne. Îro em ji pêvajoyeke wiha ya dîrokê derbas dibin. Rojhilata Navîn şoreşa xwe ya nû, dîroka xwe ya nû, bi rêya hêza ramanê wê pêk bîne. Ya ku wê vê pêk bîne jî xeta Rêber Apo ye. Ji ber vê jî Rêber Apo lê difikire ku hevrêyên li girtîgehan  li ser xeta wî kûr bibin û li ser vê xetê bibin xwedî vîneke mezin, di xeta Rêbertî de bimeşin, ne tenê wê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftinên mezin bîne. Rêber Apo ji bo ku ramana xwe vebêje û di vî alî de tiştên ku wê bikin tê çi maneyê beriya bi salan gotibû, ''Ev 40 sal in ya ku me kirî hazirî bûn, tiştên ku bi eslî em ê bikin ji niha û pê de ne.''

Ev zelal e; ramanên Rêber Apo, projeyên wî ji niha û pê de wê zêdetir di rojevê de bin. Xeta îdeolojîk a Rêber Apo, projeyên wî yên siyasî, li ser geşedanên siyasî yên Rojhilata Navîn zêdetir diyarker bin. Ji vî alî ve, Rêbertî ji ber ku dahatuyeke wiha ya ramanên wî heye, ji ber ku wê bi risteke wiha rabin, ji vî alî ve ji bo ku rista xwe karîgertir bi cih bînin, encamên wê ji bo ku mezintir bin, dixwaze hevrêyên li zindana bi lêhûrbûneke têrkar û vînê li gel bin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê û  Kurdistanê, van salên pêş me hemû geşedan wê ji hêla hêza ramanê ve werin diyarkirin. Ên ku di ramanê de ji pirsgirêkên Kurdistan, Tirkiye û  Rojhilata Navîn re bibine bersiv wê berê dahatuyê diyar bikin. Krîza Rojhilata Navîn vê bi bîr dixe.

Krîz, kaos tê maneya dema ramanên nû. Nîşan die ku yên berê krîz û kaosê diafirînin, neçareseriyê tînin, ji bo vê jî hewceyî bi bang, ramanên nû heye. Ji ber vê jî ramanên nû Rêber Apo danîne holê. Dema ku ev raman bi kaosê re dibi yek rê li geşedanên girîng vedikin. Rêber Apo ev pêvajoyên kaosê, ev kêlî, weke kêliyên afirînê nirxand. Vê rasteqîniyê jî bi vegotinên Sosyolojiya Azadiyê zelal dike. Niha Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji pêvajoyeke wiha derbas dibe. Gewhereke nû dertê holê, dirûvê berê belav bûye. Rêber Apo daniye holê bê ka wê dirûvê gewherê nû çawa be, çawa ava bibe û bi dirûv bibe. Ji ber vê jî Rêber Apo dixwaze hevalên li zindana ji vê hêza ramana wî re, ji  vê helwesta polîtîk re, ji vê xeta Rêbertî re bibin destek, vê bişopînin, berevaniyê li vê bikin û pratîk bikin. Ji aliyekî ve, ji hemûyan dixwaze, weke Hakî, Kemal û hemû şehîdan jê re bibin hevrêyên rasteqîn. Ji, ''esil ji niha û pê de'' mebest ev e. Diyar dike esil ji niha û pê de wê ramanên wî rê li ber geşedanên mezin vekin, ji ber vê jî, bi taybetî dixwaze ku kûrahiya van ramanan were jiyîn, vîna xwe ji vî alî ve qeyîm bikin.

Pêngava, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' ji niha û pê de wê çilo bidome?

Qonaxa pêşî ya pêngava ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' bi serkeftî bi dawî bûye. Ev jî, ji aliyekî ve ji bo azadbûna Kurdistanê divê mîna geşedaneke mezin were dîtin. Tecrîd bi temamî ranebûye lê deriyê Imraliyê hinekî vebûye. Faşîzm bi temamî hilneweşiyaye lê qels ketiye. Jixwe heta ku ev pêk neyên jî demokratîkirina Tirkiyê û azadkirina Kurdistanê ne pêkan e. Helbet, pêngava ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin''  ne têkoşîneke wiha ye ku di demeke kurt de bi encam bibe. Ji ber ku di navbeyna azadkirina Kurdistanê, hilweşandina faşîzmê, ango demokratîkirina Tirkiyê de têkiliyeke rasterast heye. Ji bo vê jî divê faşîzmê mirov bi paş ve bixe. Ji vî alî ve tecrîd hinekî şikiyaye û faşîzm hatiye qelskirin.

Dderfetên domandina tecrîdê qels bûne. Du hevdîtinên Rêber Apo yên bi parêzeran re, hevdîtineke bi malbatê re, nîşan dide ku deriyên Imrliyê hinekî vebûne, derfetên ku weke berê tecrîdê bidomînin nemane, hîmên wê yên îdeolojîk, siyasî, civkaî qels bûne. Êdî di rewşeke wiha ya ne meşrû, derî hiqûq e û ji hêla civakê ve nayê qebûlkirin. Daxwaza ku dewleta Tirk li pêgirê destûr û yasayên xwe be bûye hêzeke raya giştî. Ji vî alî ve divê mirov bibîne ku têkoşîna dijî tecrîdê serkefineke mezin aniye. Jixwe Rêbertî got, armanc bi cih hatiye.       Qelsbûna hîmên tecrîdê yên îdeolojîk, siyasî, civakî, danîna holê ya derhiqûqî û nerewabûna wê, dityarbûna ku ji hêla civakê ve nayê destpêkirin, li hemû cîhanê teşhîrbûna tecrîdê, têkoşîna ku tecrîdê bi temamî bişkîne, xurt kiriye. Ya ji niha û pê de were kirin ew e ku bi rê û rêbazên din were domandin. Di qelskirina faşîzmê de berxwedana li zindanan rola xwe lîstiye. Em dixwazin diyar bikin, ji vî alî ve helbet dayikên me yên Çarikspî, ji bo vebûna deriyê Imraliyê û qelsbûna faşîzmê roleke lîstine, em careke dî bi hurmet û hezkirinê wan slav dikin.

Bêguman pêngava, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' neqediyaye. Tecrîd ne tenê Bakurê Kurdistanê, ne tenê Kurdan, hemû Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê, Başûrê Kurdistanê û Îranê, hemû Rojhilata Navîn têkildar dike. Faşîzma li Tirkiyê ne tenê ji aliyê gelên Tirkiyê ve, ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve jî dibe faşîzm. Tê maneya êrîşa li ser hêzên demorkatîk ên Rojhilata Navîn. Li  Tirkiyê qelskirina faşîzmê her whia hemû gelên Rojhilata Navîn têkildar dike. Ji vî alî ve, têkoşîna şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê, ji hêla hemû gelan ve wê were rêvebirin. Jixwe heta ku Kurdistan azad nebe Tirkiye demokratîk nabe. Ji vî alî ve têkoşîna azadkirina kUrdistnaê, têkoşîna demokratîkkirin û azadkirina hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ev pêngav li hemû parçeyên Kurdistanê, yan jî li Sûriyê, li Iraqê, li hemû Rojhilata Navîn bi dirûşmên cuda, bi rê û rêbazên cuda wê bidome.

Di serdema pêş de hilweşandina faşîzmê û demokratîkirina Tirkiyê armanca sereke ye. Ji ber ku hilweşandina faşîzmê, demokratîkirina Tirkiyê her wiha têkoşîna şikandina tecrîdê û azadkirina Kurdistanê ye. Ji vî alî ve, nemaze di demek nêz de ya ku wê hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê bîne cem hev wê bibe dirûşma, ''Em faşîzmê hilweşînin, Tirkiyê demokratîk bikin.'' Ji ber vê jî em bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê dikin ku têkoşîna hilweşandina faşîzmê û demokratîkirina Tİrkiyê geş bikin. Bi vê çarçweyê divê armanca hemû çalakiyan hilweşandina faşîzmê û demokratîkirina Tirkiyê be. Helbet li Kurdistanê jî, li parçeyên din ên Kurdistnaê jî, bi têkoşîna hilweşandina faşîzmê, demokratîkkirina Tirkiyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bi hev re bibe. Têkoşîna azadiya Kurdistanê kana hêzê ya sereke ya têkoşîna demokratîkirian Tirkiyê ye jî. Ji vî alî ve, em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li Tirkiyê, bi şênberiya Tirkiyê li dora dirûşma em faşîzmê hilweşînin,  Tirkiyê demokratîk bikin, ya xwe bikin yek. Li Kurdistanê zext jixwe pir zêde ne.

Kurd jixwe tim têkoşîna azadiyê didin. Ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin. Ji vî alî ve, serdema pêş têkoşîna ji bo azadiya Kurdan wê bidome. Wê li dijî êrîşên li ser Kurdan berxwedan hebe. Nemaze li Kurdistanê tundiyeke zêde ya dewletî heye. Dadgeh, polîs, li ser gelê Kurd, tam bûne amûrên sereke yên êrîşa mêtingeriya qirker. Hatiye rewşeke wiha kesê ku dibêje Kurd, Kurdistan tê girtin. Parastina têkoşîna azadiya Kurdan bûye sûcê herî mezin. Niha bi hezaran siyasetmedarên demokrat girtî ne. Beşekî girîng ê ji van ji bo ku ji bo azadiya Kurdan, ji bo demokrasiyê, ji bo têkoşîna siyasî didan girtî ne. Ji vî alî ve, li gel domdarkirina têkoşîna şikandina tecrîdê, li dijî van girtin, zext, destgîrkirin, êşkenceyên li Kurdistanê jî divê têkoşîn were geşkirin.

Rêber Apo dema ku dibêje divê têkoşîn were geşkirin, ev tenê bi berxwedana zindanan nabe, xwest ku êdî di nav civakê de ev bi rêbazên pir cuda û dewlemend were domandin. Di peyama xwe de ya ku ji bo Leyla Guven şandibû, behsa  Gandî kir. Ango civak li ser zemîna meşrû dikare gelek çalakiyên girseyî bike. Bi rêbazên pir dewlemend mirov dikare têbikoşe, ev peyam daye. Li Kurdistanê jî, ji bo ku mirov têbikoşe gelek sedem hene. Zext û zordariyên li Kurdistanê hingî zêde ne, hingî wiha bi neheqî, bi nehiqûqî, bi bêdadî û bêwijdanî tê kirin, ji vî alî ve, gelek rê û rêbazên ku dikarin gelek aliyan bigihîne hev, hene.  Bi çarçoweya ku armancên ku derdorên pir berfireh vehewîne têkoşîn dikare were geşkirin. Ji vî alî ve dema ku tê danîn ku têkoşîna hilweşandina faşîzmê, demokratîkkirina Tirkiyê were domandin, em li gel domdakirina wê têkoşînê ne ku li dijî êrîşên li ser têkoşîna Kuran têkoşîna azadiyê dide, li ser vî hîmî, di demokratîkirina Tirkiyê de bi rista xwe radibe û têkoşîna dijî tecrîdê domdar dike.

Tecrîd tim di rojeva gelê Kurd de ye. Ji bo Kurdan têkoşîna dijî tecrîdê êdî divê domdar be. Kurd êdî naxwazin bi tecrîdê re bijîn. Em naxwazin bi tecrîdê re bijîn. Ên li zindanan naxwazin bi tecrîdê re bijîn. Jiyana bi tecrîdê re, sertewandina li ber mêtingeriya qirker e.  Ji vî alî ve tekoşîna dijî tecrîdê bûye têkoşîna hemû gelê Kurd. Bûye têkoşîna hêzên demokrasiyê. Bûye têkoşîna  hêzên demokrasiyê ya cîhanê, ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên ku bûne wijdanê gelên cîhanê. Ji vî alî ve, têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê wê tim bidome. Ti caran tecrîd wê neyê qebûlkirin. Bêguman bi azîneyên afirîner, li her deverê bi rê û rêbazên û, bi armancên rasteqînî rê ve birina wê, li ser rêxistiniyên siyasî û civakî yên li her qadan maye. Jixwe Rêbertî ev bang kiriye. Êdî têkoşîn ji zindanan derbasî civakê, yên derve bûye. Naxwe divê civak, hemû welatparêzên li derve, demokrat, şoreşger, rêxistinên demokratîk, bi rêbazên afirîner li dijî faşîzmê têkoşînê geş bikin, Tikriyê demokratîk bikin, bi vê çarçoweyê Kurdistanê azad bikin.