Başaran: Li dijî tecrîdê em ê dakevin qada Newrozê

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Bi coşa 8'ê Adarê em dest bi Newrozê dikin. Newroza îsal wê hîn bi coş, bi baweriyeke mezintir, bi biryardariyeke xurtir be. Em ê bi vê biryardariyê li qadên Newrozê bin."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDPI Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Başaran bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Weke ku tê zanîn, 14'ê Adarê li hin hesabên medya dîjîtal ên anonîm hin îdîa hatin kirin. Bêguman em zanin ku bi van îdîayan dixwazin pêvajoyeke çawa bi rê ve bibin... Ev îdîa li nava civakê bûye sedema rûdana fikarên mezin. Sedema vê jî sîstema tecrîdê ye. Ya ku li Îmraliyê dest pê kir û niha li tevahiya Tirkiyeyê hatiye belavkirin rêveberiya tecrîdê ye."

'TÊKILDARÎ JIYAN Û TENDURISTIYA ABDULLAH OCALAN FIKARÊN ME HENE'

Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku 113 roj in li girtîgehan girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û wiha dewam kir: "Em careke din bang li desthilatdariyê dikin: Bi berpirsyariya xwe rabin. Em ricayê nakin, em dibêjin ev berpirsyariya desthilatdariyê ye. Mafê Birêz Ocalan ne ku mîna girtiyan hemûyan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Ev maf bi rengekî nehiqûqî tê astengkirin. Ji bo bidawîkirina van fikaran bêyî kêliyekê jî bisekinin divê derfet bên afirandin ku pêwendî bi Birêz Ocalan re bê danîn."

'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM Ê DAKEVIN QADÊN NEWROZÊ'

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku wan di 8'ê Adarê de bi reng, coş, daxwaza azadiyê û raperîna xwe qad dagirtin û got, "Li tevahiya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin bûn bend û polîtîkayên tepisandin û qedexeyên desthilatdariyê yek bi yek ji holê rakirin, bi berxwedanê daketin qadan û dengê xwe yê hevpar berz kirin. Niha jî em bi coşa 8'ê Adarê dest bi Newrozê dikin. Li dijî van êrişan hemûyan, li dijî Plana Çalakiyê ya Têkbirinê, li dijî siyaseta civakîkirina tecrîdê îsal em ê hîn bi biryardarî, bi bawerî û bi coş qadên Newrozê dagirin. Newroz mîna her demê ji bo me roja berxwedan û geşkirina têkoşînê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Başaran ev bang li raya giştî û gelê Kurd kir: "Werin em di Newrozê de dengê azadiyê berz bikin."