BI DÎMEN

Banga Rêber Apo hat nirxandin û pîrozkirin

Li Amsterdam û Parîsê li ser banga bi dîmen a Rêber Apo pîrozbahî hatin lidarxistin.

Rêber Apo di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî bidîmen kir. Gelên Kurdistanê piştî 26 salan Rêber Apo bi dîmen temaşe kirin û dengê wî guhdarî kirin. Weke Kurdistanê jî li Ewropa jî coşa gel di asta herî jor de ye. Kurdistaniyan li Hollanda û Fransayê şahî li dar xistin.

AMSTERDAM

Kurdistaniyên li paytexta Hollanda Amsterdamê dijîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hatin ba hev û li dîmenê banga dîrokî ya Rêber Apo temaşe kirin. Kurdistaniyan ku piştî 26 salan Rêber Apo bi dîmen temaşe kirin û dengê wî guhdarî kirin.

Kurdistaniya bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.

VILLIERS LE BEL

Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê jî Kurdistanî li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hatin ba hev û şahî li dar xistin.

Kurdistaniya govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.