BI DÎMEN

Xelkê Amed: Me şahidî ji kêliyên dîrokî re kir

Şêniyên Amedê ku piştî 26 salann li peyama bi dîmen a Rêber Apo temaşe kirin, anîn ziman ku ew di kêliyeke dîrokî de ne û gelekî bi coş û kelecan in.

BANGA RÊBER APO

Di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hate destpêkirin, bûyereke dîrokî rû da. Rêber Apo cara duyemîn ji Girtîgeha Îmraliyê bang li raya giştî kir. Di peymana bi dîmen de ya Rêber Apo ji bo Tirkiye derbasî nava demokrasiyê bibe bang hate kirin. Yekemîn peyame bi dîmen a Rêber Apo ku 26 sal in tecrîdkirî ye, ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li nava raya giştî ya navneteweyî jî deng veda.

Şêniyên Amedê ku piştî 27 salan li peyama bi dîmen a Rêber Apo temaşe û guhdarî kirin, ji ANF’ê re axivîn.

‘GELÊ KURD TENÊ DAXWAZA AŞTIYÊ DIKE’

Selahattîn Er diyar kir ku wan şahidî ji kêliyeke dîrokî re kir û got, “Rizgariya Rojhilata Navîn di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Eger wê aştî bê Rojhilata Navîn bi saya perspektîfa Rêber Apo dikare pêk were. Rizgariya gelan di vir de ye. Rêber Apo sala 1993’an çi gotibe îro jî heman tişt got. Yên ku vî şerî dixwazin bila baş zanibin ku gelê Kurd tenê aştiyê dixwaze. Gelê Kurd ji Rêberê xwe bawer dike. Ji bilî lihevkirinê rêyeke din li pêşiya Tirkiyeyê nîne. Rizgariya gelan di perspektîfa Rêber Apo de ye. Em ji vê yekê bawer dikin. Bila ev zilm biqede, di serî de zindan bila pirsgirêk hemû bêne çareserkirin.”

‘EM JI RÊBER APO BAWER DIKIN’

Er qala kelecana xwe ya ji ber bihîstina dengê Rêber Apo kir, “Zehmet e ku em qala hestê xwe bikin. Ev gel bi salan hesreta deng û rûyê Rêber Apo bû. Piştî ku Rêber Apo azad bû wê gel bi temamî azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe Rojhilata Navîn azad nabe. Em êdî şer û mirinê naxwazin. Em ji Rêber Apo û paradîgmaya wî bawer dikin. Ji ber ku Rêber Apo heta niha ne gelê xwe ne jî gelên din xapandiye.”

‘RÊBER APO HEWL DIDE GELAN JI ŞER RIZGAR BIKE’

Mecît Tûrgay jî got, “Piştî ku min dengê Rêber Apo bihîst bi kelecan û hestewar bûm” û bi vî rengî dewam kir: “Weke Kurdistaniyekî bi rastî jî gelekî kêfxweş im, axaftina lîderê min piştî 26 salan bi zindî ez gelekî kêfxweş kir. Bi eşkere dibêjim, hêsir ketin çavên min. Ji ber ku min şahidî ji vê kêliya dîrokî re kir, ez gelekî kêfxweş im. Divê her kes bi qîmetê vê bangê zanibe.

Îro Rêber Apo weke Hz. Nûh hewl dide gel biparêze. Divê em baş bi vê zanibin. Hêvîdar im wê dewleta Tirk di vê mijarê de samîmî be. Divê Tirkiye bi lezgînî û bi lez bersivê bide samîmiyeta Birêz Ocalan. Divê mafê hêviyê tavilê bikeve dewrê. Divê Birêz Ocalan tavilê azad bibe. Rêberê me dixwaze gelê xwe û Rojhilata Navîn ji şer rizgar bike.”

‘DIVÊ DEWLET PÊVAJOYA QANÛNÎ BIDE DESTPÊKIRIN’

Mehmet Şener destnîşan kir ku ew ji pêvajoya aştiyê bi hêvî ne û got, “Em di wê baweriyê de ne ku wê tiştên baş bibin. Her kes bi kelecan e. Em dixwazin ev pêvajoya şer bi dawî bibe ku bi salan e dewam dike. Divê dewlet tavilê pêvajoya qanûnî bide destpêkirin.”

‘JI BO ME HEMÛYAN BÛ MORAL KU ME DENGÊ WÎ BIHÎST’

Bûrak Bektaş anî ziman ku pêwîstiya vê xakê bi aştiyê heye û got, “Me peyama Birêz Ocalan bi kelecan pêşwazî kir. Ji bo me hemûyan bû moral ku dengê wî bihîst. Em êdî li vê xakê aştiyê dixwazin. Divê dewlet tavilê gavê biavêje. Em dixwazin ev pêvajo ne weke pêvajoyên beriya niha be.”