Bakirhan, cejna gelê Sêrtê pîroz kir

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê ku bi gelê Sêrtê re cejn pîroz kir, diyar kir ku yên di hilbijartinan de dijminatiyê li Kurdan kirine, winda kirin.

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çerçoveya bernameya pîrozbahiya cejnê de li Sêrtê bû. Bakirhan di serdana xwe de ji aliyê hevşaredarên Sêrtê Safiya Alagaş û Mehmet Kaysî ve hat pêşwazîkirin. Bakirhan ê ku bi tîlîlî û çepikan derbasî şaredariyê bû, cejna her kes pîroz kir. Bakirhan li vir axaftineke kurt kir û got, "Ev der mala we ye, mala gelê Sêrtê ye. Em hêvîdikin ku hevrêyên me wê xizmeteke layiqî we pêk bînin. Hûn bi ser ketin, ev derî ji bo we her dem vekiriye. Hûn gelekî wêrek û bi rûmet in. Tevî hemû zext û zordariyan jî we helwesteke bi rûmet nîşan da û şaredariya Sêrtê careke din we bi dest xist. Ez vê serkeftinê li we yek bi yek pîroz dikim."

'YÊN DIJMINATIYÊ LI KURDAN KIRIN, WINDA KIRIN'

Bakirhan wiha domand, “"Yên ku mala we desteserkirin, yên ku 2 serdeman şaredarî talan kirine, yên dizî kirine, yên ziman û çanda we ji nedîtî ve hatine, dîtin ku; encama van zextan tune ye. Hevrêyên me wê her qurişek we mîna ku ya wan be biparêzin. Şaredariya me wê cihêkariyê neke. Ew ê adilane tevbigere. Ji ber ku em neviyên Şêx Saît û Seyît Riza ne, em neheqiyê nakin. Em mirovan li gorî bawerî û zimanê wan ji hev cuda nakin. Em ê xizmeteke wekhev û adilane bimeşînin. Li tevahiya bajarên Kurd lê ne di meclîsa giştî ên bajêr de em bûn partiya yekem. Gelê me wê di hilbijartina pêş de jî bersiva herî xurt bide kesên vîna wan desteserkiriye. Yên ku şaredariya Kurdan bi betonê ji gel re girtin û yên dijminatiyê li Kurdan dikirin winda kirin. Hûn, yên ku aştî, edalet û azadiyê dixwazin bi serketin."

Bakirhan piştre çû serdana şaredariya bajarokê Ziyaret û Şaredariya Misrcê.