Bahoz Erdal: Ciwanên ku kujerê hevrê Helmet kuştin pîroz dikim

Bahoz Erdal: Ev kesê li Hewlêrê hatiye kuştin Osman Kose dîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye. Berpirsiyarê êrîşa bû sedema şehadeta hevrê Helmet û her du hevrêyên me ev kes e. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin.

Bahoz Erdal: Ev kesê li Hewlêrê hatiye kuştin Osman Kose dîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye. Berpirsiyarê êrîşa bû sedema şehadeta hevrê Helmet û her du hevrêyên me ev kes e. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal, diyar kir operasyona li Xakurkê didome parçeyekî konsepta dagirkeriya Kurdistanê ye û ev agahiya girîng da: “Dixwazin di ser xeta sînor a wê herêmê ya Îranê re bikevin xaka Başûrê Kurdistanê. Li Xakurkê, Xinêre û dirêjiya sînor dixwazin gerîlayan derxin û hinek komên Amerîkayî bi cih bikin. Di vê de jî armanc ev e ambargoya li ser Îranê hê kûrtir bikin.”

Erdal destnîşan kir pir girîngiyê didin hizûr û xweşiya Başûrê Kurdistanê, yê hizûrê xera dikin ew nînin, gerîla li Bakurê Kurdistanê şer dikin, lê belê ya hizûr û ewlehiya Başûrê Kurdistanê xera dike dewleta Tirk e û got: “Pêşeroj, xweşî û hizûra Kurdistanê girêdayî tifaqa Kurdan e. Em bang li tevahî rêxistinên Kurd dikin, li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên cem hev û kom bibin.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal, di bernameya taybet a di Stêrk TV de hat weşandin operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya dane destpêkirin, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê, çalakiya Huqqabaz a di demên dawî de pêk hat, xebatên sîxurtiyê yên hewl tê dayîn li Başûrê Kurdistanê bên berfirehkirin û têkildarî mijarên di rojevê de bersiva pirsan da.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Xakurkê nêzî du meh in didomin. Çima Xakurkê, dewleta Tirk bi van êrîşan çi dike armanc? Nêzî du meh in li hemberî Xakurkê êrîşeke pir zêde didome. Êrîşên pir berfireh ên dewleta Tirk a mêtinkar hene. Li hemberî van hemû êrîşan berxwedaneke mezin a gerîlayên azadiya Kurdistan jî hene. Bêguman hem gelê me hem jî raya giştî şerê li vir dişopîne. Helbet sedemên êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Xakurkê hene. Çima li ser xetên Xakurkê û Xinêre israr dikin?

‘TIRKIYE, DIXWAZE GERÎLAYAN JI XAKURKÊ DERXE Û KOMÊN AMERÎKAYÎ BI CIH BIKE’

Sê sedemên ku êrîşî herêmên li vir dike hene. Ya yekemîn bi Îranê ve girêdayî ye. Yanî li ser sînorê Îranê israr dikin. Dixwazin di ser xeta sînor a wê herêmê ya Îranê re bikevin xaka Başûrê Kurdistanê. Li Xakurkê, Xinêre û dirêjiya sînor dixwazin gerîlayan derxin û hinek komên Amerîkayî bi cih bikin. Di vê de jî armanc ev e ambargoya li ser Îranê hê kûrtir bikin. Sedema yekemîn a tevî ew qas windahiyan jî ku li wir dimînin ev e. Sedema duyemîn jî bihostek be jî dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike û bike mêtingeha xwe. Çi li Rojava çi li Başûr ji bo gundekî jî dema firsendê dibînin dixwazin bikin mêtingeh. Ev êrîş jî konsepteke dewleta Tirk a mêtinkar e. Û di vê çarçoveyê de dixwazin vê herêmê bikin mêtingeh. Ya sêyemîn jî armanca wan PKK ye. Ji bo van armancên xwe pêk bînin PKK’ê dikin hincet. Qaşo ji bo PKK’ê tên van deveran, armanca wan bi PKK’ê re şer e. Aliyê ji raya giştî re eşkere dikin ev e. Rast e sedemek PKK ye. Dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurdistan zeîf bikin. Hêza herî bi bandor a li Kurdistanê PKK ye û dixwazin PKK’ê zeîf bikin. Armanceke wan jî ev e. Lewma pêwîst e mirov êrîşên li Xakurkê di nav yekparetiya geşedanên li herêmê de bigire dest. Weke PKK û gerîlayên tevgera azadiyê bi berxwedanê em bersiva van êrîşan didin.

OSMAN KOSE DÎPLOMAT E YAN, ŞEFÊ OPERASYONAN Ê MÎT’Ê YE

Di demên dawî de li Hewlêr hinek bûyeran rû da. Rayedarên Tirk dibêjin ku dîplomatekî wan ê bi navê Osman Kose hatiye kuştin. Niha her kes daxuyaniya wê ji aliyê PKK’ê ve bê dayîn meraq dike. Di vê mijarê de hûnê çi bêjin?

Têkildarî mijarê tavilê me daxuyanî neda. Me jî xwest em tevahî rastiyên vê bûyerê fêr bibin. Têkildarî vê bûyerê me hinek lêkolîn kirin. Encama em gihiştinê ev e: Ya yekemîn ev kesê hatiye kuştin Osman Kosedîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye. Yanî berpirsiyarê rêxistina xebatên MÎT li hemberî me pêk tîne ye. Di bin banê MÎT’ê de beşek heye; armanc û wezîfeya wan ew e li hemberî rêveberiya me xebatan organîze bikin û rêveberiya me bikin armanc. Plan û xwestekên wan ên êrîş û sûîqestan hene. Ev kesê hatiye kuştin, berpirsiyarê yekeya MÎT’ê ya Başûrê Kurdistanê ye ya dixwaze li hemberî rêveberiya tevgera me sûîqestan pêk bîne. Ev kes ji van xebatan re lîdertiyê dike.

‘ÊRÎŞA BÛ SEDEMA ŞEHADETA HEVRÊ ME HELMET (DIYAR XERÎB) VÎ KESÎ (OSMAN KOSE) PLAN KIRIYE’

Herî dawî berpirsiyarê êrîşa bû sedema şehadeta hevrê Helmet (Diyar Xerîb) û her du hevrêyên me ev kes e. Piştî çalakiyê plan dike û agahiyan serwîs dike, li hemberî cihê hevrê Helmet êrîş pêk tê û li wir Hevrê Helmet bi du hevalan re şehîd dikeve. Dîsa gelek êrîşên li Başûrê Kurdistanê vê kesî koordîne dikir. Yek ji encamên em gihiştinê ev e.

Xisûseke din a girîng; dewleta Tirk di rojên pêşî de nasnameya vî kesî hat kuştin aşkera jî nekir. Lê paşê mecbûr ma û aşkera kir. Lê belê dîsa jî hinek agahî veşartin. Hemû rayedarên dewletê tevlî merasîma cenazeyê wî bûn. Dîsa Muşteşarê MÎT’ê tevlî bû. Yanî ji merasîma cenazeyê wî diyar dibe ku kesekî ji rêzê nîne. Xwestin heqîqetan berevajî bikin û weke dîplomat nîşan bidin.

‘EM CIWANÊN EV ÇALAKIYA SERKETÎ Û HÊJA PÊK ANÎNE PÎROZ DIKIN’

Li gor hemû lêkolîn û encamên em gihiştinê ev çalakî çalakiya hinek ciwanên welatparêz e. Weke çalakiya hinek ciwanên bi dildar bi tevgera me ve girêdayî xuya dike. Ji ber çalakiya gerîlayan hê bi profesyonelî tê kirin. Mînak operasyona Sakîne Cansiz a gerîlayan li hemberî rêveberiya MÎT’ê li dar xistin, operasyoneke taybet bû. Di vê çalakiyê de jî hinek amatorî hene. Lê ev çalakî kê li dar xistibe çalakiyeke baş û serketî ye. Em dibêjin destê we sax be û em çalakvanan pîroz dikin. Ev berpirsiyarê MÎT’ê yê xwînmij ceza kirin. Qatilê hevrê Helmet kuştin û dîsa berpirsê gelek êrîşên li dijî Kurdan ceza kirin. Çalakiyeke hêja ye. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin.

‘YÊN JI BO HEVRÊ HELMET SERSAXÎ NEXWESTIN, JI BO KUJEREKÊ QIYAMETÊ RADIKIN’

Piştî vê êrîşê rêveberiya Başûrê Kurdistanê hinek daxuyanî da. Hûn van daxuyaniyan çawe dinirxînin?

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo endamê MÎT’ê yê kujer gelek daxuyanî dan. Ev weke çalakiya terorê nirxandin. Ev şexsê hatî kuştin kujerê Kurdan e. Konsolosa Tirk a li Hewlêrê vegeuherî baregha êrîşên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê. Di rastiyê de hem weke tevger û hem jî weke gel hêviyek me hebû ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo hevreyê şehîd Helmet peyama sersaxiyê bidin. Ne tenê ji bo hevrê Helmet ji bo gelek welatiyên sivîl ên li xaka Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Hêviyek me hebû ku herî kêm ji bo welatiyên sivîl daxuyaniyek diyarker bidin. Lê mixabin çi deng ji wan derneket. Ji bo Diyar Xerîb û hevrêyên din jî sersaxî nexwestin. Werin temaşe bikin ku endamekî MÎT a kujer hate kuştin qiyamet rakirin. Ev ne helwestekî rast e. Ev şaşe, heta şermeke mezin e. Em fam nakin ku çawa dibe vê qiyametê rakin. Yanî kesê hatî kuştin kujerê Kurdan e. Kujerê bi dehan kesan e. Ev qas daxuyanî û ev qas aligirê Tikran ne rast e. Ya din hincet nîşandana vê bûyerê û evqas êrîş kirin ne rast e. Li Hewlêrê çiqas gelê me yê Bakur hene hema bêje hemû destgîr kirine. Wargeha Mexmûrê dorpêç kirine. Kî Mexmûrî diçe Hewlêrê digrin. Ev şaş e. Hûn çi ji wargeha Mexmûrê dixwazin? Gelekî koçber e. Ji zext, teror û zilma dewleta Tirk koçberê wê derê bûne. Evqas tişt ne besin niha hûn êrîş dikin. Çi eleqeya wan bi vê bûyerê re heye? Ti eleqeya gelê Mexmûrê bi vê bûyerê re nîne. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê hêbêhtir xwînsar be. Divê di nava helwestekî Kurd û Kurdistanî de bin. Hêviyên gelê me di vî alî de ye. Daxuyaniyên didin gelek ji rê derdixin. Ne hewceyek ku evqas wateyê jê derxîn.

‘ ARAMIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DEWLETA TIRK XIRA DIKE’

Hinek derdor vê çalakiyê weke ku ji bo xirabkirina xweşiya Başûrê Kurdistanê dinirxîne. Hûn çi dibêjin?

Bi van daxuyaniyan dixwazin me sûcdar bikin. Dixwazin êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê rewa nîşan bidin. Dixwazin sedemê van êrîşan PKK’ê nîşan bidin. Ev ne rast e. Sedemê van êrîşên pêk tê ne PKK ye. Sedema bêaramî û talukeyên muhtemel yên li Başûrê Kurdistanê ne PKK ye. Sedemê xirabkirian aramiya Başûrê Kurdistan û hemû Kurdistan û bêîstikrar hiştin dewleta Tirk e. Veguherandina Konsolosxaneya Hewlêr a baregeha şer a MÎT’ê, dîsan avakirina baregehên dewleta Tirk ên li xaka Başûrê Kuridstanê û di rewşa dagirkirinê de, her roj bi dehan balafirên şer bombekirina Başûrê Kurdistan û gundên wê û kuştina bi dehan sivîlan ewlehî û aramî ye? Ev hemû aramiya Başûrê Kurdistanê xera nake lê gerîla parastina gel û xakê bike aramiyê xerab dike? Çi eleqeya xwe pêve heye? Ti eleqeya van bi wijdan, heqîqet û welatparêziyê ve tune ye.

‘JI BO EWLEHÎ Û ARAMIYA KURDISTANÊ ME HEMÛ FEDAKARÎ KIR’

Berevajî wê em Tevgera Azadiya Kurdistan bi dehan car me gotiye ku ewlehî, aramî û parastina Başûrê Kurdistanê weke erka xwe dibînin. Û weke gerîlayên azadiya Kurdistan hemû berpisyariyên dikeve ser milê me, me pêk aniye. Çi fedekarî ji me hatibe xwestin me pêkaniye. Bi dehan mînakên vê hene. Ya vekirî eve ku êrîşên mêtîngeriyê hene û yên me sûcdar dikin bila carekê mêtîngeriya Tirk sûcdar bikin. Dewleta Tirk a êrîşkar her roj êrîşî erdingariya Kurdistanê dike, her derê dişewitîne, sivîlan qetil dike dema êrîşi birayên we yên Kurd dike ti sûcekî wan nîne? Niha hinek dibêjin destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên hemû Kurdan e û divê hemû Kurd xwedî li van destkeftiyan derbikevin. Rast e. Em jî weke tevger heman tişt dibêjin. Yanî gelê Başûrê Kurdistanê jî bi gelek fedekariyan û dayîna gelek bedlan ev destkeftî bidestxistine. Gelê Bakurê Kurdistanê jî her tim li gel wan cih girtin û sûdeke mezin dan. Gelê Rojava û Rojhilat jî sûdek mezin da di bidestxistina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê de. Gelek tevgerên Kurdistanê alîkariyên mezin dan, ev rast e. Destkeftî destkeftiyên netewî ne.

‘ARAMÎ Û PÊŞEROJA KURDISTANÊ GIRÊDAYÎ TIFAQA KURD E’

Çi hêviyek we ji vê heye?

Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê li gorî vê nêz bibe. Madem Başûrê Kurdistanê deskeftiya netewî ye divê ew jî wiha nêzî netewî bibe. Divê ew helwestekî ku zirarê dide siyaseta Bakurê Kurdistanê nekin. Em li gel xweşiya gelê Başûrê Kurdistanê ne. Ma ji bo gelê Bakurê Kurdistanê aramî û azadî ne pêwîst e? Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan dijminê hemû Kurd û Kurdistanê ye. Wê demê divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk xwedî helwest be. Divê lihevkirinên leşkerî û îstixbaretê bi wan re nekin. Niha bi vekirî em dikarin bêjin û dîrok jî ev îsbat kiriye ku; xweşî û aramiya Başûrê Kurdistanê bi tifaqa bi delweta Tirk re were kirin çênabe. Ev mîsoger e. Tifaqa bi dewleta Tirk re bi xweşiyê berevajî wê tifaqa xirakirina Başûrê Kurdistanê ye. Aramiya Başûrê Kurdistanê encaq bi yekîtiya Kuristanê pêk tê. Beriya niha wêneyek derket holê. Gerîla û pêşmerge di heman eniyê de û li eniya pêş li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Hemû gelê Kurdistanê ji bê moral, cesaret û bawerî girt. Daxwaza gelê Kurd ev bû. Ev wêne çi da nîşa me? Yekîtya gelên Kurdistan, tifaqa Kurd nîşanî me da. Bi tifaqa vî wêneyî de Kurdan qezenç kir. Li Başûrê Kurdistan, li Bakurê Kurdistan û li Rojava jî li her cihê Kurdan qezenç kir. Divê birayên me yên Başûrê Kurdistanê vêya bibîne. Aramî û pêşeroja Kurdistanê girêdayî tifaqa Kurd e.

‘GERÎLA LI BAKUR ŞER DIKE, YÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEGUHERT HERÊMA ŞER NE EM, DEWLETA TIRK E’

Dibêjin ‘Çima PKK naçe Bakurê Kurdistanê şer nake’?

Raste em jî vêya dibêjin. Bi rastî gerîlayên azadiya Kurdistan li Bakurê Kurdistanê şerekî dîrokî dike. Li dijî teknolojiya herî pêşketî ya dewleta Tirk û li dijî hemû êrîşan ji bilî gerîlayên PKK’ê hêzek din hebûya dibe ku mehekê liberxwe nedaye. Li Botan, Amed, Dersim û heta li her derê Tirkiyeyê em şer dikin. Yê Başûrê Kurdistanê veguherandî qada şer dewleta Tirk e. Yên li dijî dagirkeriya wan bêdeng mayîn in. Eger helwestek were nîşandan divê li dijî vê were dayîn ne li dijî PKK’ê. Yanî di rastiyê de ev helwesta zeîf a Başûrê Kurdisanê û bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk. Ew jî bi vê cesaretê êrîşî xakên Başûrê Kurdistanê dikin. Ne hewceyek ku Başûrê Kurdistanê evqas ji dewleta Tirk bi tirse. Di rastiyê de dewleta Tirk bi her kesê re pirsgirêkan dijî û ji aliyê her kesê ve hatiye qewitandin. Di rewşek gelek tengav de ne. Ev bêdengiya wan dibe sedem ku Başûrê Kurdistanê veguherîn qada şer. Gotina kurt dirêj em dibêjin yekîtî em tiştek din nabêjin. Encaq bi yekîtiyê em dikarin vî şerî qezenç bikin. Ev bi dehan caran jî hatiye îspatkirin.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN GELÊ BAŞÛR VEDIXWÎNIN LIV Û TEVGERÊ’

Di nava gel de polîtîkayeke ya sîxûrîkirinê heye. Hûn vê polîtîkaya sîxûrîkirinê çawa dinirxînin?

Di demê dawî de dewleta Tirk bi zanabûn nava gundan bombe dike. Bi hinceta ku gerîlayên PKK’ê li herêma Amêdiyê re derbas dibin bombe dike, hem jî gundê Spîndare yê girêdayî bajarokê Çemankê bombe kirin. Di van bombe barandinan de gundiyên sivîl birîndar bûn. Balafirên şer gelek gund û jîngehên wan bombe kirin. Çima Amêdiyê û gundê Spîndareyê bombe kirin? Gerîla li çiyan e. Her roj li Bakurê Kurdistanê çalakiyan dikin. Çima qadên sivîlan tên bombe kirin, çima gund, bajarok û bajar tên bombekirin? Sedemê vê bomberdûmanê Kurdan li dijî Kurdan bidin rakirin û şerkirin! Ji demê Osmaniyan û heta niha polîtîkaya dijminahiya Tirkan a li dijî Kurdan ev e. Divê partiyên siyasî, rêveber û gelê Başûrê Kurdistanê vê heqîqetê baş bizanin. Eger ku îro têkiliya rêveberên Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk hebe, ev nayê vê wateyê; tê wateya hebûna wan û erêkirina statûya wan. Ev ji bo nakokiyê di nava Kurdan de bide çêkirine. Ev ji bo astengkirina yekîtiya nava Kurdan e. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê gelekî welatparêz û bi hestyar e. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin; bila tu kes nebin hevkarên vê polîtîkaya sîxûrkirin û neyên xapandin. Di ferqa armancên êrîşên dewleta Tirk de bin. Li dijî dagirkeriyê we vedixwînim ketina nava liv û tevgerê.

 ‘AGAHIYÊN TÊKILDARÎ KESÊN PIRSA GERÎLA DIKIN BIGIHÎNIN ME’

Daxwaza me ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê ev e; kî dibe bila bibe, dema kesên ku daxwaza zanîna cihên gerîla kirin, bizanin ku ew kes sîxûr û têkiliyên wan bi MÎT’a Tirk re hene, niyeta wan xirabe. Raste rast agahiyên van kesan bidin gerîla. Dubare tînim ziman ji kîjan partiyê dibe bila bibe, dîsa pileya wî çi dibe bila bibe yên ku daxwaza nuqteyên gerîla ji we kirin, dixwazin destê we jî bixin nava xwîna Kurdan. Ji bo MÎT’ê kar dikin. Dixwazin bi destê we sûc bidin kirin. Tişta em ji we dixwazin raste rast agahî bidin gerîla. Bi agahiyên hûn bidin gerîla wê lîstikên dijmin bên valaderxistin.

BANGA YEKÎTIYA NETEWÎ YA JI BO RÊXISTINÊN KURDÎ

Ezmûnên demên dawî ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî derketiye holê ku her demê yekîtiya Kurdan baş bûye, hemû Kurd bi serketine. Mînakên vê yên dîrokî pir in. Têkiliyên baş ên di navbera salên 2005-2011’an ji bo hemû Kurdan destkeftî bû. Dîsa demê yekîtiya li dijî DAÎŞ’ê ya sala 2014’an ji bo Kurdan destkeftî bû. Bangên rêveberiyên partiya me yên nû hene. Werin em bi ruhê Kobanê, Şengal û Mexmûrê bibin yek. Ev banga me ye. Hemû gelê me ev yek dît. Werin li ser vî bingehî em li hev bicivin, gotûbêj bikin. Li hev werin, xalên me yên li hevkirinê zêdetirin yên ji hev cuda. Di vê demê de li Rojhilata Navîn her kes di nava diyalogê de ye. Werin em jî bi hev re bikevin nava diyalogê. Dema ku yên di nava şer de bi hev re di nava digalogê de bin, çima Kurd di nava xwe de diyalogê nakin? Çima hûn ji vê direvin? Werin ji bo aramî û siberoja Başûrê Kurdistanê li ser mase rûnin. Tişta li ber çavê herkesê diyaloga bê xwestin bê kirin em bikin, ya veşartî jî bê xwestin em veşartî bihêlin. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê jî em diyalogê bikin.Bê xwestin em biryar bigirin û bixin meryetê. Em bê ka çawa astên siyasî, ewlekarî û dîplomasiyê temam bikin, nîqaş bikin. Em ji bo vê amade ne. Em nabêjin têkiliyên xwe bi dewletan re pêş nexin. Em li dijî têkiliyên li ser xwîna Kurdan tên kirin. Em dibêjin dev ji têkiliyên ne di berjewendiyên Kurdistanê de ne berdin. Em carekî din bang dikin. Cih li gel dewleta Tirk a li dijî gerîla şer daye destpêkirin negirin. Gerîla ne qûrban e. Ew gerîlayên vî welatî ne. Wê ji kesên destê wan di xwîna gerîla de hebin wê bi teqez hesab jê bê xwestin. Divê ev wiha bê zanîn.

 ‘DIVÊ GELÊ ME YÊ ROJAVA XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERBIKEVIN, ERKA XWE YA PARASTINÊ PÊK BÎNIN’

Di demên dawî de gefên êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hene. Li ser vê hûn çi difikirin?

Em dikarin li ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriye, dîsa têkiliyê wê yên li gel DAÎŞ’ê û têkiliyên wan ên li gel gelek komên din ên çete bînin ziman. Em di wê baweriyê de ne ku hemû gelê me vê dizane. Her demê dewleta Tirk gefên êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan kirine û wê bidomîne jî. Divê gelê Rojava vê yekê baş bizane, şoreşa pêk hatî şoreşeke dîrokî ye. Dîsa li ser vî bingehî di kesayeta Şehîd Xebat, Şehîd Arîn Mîrkan û hemû şehîdên şoreşê ya Rojava de salvegera Şoreşê pîroz dikim. Li Rojava berdêlên mezin hatin dayîn. Destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Divê gelê me di zanabûna vê yekê de bin. Şoreşa Rojava ji hemû argûmanan şoreşeke hê mezintire. Şoreşa Rojava şoreşeke hemû Kurdan e. Dibe partiyên siyasî îro hebin sibe tinebin. Lê destkeftiyên Rojava heta heta wê hebin. Yek ji xisûsên din ew e ku divê gelê Rojava bizanin ku li hemû Rojhilata Navîn şer heye. Li Sûriyeyê şer heye. Gefên li ser Rojava hê bi dawî nebûye. Divê gelê me li Rojava her cûre xebatê bikin û pêş bixin. Lê ya ji hemûyan girîngtin pêkanîn erka xweparastinê ye û di hişmendîbûna wê de be. Divê gelê em şerê li wir baş analîz bike. Li gorî wê rastiyê bikeve tevgerê. Parastina Rojava ne tenê erkê YPG û QSD’ê ye. Erka hemû gelên Rojava ye. Her ku gelê Rojava xwedî li destkeftiyên bi xwe bidestxistî derbike, ne dewleta Tirk û ne jî tu kes nikare êrîşî wan bike.