Aydogdû: Em vê firsendê ji dest bernedin

Endamê Dîwana KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku meseleya Kurd êdî ji Tirkiyeyê derbas kiriye û got, "Eger Kurd vê pêvajoyê bi kar neynin, wê firsendên gelekî dîrokî ji dest biçin."

Endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û yekitiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) re axivî û nirxandinên girîng kir.

’TECRÎDA MUTLAK DIDOM E’

Aydogdû da zanîn ku her çiqas dem bi dem hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk tê jî, lê 20 sal e tecrîdkirî ye. Aydogdû anî ziman ku piştî demek dirêj bi berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê li gel Rêber Ocalan hevdîtin pêk hat û wiha axivî: “Li Kurdistanê gelek caran gel, saziyên sivîl, siyasetmedar û ronakbîrên Kurd ji bo tecrîd bidawî bibe çalakiyên berfireh kirin. Herî dawî çalakî bi grevên birçîbûnê berdewam kir û bi berxwedana çalakgeran hevdîtin pêk hat. Bi berxwedana çalakgran nêzîkatiya dewletê ya li Îmraliyê derket holê û bi vê berxwedana dîrokî malbat û parêzeran çend caran bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di serdema ku li gel Rêber Ocalan hevdîtin pêk dihat, li herêmê jî hilbijartinên xwecihî pêk dihat. Piştî hilbijartinên xwecihî, hikûmeta AKP’ê disa vegeriya ruyê xwe yê tecrîdê. Tecrîd ji wê rojê û vir de berdewam dike.”

‘DEWLET BI AWAYE PLANKIRÎ ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’

Aydogdû diyar kir ku gelek sedemên kûr yên tecrîdê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diaxive li Tirkiyeyê rêyên aştiyê tê vekirin. Dema ku Birêz Ocalan biaxive hemû planên dewleta kûr û kesên ku ji şer xwe têr dikin vale têne derxistin. Li dewsa planên qirêj, li welat aştî û demokrasiya cemawerî tê nîqaş kirin. Ev hêzên kûr û serdest dixwazin pêşiya vê yekê bigrin û ji bo ve yekê jî tecrîdê kûr dikin. Di heman demê de divê serdema ku tecrîd tê kûr kirin de, mudaxeleya li dijî Bakur û Rohilatê Sûryeyê dihat nîqaşkirin. Li aliyekê tecrîdê kûr dikin li aliyê din jî bingehê dagirkirinê amade kirin. Di navbera tecrîda mutlak ya li ser Birêz Ocalan û polîtîkaya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkiliyek organîk û diyaletîk heye. Dewlet di hemû serdemên ku êrîşî Kurdan dike de bi planakirî rojên girîng yên Kurdan hildibijêre. Mînak, di dema ku li dijî Rêber Ocalan komploya navdewletî destpê kir û di heman rojê de jî li dijî Rojava êrîşa dagirkirinê pêk hat. Ev dîrok ne tesadufî ye. Ev berdewama komploya navdewletî ye. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava ya di pêşengiya stratejî û paradigmaya Rêber Ocalan de pêş ket tasfiye bikin. Bi vê yekê jî dewlet peyamê dide gelên Kurdistanê. Dewlet bi vê peyama xwe dibêje em ê tu carê dest ji polîtîkaya xwe ya înkar û tunekirinê bernadin. Her wiha dewlet peyama ku em ê tu carê destûr nedin ku Kurd li ser axa xwe bigihin statuya xwe didin. Ji ber ku Rojava hatibû asta statuyê û ji bo bigihe vê serdemê jî berdêlên giran dan. Li Rojava modelek nû ya jiyanê dihat afirandin. Ev model dê bandorê li ser Bakur, Başûr û Rohilatê Kurdistanê jî bikira. Her wiha dê Rojava qedera Kurdan li her derê cîhanê bandor bikira.”

‘KOMPLOYA NAVDEWLETÎ BERDEWAM DIKE’

Aydogdû destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên dagirkeriyê Kurd li her derê dinyayê rabin li ser lingan û helwesta xwe nîşan bidin. Aydogdû bilêv kir ku li dijî Kurdan kompoloya navdewletî berdewam dike û ev tişt got: “Li Sûriyeyê ji bo Qanûna Bingehîn zagon tên amadekirin. Di vê serdemê de dixwazin Kurdan ji her tiştê dur bikin û li dijî xaka Kurdan êrîşên dagirkirinê pê tên. Di vê serdemê hemû destkeftiyên Kurdan dixwazin ji destê wan bigrin. Divê li her cihê ku Kurd dijîn li dijî tecrîd û êrîşên dagirkirinê derkevin. Tecrîd bidawî bibe dê dagirkirin jî bi dawî bibe. Bi Rojava re pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka Tirkiyeyê derketiye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka dinyayê ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd rêya dawî anîna hemû pirsgirêkên Rohilata Navîn e.”

‘QONAXA DUYEMÎN BAŞÛR E’

Aydogdû destnîşan kir ku dewlet planên xwe yên Misakı Milli li Kurdistanê dixwaze bixe dewrê û wiha got: “Di çarçoveya Misakı Milli de Rojava, Başûr û Rohilat jî di hedefa dewletê de ye. Eger dewlet di êrîşa xwe ya Rojava de serkeftî be, qonaxa duyemîn jî Başûr e. Eger li Rojava pêşiya vê dagirkirinê bê girtin li Bakur, Başûr û Rohilat jî pêşî tê girtin. Her wiha Tirkiye jî dê bêhnek bistîne û ji vê kûrahiyê derkeve. Di vê serdemê de peywîr dikeve li ser milê tevahiya Kurdan. Divê Rojava tenê weke Rojava neyê dîtin. Rojava wijdana tevahiya Kurdan û dinyayê ye. Ji ber ku gelê Rojava ji bo mirovhiyê şer kir û çeteyên hovane têk birin. Gefa çeteyan li ser tevahiya dinyayê hebû. Lê gelê Rojava ev çeteyên hovane têk birin û ji bo mirovan şer kir.  Eger ku DAIŞ li Rojava bi serbiketa Hewlêr, Dihok, Zaxo, Kerkûk û Silêmanî diket.  Ji ber ku DAIŞ hatibû li ber deriyê Hewlêrê û Başûr dorpêç kirîbû. Ji bo vê yekê Kurdan li Kobanê pêşiya van çeteyên hovane girt û ew birin li ser sergoyên dîrokê.”

‘DI VÊ SERDEMÊ DE YEKITIYA NETEWEYÎ ELZEM E’

Aydogdû anî ziman ku li her derê li dijî Kurdan êrîş pêk tê û li dijî êrîşan pêwîstî bi Yekitiya Neteweyî ya Kurd heye. Aydogdû destnîşan kir ku li seranserî dinyayê li dijî dagirkirinê her kes cihê xwe li gel Kurdan digre û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Kurd xwedî li vê serdema dîrokî derkevin. Li dijî êrîşan Kurd li ber xwe didin û xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin. Ger ku em bibin yek em dikarin rê li pêş dagirkeriyê bigirin. Divê em demek berî demekê yekîtiya xwe ava bikin. Belê, li her derê Kurd vê dagirkirinê şermezar dikin û boykot dikin. Lê belê, ev têr nake. Tişta ku dawî li vê plana Misakı Milli bîne Yekitiya Neteweyî ye. Divê berî rojekê Kurd yekitiya xwe pêk bînin û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bikevin nava tevgerê.”