BI DÎMEN

Dostên Kurdan ên Skoçyayê pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' silav kirin

Endama Tora Piştevaniya Kurdistanê Hazel Carlos diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzmê têdikoşe û bal kişand ser girîngiya serketina pêngava cîhanê.

Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku bi çalakî, xwepêşandan, panel, semîner û meşan li çar aliyê cîhanê dewam dike, çalakî hat lidarxistin.

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dostên Kurdan re li avahiya Navenda Civaka Kurd a Skoçyayê hatin cem hev. Endamên Tora Piştevaniya Kurdistan a Skoçyayê, Kolektîfa Anarşîst a Zanîngeha Edinburghê û endamên meclîsa bajar û gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalaki bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de nivîskar û endama Komîteya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel hat bibîranîn. Wêneyên Nagîhan Akarsel li salonê hatin daliqandin û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.

Piştre semîner hat lidarxistin. Endamê Komîteya Çalakiyan û Berdevkê Karê Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê Şoreş Kurdî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Êdî dem hatiye ku azadiya Rêber Apo û mafên gelê Kurd bên bidestxistin. Em ê vê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."

CARLOS: DEMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Ji Tora Piştevaniya Kurdistan a Skotlandê Hazel Carlos axivî û bal kişand ser girîngiya serketina pêngava cîhanê û got, "Niha dema şikandina hemû bêdengiyan, bilindkirina têkoşînê, parastina destkeftiyên şoreşê û girêdana bi hêzên demokratîk ên cîhanê re ye.”

Carlos bal kişand ser qetilkirina Nagîhan Akarsel û wiha domand: “Em ne tenê li hemberî çi şer dikin, ji bo çi em şer dikin jî pênase dikin. Em vê yekê weke “jin, jiyan, azadî” tînin ziman."

Dema Hazel Carlos diaxivî li salonê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.

Piştî semînerê koma muzîkê ya Kurdish in Exile ku gelek muzîkjenên ji pêkhateyên cuda tê de cih digirt derket ser dikê. Li gel konsera muzîkê Kurdistanî û dostên wan li ser pêvajoya tevgerê û tiştên ku divê bên kirin, ekolojî û rêya sêyemîn di çarçoveya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan de nirxandin kirin.