BI DÎMEN

Li Nice ji bo Rêberê Gelê Kurd meş hat lidarxistin

Li bajarê Nice ê Fransayê bi minasebeta protestokirina komploya 9'ê Cotmehê bi pêşengiya ciwanên Kurd meşeke girseyî hat lidarxistin.

Çalakiya ku li pêşiya Gara Nice dest pê kir, li Qada Azadiyê bi dawî bû. Ciwanan bi ala PKK'yê ya 15 metre dirêj û flamayên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Di meşê de danezanên derbarê pergala qirkirina Îmraliyê ya 26 salî û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin xwendin û broşurên destan li gel hatin belavkirin.

Erhan Malazgirt li ser navê ciwanan axivî û got: "Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin neyê şikandin, wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê tim û tim li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e."

Malazgirt her wiha bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û got: "Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Hemû mafên navneteweyî binpê dike û gelan ji malên wan dike. Her wiha tevî ku mafê wî nîne jî xalên kontrolê ava dike. Divê gelê Başûr rabe ser pêyan û li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bide."

Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Fransî "Azadî ji Abdullah Ocalan re" û " Ji Dagirkeriya Tirkiyeyê re êdî bes e " hatin hilgirtin.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Gerîla" û dirûşmeyên Fransî bi dawî bûn.