BI DÎMEN

Li Hambûrgê rojên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin

Di çarçoveya Rojên Ocalan ên Cîhanê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi wesîleya yekemîn salvegera pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di navbera 1-10'ê Cotmehê de li çaraliyê cîhanê bi rojên çalakiyan tên lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyan de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê konên agahdarkirinê hatin vedan û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd hatin nasandin.

Ji kesên ku çûn serdana konê li Hambûrgê hatiye vedan, armanc û hedefa pêngava navneteweyî hatin vegotin. Her wiha belavokên ku daxwazên di çarçoveya pêngavê de cih digirin hatin belavkirin. Pankarta bi Elmanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji Kurdistanê re statu, “Freedom for Ocalan” hat daliqandin.

Di kon de rêze pirtûkên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd yên bi Elmanî hatin nasandin.