BI DÎMEN

Di civînên gel de banga mezinkirina Pêngava Azadiyê hat kirin

Di civînên gel ên li gelek navendên Ewropayê hatin lidarxistin de wiha hat gotin: "Em ê di vê pêngavê de bi ser bikevin, Rêber Apo azad bikin û lîstikên li ser Kurdistanê tên plankirin vala derxin.”

Bi boneya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê destpê kir û salek li pey xwe hişt, li gelek bajarên Ewropayê civînên gel hatin lidarxistin.

HEILBRONN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê Zubeyde Zumrut beşdarî civîna li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, Zubeyde Zumrut axivî û bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û ev tişt anî ziman:

“Dijminên gelê Kurd di komploya navneteweyî li dijî Rêberê Tevgera Azadiyê Rêber Apo de bûn yek û bi pêkanîna komploya 9’ê Cotmehê re xwestin Tevgera Azadiyê tune bikin. Lê Serok Apo gelekî wisa afirandiye ku çi dibe bila bibe kes nikare dawî lê bîne. Kurd bi felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê bi dostên xwe re li ber xwe didin. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn hêzeke mezin bi dest xistiye.”

Zubeyde Zumrut bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “44 meh in em agahî ji Rêber Apo nagirin. Di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ev tecrîda ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê me gelek çalakî hatine kirin û tên kirin. Lêbelê, ew têrê nake. Divê em vê baş bizanibin; ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Bêyî şikandina tecrîdê û azadiya Rêberê xwe em nikarin azad bibin. Ji bo vê jî divê em hîn çalaktir bixebitin û bi hemû hêza xwe kolanan tijî bikin. Ez bang li we dikim ku bi xurtî beşdarî çalakiyên 9'ê Cotmehê li Heîlbronnê, 12'ê Cotmehê li Stuttgartê û 16'ê Mijdarê li Kolnê yên ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê û misogerkirina azadiya Rêberê xwe bibin."

ZURÎH

Siyasetmedar Kemal Aktaş wek axaftvan beşdarî civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berîtan a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-Zh) a li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin bû.

Beriya civînê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Siyasetmedar Kemal Aktaş komploya qirêj û nehiqûqî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat şermezar kir û got, “Rêber Apo tevî hemû zext û bêhiqûqiyên dewleta Tirk a faşîst jî berxwedana xwe didomîne.” 

Kemal Aktaş piştî axaftina xwe bersiv da pirsên gel.

DARMSTADT

Di heman çarçoveyê de li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan civîna gel hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Dîlek Ocalan mafê axaftinê girt û hemû şehîdên azadiyê bi rêzgirtinê bi bîr anî. Dîlek Ocalan diyar kir ku têkoşîna ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin hê jî didome. Dîlek Ocalan anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin, têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin. Dîlek Ocalan destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Dîlek Ocalan diyar kir ku têkoşîna Abdullah Ocalan yek ji faktorên herî girîng ên ku gelê Kurd diparêze û got, “Berxwedana gerîla û bedelên mezin ên gelê Kurd, bingeha vê têkoşînê ava kiriye. Me êşên mezin kişandin û berdêlên mezin dan. "

Piştî axaftina wî çalakî bi beşa ku pirsên beşdaran hatin bersivandin bi dawî bû. Beşdarên civînê careke din soza xwe ya ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd anîn ziman.

MARSÎLYA

Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş, beşdarî civîna gel a li bajarê Marsîlya yê Fransa bû û têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî.

Parêzer Omer Guneş destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê hiqûqî ye, di heman demê de pratîkeke siyasî ye jî û got, "Tecrîd yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan her çend di pêvajoya çareseriyê de xwedî roleke bingehîn e jî, di nava van şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Ev rewş avakirina avakirina aştî û diyalogê zehmet dike.”

Di dawiya panelê de ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê banga hevgirtina navneteweyî hat kirin.

STUTTGART

Civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, bi bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir. Rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê beşdarî bi nirxandina pêvajoya siyasî dest bi axaftina xwe kir. Kobanê bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û Meşa Mezin a Kolnê ku wê di 16'ê Mijdarê de pêk were. Kobanê da xuyakirin ku divê gelê Kurd destkeftiyên xwe biparêzin û anî ziman ku divê tecrîd bê şikandin.

Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.