BI DÎMEN

Li Borlange Şehîdên Azadiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Borlange yê Swêdê di şexsê Sabrî Tok, Dijwar Qamişlo, Orhan Bingol, Tekîn Goyî, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de Şehîdên Azadiyê hatin bîranîn.

Li bajarê Borlange yê Swêdê di şexsê Sabrî Tok, Dijwar Qamişlo, Orhan Bingol, Tekîn Goyî, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de Şehîdên Azadiyê bi çalakiyekî hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de malbatên şehîdan bîranînên xwe yên bi fedayiyan re vegotin û sozên girêdanbûna xwe dubare kirin.

Li ser navê organîzatorên bîranînê Mehmet Kaya axivî û destnîşan kir ku layiqbûna şehîdan bi helwestekî exlaqî û wijdanî pêkan dibe.

Siyasetmedar Sadun Amed jî pêvajoya dawî ya siyasî nirxand û wiha got: “Divê em ji bo bidestxistina azadiya xwe amade bin. Em tecrîda li ser Rêbertî qebûl nakin. Divê tecrîdê bişkînin û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ev jî bi mezinkirina Pêngava Azadiyê re girêdayî ye.”

Piştî axaftinana sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.