BI DÎMEN

Fedaî li Parîsê hatin bibîranîn

Di şexsê endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên ku 1'ê Cotmeha 2023'yan de çalakiya fedaî pêk anîbûn, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê gerîlayên HPG'yê Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) ên sala borî li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê çalakiya fedaî pêk anîbûn û gihîştibûn asta nemiriyê, hatin bibîranîn.


Di çalakiya ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komaleya Malbatên Şehîdan li dar xist de axaftin hatin kirin.
Celîl Akdogan li ser navê malbatên şehîdan axivî û got: "Dilsozî û wêrekiya şehîdan wê rêya me ronî bike. Em ê bi rihê fedaiyane yê şehîdan şer bikin û bigihêjin ronahiyê."
Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.