BI DÎMEN

Li Berlînê kampanyaya ‘Tirêjên Rojê’: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin

Di çarçoveya pêngva ‘Tirêjên Rojê’ de li qada Berlin-Potsdamer çalakiya deng û bangkirina gel hate lidarxistin. Susanne Roßling bang li CPT û hemû saziyên berpirsyar kir ku tavile tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Berlînê li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan di çarçoveya kampanya “Tîrêjên Rojê” ya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, îro li Potsdamer Platzê çalakiya deng û bangkirina gel lidarxistin.

Şoreşgerên Kurd û enternasyonalîst tevlî hewaya sar jî li Potsdamer Platzê li hev civiyan û çalakiyê bi coş li dar xistin.

Di çalakiyê de Susanne Roßling axivî û wiha got: “Beriya 25 salan Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin, radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Îmraliyê li girtîgehekî ewlehiya bilind de hate girtin. Ji wê rojê heta îro piranî di şert û mercên tecrîdê de hate girtin. Lê di tevahiya vê pêvajoyê de li dijî êşkenceyên fizîkî û derûnî li ber xwe da, tu car serî netewand. Gelê Kurd jî pê re bi biryardarî li ber xwe dide.”

Roßling bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û wiha got: “Tecrîda Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û heta li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. 2 sal û nîv in agahî ji Ocalan nayê girtin, têkiliya wî bi temamî ji derve re hatiye qutkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê rewşê bêdeng in. Em bang li CPT û hemû saziyên berpirsyar dikin ku dawî li vê tecrîdê bînin.”

Piştî axaftinan, girseyê ku fîtik lêdan û dirûşmeyan berzkirin dengê xwe li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” hatin berzkirin.