BI DÎMEN

CDK-BS’ê birîfîng da partiyên Swîsreyî yên ku hatin serdana wan

Namzetên partiyên Swîsreyî di çarçoveya hilbijartinên parlamentoya Baselê çûn serdana CDK-BS’ê. Der barê pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn û hat xwestin ku hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bê girtin.

Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, rojeva sereke ya gelê Kurd e. Di 20'ê Cotmehê de li kantona Basel a Swîsreyê hilbijartinên parlamentoyê wê bê lidarxistin. Civaka Kurd yek ji civakên herî girîng ên ku bandorê li çarenûsa hilbijartinên Baselê dike û dengên Kurdan diyarker e. Ji hilbijartinê re tenê çend roj mane, berpirs û namzetên BastA, Grune (Partiya Keskan), Lîberal Grune Partei (Partiya Keskan a Lîberal-LGP), Partiya Sosyalîst (SP) û Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) çûn ser danaNavenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BS).

Di serdanê de der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn.

Destpêkê çalakvan Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç der barê pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêşkêşiyek kir.

Ozen Aytaç diyar kir ku gelê Kurd ji ber daxwaza azadiya xwe dike bi zext û tundiyê re rû bi rû dimîne. Ozen Aytaç li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyên berfireh da û got, “Rêberê me xwediyê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Rêberê me li dijî şeran çareseriya herî baş pêşxist. Yê ku beriya gelek salan pêşbîniya nakokiya di navbera Îsraîl û Filistîn û Lubnanê de kiribû, Rêber Apo bû. Dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêberê me ferz dike. Hesasiyeta me ya yekem Rêberê me ye. Ji ber vê sedemê daxwaza me ji hemû aliyan ew e ku li dijî vê tecrîdê bi me re bin.”

Piştî pêşkêşkirina Ozen Aytaç, nûnerên partiyan nêrînên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd û eger hilbijartin bên kirin wê di Parlamentoya Kantona Baselê de çi esas bigirin vegotin.