Li Saarbruckenê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Di çarçoveya bîranîna şehîdên meha Cotmehê de çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi organîzasyona Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Di bîranînê de bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û li ser rastiya gotina ”Bijî Serok Apo" rawestiyan.

Di bîranînê debanga beşdarbûna meşa ku di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin hat kirin. Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.