Avesta: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê geş bikin

Avesta diyar kir, ew bi ti awayî agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin û got, "Bila gelê me vê zanibe; em ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikar in. Divê gelê me çalakiyên mezin lidar bixe û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê geş bike."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta tevlî bernama Çira Welat ya Çira TV’yê bû û bersiva pirsên rojnamevan Sabriye Dûman kir. 

Avesta, di bernameyê de li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, li ser şêwazên xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Avesta her wiha li ser civîna ku li Çiyayê Şengalê hatî çêkirin, li ser mijara yekitiya Êzîdî û neteweyî, rola tevgera jinê ya li Ewropa axivî.

Sozdar Avesta di destpêka bernameyê de li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: "Rêber APO  ji sala 1999’a û vir ve di bin tecrîdeke giran  de ye. 18 sal in li ser Rêber APO tecrîd heye. Armanca tecrîdê di şexsê Rêber Apo de tinekirina tevgera azadiyê û şikandina vîna gelê Kurd bû. Dixwazin ku Kurdên di rêya azadiyê de ji vê rêyê dûr bixin, dixwestin hêviya mirovahiyê, bi taybetî jî hêviya ijnan, ciwanan, gelan û civakan tine bikin." 

 'JI REWŞA RÊBER APO EM BI FIKAR IN’

Avesta diyar ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî wernagirin û got ew ji rewşa wî bi fikar û guman in. Avesta wiha pê de çû: "Tecrîda li ser Rêber Apo ev demek e dirêj berdewam dike û em bi ti şêwazî agahiyê ji Rêbertiya xwe nagirin. E jî fikar û gumanan zêde dike û gumanên giran bi me re çêdibin. Bila gelê me jî vê bizanibe; em ji tendiristiya Rêberê xwe, ji ewlekariya wî, ji şert û mercên ku ew tê dijî pir bi fikar in. Ji bo vê jî divê gelê me çalakiyên mezin li dar bixe û ji bo azadiya rêberê xwe divê têkoşînê geş bikin."
 
'EZ GELÊ ŞÊX MEQSÛD SLAV DIKIM'

Avesta bi mebesta ku tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin gelê ku di liv û tevgerê de bû, çalakiyên ku jinan pêşengtiya wê dikir slav kir û got: "Li gelek cihan bi mebesta ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe gelê Kurd di nav liv û tevgerê de ye. Bi taybetî jî cihê ku Rêber Apo lê maye û ked daye, gelê Rojavayê Kurdistanê.  Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê ked daye niha jî gelê Rojava li vê kedê xwedî derdikeve. Li Şêx Meqsûd bi pêşengiya jinan girêva birçîbûnê dest pê kir, bi rojan berxwedan hate kirin, bi rengekî tund helwesta xwe nîşan dan, bi mebesta ku agahiyê ji Rêberiya xwe bigirin. Di nav şert û mercên şer de xwedîderketina li Rêbertiya xwe tiştekî pîroz e. Ez gelê Şêx Meqsûd bi rêzdarî slav dikim."

Avesta behsa salvagera komploya navdewletî kir û got pûçkirina vê komployê û ji her hêlê ve têkbirina wê, tinekirina wê û avêtina wê ya li ser sergoyên dîrokê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

'AZADIYA RÊBER APO AZADÎYA JINÊ YE'

"Ji bo ku em 24 saetan Rêber Apo bijîn, wek tevgera jin bi hemû awayî em di nav liv û tevgerê de ne. Em weke tevgera jin azadiya xwe di şexsê Rêber Apo de dibînin. Em xwe weke berhema Rêber Apo dibînin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Ji destpêka komployê û hetanî niha ji bo ku em bikaribin bibin layiqî keda Rêber Apo,  di hemû qadan de jinên Kurdistanê pêşengtiya têkoşînê kir û hê jî dikin. Çavkaniya me, hêza me, fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Paradîgma û pergal ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Ev pergal pergala jinê ye. Pergal pergala wekheviyê ye. Ji bo vê jî xwedîderketina li Rêber Apo xwedî derketina li siberoja xwe, xwedî derketina li hebûna xwe ye. Ew jina ku bi ti awayî di nav civakê de ne xwedî cihekî bû, bi hemû awayî dihate reşkirin, kêmkirin, dihate şikandin, di temenekî biçûk de dihate zewicandin, weke metayekê dihate dîtin û bi her cure tundiyê bi ser de diçûn û niha jî bi ser de diçin, ew jina bê vîn û weke koleyan dijî Rêber Apo bi kedeke mezin, bi pêşxistina amûrên azadiyê kir ku îro li Rojhilata Navîn bibe xwedî nasnameyekê.

'NAVENDA SIBEROJA CIVAKA ÊZÎDÎ ŞENGAL E'

Avesta der barê civîna li Çiyayê Şengalê ya nûnerên Êzîdî pêk anîn got: "2016’an li Şengalê bi tevlêbûna nûnerên civaka Êzîdî civînek hate lidarxistin û ez vê civînê pir girîng dibînim. Kesên ku di vê civînê cih girtina, ked dane ez wan slav dikim. Wiha xwiya dike ku encam ji vê civînê derketiye. Di vê civînê de siberoja civaka Êzîdî hatiye şîrovekirin û li ser vî esasî jî navenda pêşeroja civaka Êzîdî jî Şengal hatiye dîtin."

'ŞENGAL JI BO CIVAKA ÊZÎDÎ NAVENDEKE PÎROZ E'

Avesta bal kişande ser giringiya statûya Şengalê û got: "A girîng ne ew e bê ka kî li ser Şengalê çi dibêje, ya girîng ew e ku bê ka civaka Êzîdî ji bo xwe çi dibêje û civaka Êzîdî Şengalê çawa şîrove dike. Civaka Êzîdî Şengalê ji bo xwe weke cihekî pîroz dibîne. Hebûna xwe li vir daye destpêkirin, li vir berdewam kiriye. Dîn, erka xwe, rê û resmê xwe, civakîbûyina xwe, çanda xwe di Şengalê de parastiye û li Şengalê ew bi pêş ve biriye. Careke dî bi vî rengî lê nêzîkatêdayin û xwedî derketina bi vî rengî berî her kesî erka civaka Êzîdî bi xwe ye."

'CIVAKA ÊZÎDÎ PIŞTÎ FERMANÊ GIHAYE ZANEBÛNA XWE YA CIVAKÎ'

Avesta diyar kir ku ew civîn û rêxistiniya civaka Êzîdî kelecaniyekê bi mirov re çêdike û ev civaka piştî fermanê bîr û baweriya civakî pê re çêbûye û bi berdewamî wiha got: "Civakeke wiha bi ewqas dijwariyan re rû bir rû bû, li ber çavê dinyayê rûmeta wê hate binpêkirin, dest li ser heysiyet, şerefa wê hate danîn, hatin revandin, dîl girtin. Ew qasî hatin şikandin lê li gel vê jî ji destpêkê ve li Şengalê û hemû qadên ku Êzîdî lê dijîn, gavên dîrokî hatin avêtin. Piştî fermanê civaka Êzîdî êdî bûye xwedî bîr û baweriyeke civakî. Ji bo vê jî ji bo vê zanebûna xwe ya civakî xwe bi ser hev de tîne, rêxistinan ava dike û vîna xwe ew xwe bi xwe bi rê ve dibe. Di vê civînê de, biryarên ku hatine dayin, biryaradarî û plansaziya ku derketiye holê, bîr û baweriya ku dibêje li ser pêşeroja civaka Êzîdî em ê bi xwe biryarê bidin û xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin, ez pir girîng dibînim û silav dikim."

'XAKA XWE BERNADAYÎN RÛMETEKE MEZIN E'

Avesta wiha dewam kir, "Êdî  ji bo civaka Êzîdî xwe bi xwe rêve birin û diyakirina çarenûsa xwe gelekî girîng e. Gotinên ku dibêjin bila Şengal weke berê be, ez weke nêzikbûnê li ser heqîqetê nabînim û nê nêzîkbûnên rast in. Ev nêzîkbûnên înkarkirinê ne. Yanî ev nêzîkatî  îrada civaka Êzîdî tûne tine hesab dike. Meclîsê beyanname ya xwe diyar kir û got ew xwe ji bo xweseriya Şengalê amade dikin. Mûhattabên vê meclîsê jî hikûmeta navendî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Gerek ew jî êdî gelê Êzîdî bibînin. Hêzên ku dixwazin Şengaliyan fem bikin, îrada wan nas bikin, divê bi gelê Êzîdî re bidin û bistînin. Dibêjin Şengal beşekî Kurdistanê ye. Rast e, Şengal beşekî Kurdistanê ye. Lê ji bo ku beşekî Kurdistanê ye nayê we wateyê ku wê ne xwedî vîn be, nayê we wateyê ku wê ne xweser be û wê wekî beriya fermanê be. Hikûmeta herema û hikûmete navendî divê bi  nûnerên civaka Êzîdî re bide û bistîne.  Divê her tişt were guftûgokirin, divê danûstandin çêbibin. Vî miletî hêz û vîna xwe ispat kirinye. Divê vîna wê were naskirin."
 
'DEŞTA NÎNOVA Û MÛSILÊ MOZAÎKA GELAN E'

Endama Konseya Serokatî ya Giştî a KCK’ê Sozdar Avesta, qala encamnameya civîna  li çiyayê Şengalê kir û qala wê banga di encamnameyê ku digot, PKK’ê  hîna erkê xwe temam nekiriye. Avesta wiha pê de çû: "Divê herkes guh bide vê daxuyaniyê. Çima erkê PKK’ê temam nebûye? PKK dikare rolekî garantor di vê heremê da bileyîze. Di Şengalê de desthilatdariya PKK’ê nîne. PKK bi hewara gelê Êzîdî ve çûye, çûye gelê Êzîdî ji fermana rizgar kiriye, ked daye. Îradeya civaka Êzîdî tenê bi PKK’ê kilîtkirin şaş e. Rojeva civaka Êzîdî ji tiştên ku zêdetir desthilatdariyê derdixin holê û rojava li ser vê bêhtir, çawa ku di civîna xwe de diyar kiribûn, amadekariyên xweseriya Şengalê divê rojava wan be, divê bernameyên wan hebin û xebatên xwe bikin.

Şengal cih û warê civaka Êzîdî ye, ne ya kesî ye. Ne tenê ya civaka Êzîdî ye jî. Tê de bi dehan gelên dinê hene. Deşta Nînova û Mûsilê hemû mozaîka gelan e. Tê de Asûrî, Sûryanî, Keldanî, Kakaî, Şebek, Tirkmen, Şîa, Sûnî hene. Şengal, cihê baweriya wan e  jî. Li gorî vê modelê Şengal heviya gelan e. Ew modela ku niha li Şengalê çêdibe dibe hêviya gelan. Gelê Êzîdî di tariya şevê de ronahiyek ditiye. Gerek êdî vê ronahiyê mezin bikin, ne ku hindek bixwazin avê lêbikin û bitemirînin. Divê êdî vê çûrûskê, vê xetîreya ronahiyê li hemû qadên tekoşînê mezin bikin û ev jî bi fikr û ramana felsefeya azadiyê pêk tê, ku divê vê felsefeyê ji xwe re esas bigire û li gorî vê jiyana xwe saz bike. Gelê Êzîdî, li kû dibe bila bibe divê derfetên heyî ji bo siberoja xwe bi kar bîne. "

'YEKÎTIYA CIVAKA ÊZÎDÎ JI NAN Û AVÊ BÊTIR PÊWÎSTE'

Avesta  bal kişande ser yekîtiya civaka Êzîdî û rola yekîtiya civaka Êzîdî ya di kongre neteweyî de jî. Avesta, ji bo  Şengal û çareserkirina meseleya Şengalê ev nirxandin kir: "Civaka Êzîdî civakek bê rêxistin e, bê rêxistin maye. Ev civak bi gelek partiyên siyasî, hizbên cûr be cûr re di nava danûstandinekê  de ye û berjewendiyên xwe li wir dîtiye. Civaka Êzîdî dibêje ku ez yêkîtiya xwe çêkim  ez ê muhattab werim girtim. Ev tiştekî pir rast e. Biryarên ku divê civînê de derketine, yêkîtiya civaka Êzîdî ji nan û avê bêtir pêwist e. Talokeya niha li ser civaka Êzîdî tê meşandin heman talokeya beriya fermanê ye. Berî fermanê ev taloke  ji nêz ve nehat dîtin. Ev zanebûn kêm bû. Lê niha şirove dike, nîqaş dike û dibêje li ser min taloke heye, ez ê çawa wê talokeyê li ser xwe biavêjim. Talokeya  yêkemîn tenê bi avakirina yêkbûna xwe dikare were ji ser xwe bavêje. Ev yêkîtî, yêkîtiya civaka Êzîdî , dikare bibe hîmê kongre netewî jî. Hêzên siyasî, yê demokratîk yên ku  di rêya azadiyê da têdikoşin ji bo  yêkîtiya vê civakê divê xwedî helwesteke zelal be. Kesek ji bo berjewendiyên xwe divê bi milê xwe ve nekişîne. Divê  xwe bi xwe îrada xwe temsîl bikin. Ji bo  vê jî civaka Êzîdî divê bibikaribe hem li welat hem li derveyî welat yêkîtiya xwe ava bike." 

'MECLÎSA DÎASPORAYÊ YA ŞENGALÊ DIKARE ROLEKÎ DÎROKÎ BILEYÎZE'

Avesta, ji bo civaka Êzîdî ku li Ewropayê dijîn got, ji bo yekîtiya civaka Êzidî divê yên ku li Ewropayê dijîn rolekî mezin bileyîze û yekîtiya xwe ava bike. Avesta got, "gelê Êzîdî yê ku li Ewropayê dijî, dikarin piştgiriya xwe ya ji bo  Şengalê xurt bikin. Di heman demê de  li Rûsya û Ermenîstanê jî dikare yekîtiya xwe ava bike û bi Şengalê re be. Ev yekîtî jî ji bo  yekîtiya neteweyî jî rol û mîsyona xwe dikare bileyîze. Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê dikare rolekî dîrokî bileyîze. Di hêla dîplomatîk de dikare dîplomasiya xwe xurt bike. Yekîtiya civakê dikare rol bileyîze û kedeke wan a mezin jî heye. Hewldanjî hene lê divê hîna jî were rêxistin kirin, xurtkirin."

'CIVAKA ÊZIDÎ YA LI EWROPAYÊ DIVÊ XWEDÎ LI YEKÎTIYA XWE DERKEVE'

Avesta, bi taybetî bang li tevgera jinê ya li Ewropayê kir û got: "Bi sedan jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine xilaskirin niha li Ewropayê ne. Bi hezaran jin û keçên Êzîdî li Ewropa dijîn. Ew jî  bi qirkirineke spî re rû bi rû ne. Tenê pêşiya qetlîama sor ya qirkirinê negirin, ya spî jî bigrin. Ji bo vê jî ciwan, jin, sazî û dezgeh li her cihî li yêkîtiya xwe xwedî derkevin. Di sala 2017’an de bi vê helwestê, bi vê zanebûne, bî vê rexne û rexnedayinê, ya ku di daxuyanî û di encamnameya civînê da jî derketiye holê, sala 2017’an  ji bo çareser kirina pirsgirêkên civaka Êzîdî pêngavên mezin wê çêbibin. Derfetên ve hene, li ser vê di nava gûftûgoye kê, danûstandin û  di nava perspektîfekê de bin. Li vê derê rol û mîsyona jinê giring e. Divê tevgera jinê ya li Ewropa  li gorî vê mîsyonê tevbigere. Dikare di yêkîtiya netewî de pira di navbera gelan de çêbike û pêşengtiya vê bike."

'BILA CIVAKA ÊZIDÎ BAWERIYA XWE BI HÊZA PARASTINA XWE BÎNE'

Avesta behsa helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî koçberên Êzîdî yên  li Bakurê Kurdistanê  kir û got, bila gelê Êzîdî kampên dewleta Tirk protesto bikin û vegerin Şengalê. Avesta got,  "Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê dest danî ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Êzîdiyên ku ji Şengalê koçber bûn, çûyîne wê derê jî birin avêtin kampên AFAD’ê ku di  jêr kontrola wan de ne û ew kamp jî weke zîndanê ye. Lê  derbarê vê mijarê de yek gotinek ji devê rayedarên Başûr derneket. Madem Başûrî ye, madem Êzîdî ye, madem Şengalî ye, madem Şengal Kurdistan e çima wekî koleyan bi destê wana digre û wan davêje kampên AFAD’ ê lê yek gotinek jê re nayê gotin? Ji bo  vê divê gelê Êzîdî aîdê xwe be, li xwe xwedî derkeve. Gelê li Bakurê Kurdistanê jî  divê çûyîne vê kampa jî qebûl neke. Bila wan kampan protesto bikin û vegerin Şengalê. Gelê Êzîdî di sala nû de divê li Şengal, Şêxan, li derveyî welat li her cihî  ji bo pêşeroja xwe di nava liv û tevgerêkê de be. Divê baweriya xwe bi xwe bîne. Hêviyan hê mezintir bike, li azadiya xwe  asê bibe, serê xwe ji kesekê re netewîne, baweriya xwe bi hêza parastina  keç û xortên xwe bîne." 

'JI BO YEKÎTİYA GELAN KEÇ Û XORTÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞEHÎD BÛN’

Avesta têkildarî hevdîtina serokwezîrê Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî got: "Dixwazin rojevê berevajî bikin. Daxwaza wan tinekirina PKK’ê ye. Çûn Hewlêrê, Bexdayê hevdîtin kirin. Li mala Kurdan heqerat li Kurdan kirin. Bi hezaran keç û xortên Başûrê Kurdistanê di nava PKK’ê de têdikoşin û şehîd bûne. Ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, yekîtiya vî gelî û ji bo yekgirtina vî gelî şehîd bûn. Gotinên derbarê Şengalê, Rojava û Başûrê Kurdistanê de hemû nirxan binpê dikin. Bi rengekî pir xwezayî civaka Başûrê Kurdistanê li dijî van gotinan nerazîbûna xwe diyar kir. Gelek parlamenteran diyar kirin ku di mala me de dijûn li me hatiye kirin. Bi rengekî xwezayî parlamenter û gelê Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan. Ev helwest di cih de bû."

Avesta li ser serlêdana ciwanên Başûrê Kurdistanê û ya Pêşmergeyên Dêrîn a ji bo Qendîlê jî got, ev helwesteke pîroz e û wiha berdewam kir: "Pêşmergeyên Dêrîn, xwedî zanebûn û kedeke mezin in ji bo azadkirina tevahiya xaka Kurdistanê. Ji bo yekîtiya Kurdan parçe nebe çûn Qendîlê û gotin em li dijî wan kesan in ku yekitiya gelan naxwazin. Gelê Başûrê Kurdistanê, jin, ciwan, xwendevan di mijara yekîtiya netewî de helwestên wiha nîşan bidin ev helwesteke pîroz e û dikarin pêşiya gelek tiştan bigirin. Qendîlê weke nasnameyekê dibînin û divê lê xwedî derbikevin."

'DIVÊ CIVAKA ME YA ÊZIDÎ VAN FIRSENDÊN DÎROKÎ JI DEST BERNEDE'

Avesta herî dawî ba kişandina ser geşkirina têkoşînê û got: " Sala 2017’an azadiya Rêber Apo bi hemû awayî wê di navenda têkoşîna me de be. Rêber Apo mîsogeriya jiyana bi hev re ye. Rêber Apo pira di navbera gelan de ye. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedî derketina li jiyana bi hev re û yekbûna gelan e. Divê li derdora Rêber Apo têkoşîn were geşkirin. Tevahiya jin, ciwan, rêxistinên sivîl bi giyanekî cangorî divê ji bo şeremarkirina 15’ê Sibatê li ser piyan bin. Divê CPT rojek beriya rojekê careke dî biçe Rêber Apo ziyaret bike û têkildarî Rêber Apo daxuyaniyê bide. Xwedîderketina Civaka Êzîdî ya li Rêber Apo gelekî girîng e. Gelê Êzîdî hêza xwe ji ramanên Rêber Apo distîne. Heke DAIŞ encam nestandibe, heke Êzîdî behsa tiştên pîroz dikin, ev keda Rêber Apo ye. Tolhilanîna ji dijmin, xwe bi vîn kirine, xwe bi sazî û dezgeh kirine, kirina siyasetê ye, birêvebirina karê dîplomasiyê ye û xweparastin e. Divê civaka Êzîdî divê biryarên ku li siberoja xwedî derbikeve, bide. Divê talokeyên li ser xwe bibîne û li dijî vê têbikoşe. Ew fersendên ku bi dest ketine divê neyên avêtin. Ji ber ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkitin. Rizgariya Mûsil û Reqqa wê hevsengên nû bi xwe re bîne. Her kes dixwaze di nav vê hevsengiyê de cihekî ji xwe re bibîne. Civaka me ya Êzîdî bi hêz, gel, dîn û baweriyên derdorê re divê jiyaneke rast bijî. Ji bo vê jî divê xwedî kedeke mezin, xwedî feraseteke mezin be û li gorî vê jî di nav hewldan û kêferatê de be."