'Aştî bi azadiya Rêberê me dibe'
Malbatên Oral û Yalçin, ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, bang li gelê Kurd kirin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser piyan.
Malbatên Oral û Yalçin, ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, bang li gelê Kurd kirin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser piyan.
Malbatên Halît Oral û Mehmet Yalçin, ku li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, dan xuyakirin ku ne pêkane ew tecrîda li ser Ocalan qebûl bikin. Malbatan gotin, Ocalan azad nebe, aştî jî nabe.
'AŞTÎ BÊYÎ RÊBERTÎ NABE'
Halît Oral, li dijî komploya 9'ê Cotmehê, di 9'ê Cotmeha 1999'an de li Girtîgeha Mereşê bedena xwe dabû ber agir. Dayika Oral Şemse Oral got, "Aştî bêyî Rêberê me nabe. Gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nake. Ewladên me bi canê xwe li ber tecrîd û êrîşa li dijî Rêberê me sekinîn. Em ê jî tecrîdê qebûl nekin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."
'DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN'
Şemse Oral bang li gelê Kurd kir û got, divê her kes Kurd li dijî tecrîdê, rûmeta xwe biparêze û li ber xwe bide. Oral destnîşan kir, mafê gelê Kurd mîna hemû gelên din bi rengekî azad bijî û diyar kir, azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.
'EM Ê HETA DAWIYÊ DILSOZÊ RÊBERÊ XWE BIN'
Mehmet Yalçin jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Tebaxa 2012'an de bedena xwe dabû ber agir. Dayika Yalçin Fatma Yalçin destnîşan kir, ku wan li dijî tecrîdê canê xwe dane û eger pêwîstî pê hebe ew ê dîsa canê xwe bidin. Yalçin bibîr xist, kurê wê li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber agir û got, "Em ê di rêya Rêberê xwe de heta dawiyê têbikoşin. Kurê min bedena xwe da ber agir, tecrîd qebûl nekir. Em ê jî tecrîdê qebûl nekin û li ber xwe bidin."
'TECRÎD BI SERHILDANA GELÊ KURD DIKARE BÊ RAKIRIN'
Yalçin destnîşan kir, ku heta gelê Kurd ranebe ser piyan wê tecrîd ranebe û got, "Eger em bibin yek, wê hingî tecrîd bê rakirin. Min kurê xwe di vê oxirê de da, eger pêwîstî pê hebe ez amade me hê bêhtir berdêlan bidim. Ti kes nikare aştiyek bêyî Rêberê me bi me dide qebûlkirin. Aştî bi azadiya Rêberê me dibe."
Fatma Yalçin da xuyakirin, ku divê her kes bêyî dereng bimînin li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê."