‘Armanca projeya AKP û Erdogan tinekirina hemû Kurdan e’

Çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec got: “Armanca van êrîşên Tirkiyê ne tenê PKK ye, ev êrîş li ser tevahiya partiyên Başûrê Kurdistanê ye.”

Şeva 14’ê a li ser 15’ê Hezîranê balefirên şer ên dewleta dagirker a Tirk kampa Mexmûr, Şengal, Biradost, Qendîl, Baleyan û çend navçeyên din yên Herêmên Parastina Medyayê bombardûman kir. Her wiha bombardûman di saet 12:00’an de dest pê kir, zêdetirî saetekê domand ku tê de 26 balefirên şer yên F-16 beşdarî êrîşê bûn.

ARMANCA PROJEYA TIRKIYÊ Û AKP’Ê TINEKIRINA HEMÛ KURDAN E

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ku bi hinceta hebûna PKK’ê a li Başûrê Kurdistanê û bombardûmana li navçeyên sivîl nivîskar, rewşenbîr û çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec ji ajansa ANF’ê re ragihand: “Ev êrîşên dewleta Tirk girêdana xwe bi yek partiyê ve nîne, ne tenê jî têkiliya xwe bi PKK’ê ve heye ew projeya Tirkiyê û AKP’ê armanca wê tinekirina hemû Kurdan e. Ji ber ku AKP li Bakurê Kurdistanê dest ji danûstandinên aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd berdaye, niha jî AKP mîsyonekî gelek xerab di lehîze.”

Her wiha Ferec bal kişand li ser vê jî ev êrîşên niha yên ku di vê demê de destpêkirine, AKP û Erdogan di rewşekî xerab dene ji ber ku Erdogan û partiya xwe rastî derewên mezin hatine ku ragihandinên Tirkî aciz kirine ku ew jî darbeya sala 2016’ê a ji aliyê cîgirê berpirsê ragihandina AKP’ê ve ku ew darbe jî darbeyekî sexte bû ku Erdogan pêkanî ji bo ku Erdogan weke leheng nîşan bide.

JI BO BERTEK NÎŞANDANÊ AKP DESTBI VAN ÊRÎŞAN KIR

Têkildarî van êrşan jî Ferec wiha axaftinên xwe domand: “Sedemekî din ya êrîşên dewleta dagirker ew e ku dewleta Tirk ketiye rewşekî xerab ya aboriyê. Her wiha pêkanîna wan êrîşên ku di van deman de, bi nakokiyên mezin a li Bakûrê Kurdistanê a ji aliyê HDP’ê û azadîxwazan ya li dijî sîstema AKP’ê ve di de diyarkirin, ji bo bertek nîşandayinê AKP’ê van êrîşan daye destpêkirin.

EV ÊRÎŞ LI SER TEVAHIYA PARTIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Têkildarî metirsiya li ser partiyên Başûrê Kurdisatnê a ji êrîşên Tirkiyê çavêdêrê siyasî Ferec wiha got: “Armanca van êrîşan a ji PKK’ê gelekî mezintir e, ji ber ku AKP bi zelalî dibêje; li her cihê ku Kurd lê hebe emê tine bikin, ev êrîş ji bo tevahiya partiyên Başûrê Kurdistanê, serokê herêmê û serokê hikûmetê ye jî.”

IRAQ BI VEŞARTÎ RAZÎBÛNA WAN ÊRÎŞAN DAYE DIYARKIRIN

Têkildarî rê nedayina Iraqê a ji bo êrîşên dewleta dagirker a Tirk Ferec wiha ragihand: “Iraq ji ne parastina serweriya axa xwe berpirse, her çiqas hikûmeta Iraqê wan êrîşan şermezar jî kiribe lê bi dîtina min Iraqê bi veşartî razîbûna xwe ji pêkanîna van êrîşan re daye diyar kirin, ji ber ku di rojên dawî de berpirsê MÎT’a Tirkiyê Hakan Fîdan û wezîrê parastinê a Tirkiyê bi veşartî serdana Bexdayê kiribû.”

TI HÊVIYEKÎ YA ME NÎNE KU HIKÛMETA HERÊMÊ HELWESTEK HEBE

Girêdayî bê dengbûna Hikûmeta Herêma Kuristanê ya li ser van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê Letîf Fatîh Ferec wiha pê deçû û da diyarkirin: “Têkildarî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bendewariyekî ya me nîne ku helwestekî xwe hebe, ji ber ku mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê dewlemendiyên welat raxistiye ber destê dujminê gelê Kurd. Ji ber wê jî ti hêviyekî ya me nîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti liv û tevgerekî yan ji helwestekî li ser van êrîşan raber bike.”

BEŞEKIN JI BEŞDARBÛANA WÊ PROJEYA ÊRÎŞKIRINÊ

Di heman demê de girêdayî helwest nîşandana kesayetên azadîxwaz û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê a li dijî van êrîşên li ser gelê Kurd, Ferec got: “Divê gelên azadîxwaz bizanin eger îro ew êrîşên ku li Qendîl, Şengal û Mexmûrê pêktên sibe dewleta dagirker wê li Hewlêr, Çemçmal û Silêmanî jî welatiyên Kurd şehîd bikin û qetil bikin. Her wiha erkekî exlaqiye ku li ser parlemena Kurdistanê û wezareta hundirîn a herêmê ku serdana Mexmûr û Şengalê bikiriba, serdan nekirina wan beşeke ji tevlîbûna wan a projeya êrîşkirinê ye.”