Aqûbeta kesên li Hewlêrê hatin destgîrkirin nayê zanîn!

Ji kesên ku piştî çalakiya li dijî xebatkarên konsolosxaneya Tirk li Hewlêrê hatin destgîrkirin aqûbeta 4 kesan nayê zanîn.

Di 17'ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamekî konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.

Piştî bûyerê hemû rêyên çûyîn û hatinê hatin girtin. Danê êvarî rê hatin vekirin. Lê vê carê ji bo penaberên wargeha Mexmûrê rê hat girtin. Asayîşa PDK’ê nexweşên giran jî di nav de, ev 5 roj in nahêle  kes ji şêniyên Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibe.

Şeva 18’ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ên li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Her wiha ciwanek ku ji nexweşxaneyê diçû mal jî, bi birîna xwe ve ji aliyê asayîşê ve hat girtin.

Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin destgîrkirin.

16 ciwanên ku hatibûn destgîrkirin hatin berdan.

Hin ji wan hatin berdan, lê 3 jê ciwan 4 şêniyên wargehê hîn jî di destê Asayîşa PDK’ê dene û aqûbeta wan nediyare.

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dabûn, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kî ne, hûn alîgirên PKK’ê ne."