Alîkariya Kerkûkiyan ber bi Rojava ve bi rê ketin

Alîkariya li bajarê Kerkûkê ya ji bo Rojava ku ji bo bê şandina Rojava radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin.

Meclîsa kampanya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ a alîkariyê, alîkariya welatiyên Kerkûkê ku berhev kiribûn ji bo bigihîne Rojavayê Kurditanê radestî Heyva Sor a Kurd kirin.

Li navenda rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê, meclîsa kampanya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ bi sirûda“Kerkûk ji bo Rojava li ser piyane’ ku civînek çapemeniyê lidar xist.

Li ser navê yek ji rêveberê kampanyayê Rêbaz Sebah axivî û got: “Ji ber berxwedan û tekoşîna xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê, wek erkekî welatparêzî û berpirsiyariyê em jî komek ciwanên bajarê Kerkûkê xwestîn dest bi kampanyayek ya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bikîn. Ev kampanya çend kom, sazî û komên oldaran li xwe girtbû, 10 rojan berdewam kir.”

Sebah diyar kir ku ji bo alîkariya berhev kirî bigihîn Rojava radestî Heyva Sor a Kurd ya li bajarê Silêmanî kir û got: “Bi qasî 7 kamyonên barhilgir berhem hatiye berhevkirin ku ji cil û berg, xorek, sope, nivîn û hinek amurên tenduristî û dîsa dermanan li xwe digire.”

Sebeh anî ziman ku di nava 10 rojan de jî biqasî 17 milyon û 361 hezar dînar pere jî berhev kiriye.

Herî dawî Rêbaz Sebeh spasiyên xwe pêşkêşî xelkê Kerkûkê kir ku bi dilxweşî destê alîkariyê dirêj kir û tevlî kampanyayê bûn.