'AKP-MHP'ê ji bo astengkirina HDP'ê nîvê welêt qedexe kir'

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî êriş û astengiyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî meşa HDP'ê da û diyar kir, "Desthilatdariyê ji bo HDP'ê asteng bike, li nîvê welêt qedexeya derketina derve ragihand."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî astengî û êrişên lid ijî Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê da.

Berdevkê Demkî Dogan Hatûn bi navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo astengkirina meşa HDP'ê li dehan bajaran bi biryara walîtiyan ketin û derkertin hate qedexekirin û dîmenekî mîna darbeyê xuya kir.

'DIXWAZIN BÊHNÊ LI GELAN BIÇIKÎNIN'

Dogan Hatûn got, "Desthilatdarî, ji bo vê çalakiya aştiyane asteng bike hema bêjin li nîvê welêt ketin û derketin qedexe kir."

Dogan Hatûn diyar kir ku bi vî rengî hewl didin bêhnê li gelan, kedkaran biçikînin, îradeya wan têk bibin û piştgirî da HDP'ê.

Dogan Hatûn destnîşan kir ku meşa HDP'ê rewa ye.