AKP’ê piştî dagirkirina şaredariyê, Wanê hildiweşîne

AKP a ku hemû rê û kolanên navenda Wanê kiriye kavil,  hemû xizmet û veberhênanên şaredariya bajarê mezin a Wanê ya DBP’ê jî texrîb dike.

AKP a ku şaredariya bajarê mezin a Wanê ya DBP’ê dagir kiribû, niha jî bajêr hildiweşîne. Hemû xizmetên ku şaredariya DBP’ê kiribû, AKP wan texrîb dike. Gelê Wanê bi rêjeyeke zêde ya 80 ji sedî şaredarê xwe hilbijartibû û ji ber xizmetên şaredariyê AKP’ê şaredarî kiribû hedef. Şaredariyê saziyên jin û ciwanan ava kiribû û xizmet dida bi hezaran jin û ciwanan. Di kûrsên şaredariyê de bi hezaran kes bûn xwedî pîşe. Bi xebatên çand û hunerê gelek zarok ji kolanan hatin rizgarkirin û berê wan dan hunerê. Hemû tax hatibûn asfaltkirin û gelek park hatibûn vekirin. Piştî dagirkirina şaredariyê xizmet hatin sekinandin û bi hezaran xebatkarên şaredariyê ji aliyê qeyyûm ji kar hatin derxistin.

TESÎSA HERÎ MEZIN A ÇANDINÎ Û SEWALVANIYÊ YA TIRKIYEYÊ FIROT

Otoparka ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin a Wanê hatibû çêkirin, ji aliyê qeyyûm hate firotin. Qeyyûm Walî Mûrat Zorlûoglû tesîsa herî mezin a çandinî û sewalvaniyê ya Tirkiyeyê VOTAŞ firot. Sîteya Galerîvanan jî hate firotin. Qeyyûmê Wanê niha jî rê û peyarêyên ku berê ji aliyê şaredariya Wanê ya DBP’ê hatibû çêkirin jî, texrîb dike. Ji ber baranê av li kolanan dibe gol. Di havînê de jî kolan hemû toz û tebar in.

ESNAF MEXDÛR E

Rêyên herî sereke û şên ên bajêr êdî bûne kavil. Rûxandina rêyên Wanê dibe sedema nerazîbûna esnaf û gelên Wanê. Bi sedan esnaf ji ber texrîbata qeyyûm nikarin kar bikin.
Esnafekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku qeyyûm Wanê hildiweşîne û hemû danheviyên gelê Wanê jî difiroşe. Esnaf got ku, “Me bi îradeya xwe Hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Bekîr Kaya hilbijartibû lê hikumetê şaredarê me girt. Bi hezaran xebatkar ji şaredariyê avêtin. Hemû xebatên şaredariya me hatin sekinandin. Berê ji aliyê şaredariya me ya DBP’ê hemû rêyên me hatibûn asfaltkirin lê qeyyûm ev hemû kolan texrîb kir. Dema baran dibare, rê dibin herî. Dema roj derdikeve her der dibe toz. Ji ber herî û tozê mişterî jî nayên.”

Esnaf herî dawîn jî got ku, “Em ê di 24’ê Hezîranê de AKP û qeyyûm di sindoqê de asê bikin. Em ê hesabê vî tiştî ji wan bipirsin. Piştî 24’ê Hezîranê ew ê hemû nûnerên me derkevin û em ê şaredariyên xwe paş ve bistînin.”