Li Gießenê di çarçoveya pêngava azadiyê de panel hat lidarxistin

Li Gießenê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîna gel hat lidarxistin.

Dostên Kurd û Meclîsa Jinê ya Berçem a Gießenê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de panel hat lidarxistin.

Di panelê de sînevîzyona li ser Komploya 9’ê Cotmehê û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate pêşandan û têkildarî pêngava azadiyê axaftin hate kirin. Di panelê de hate diyarkirin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de Kurd berpirsyariya her kesî di vê pêvajoya dîrokî de heye.

Hate diyarkirin ku piştî Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, destwerdan li ser Rojhilata Navîn hatiye kirin û xwestine qirkirina Kurd temam bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qirkirina Kurd were rawestandin.

Di panelê de hate diyarkirin ku paradîgmaya "Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn bibe çareserî û di çarçoveya pêngavê de xebatên pêvajoya pêş hatin nîqaşkirin.