BI DÎMEN

Li St. Polten û Ternitzê civînên gel hatin lidarxistin

Li St. Polten û Ternitzê, bi beşdariya partlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan û ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî civîna gel hat lidarxistin.

Li bajarên St. Polten û Ternitz yê Awûstûryayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civînên gel hatin lidarxistin. Partlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan û ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî tevlî civînê bûn.

Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan tê meşandin ne li gor hiqûqa navxweyî û navteweyî ye û got ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata navîn wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

Di civînan de banga tevlîbûna çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê di saet 16.00'an de li pêşiya Parlamentoya Viyanayê were lidarxistin, hat kirin.